Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê êşkenceyên li hemberî girtiyê siyasî Abdulkadîr Bozkurt naqedin. Bozkurt beriya hefteyekê li malbata xwe geriya û ragihand ku ew xistine hucreyeke mîna qefesê û pîsatî avêtine ber. Derket holê ku vê hefteyê 15 gardiyanan êrîşî wî kirine.
Birayê Abdulkadîr Bozkurt, Serdar Bozkurt agahî da ANF’ê û destnîşan kir ku ewlehiya canê birayê wî nemaye û divê demildest ji vê girtîgehê were sewqkirin.
DI SAETA HEVDÎTINA BI TELEFONÊ DE, ÊŞKENCE!
Bozkurt diyar kir ku her roja Pêncşemê di saet 11.00’an de mafê hevdîtina bi telefonê ya birayê wî heye, lê baş kişand ku vê hefteyê telefon nekiriye. Bozkurt ragihand ku ew li ser vê yekê pir bi meraq ketiye û li girtîgehê geriyaye û got ku bersiva dayîne wî, ew hîn fikartir kiriye ji ber ku îdareya girtîgehê jê re gotiye ku birayê wî naxwaze mafê xwe yê telefonê bi kar bîne.
‘15 GARDIYANAN DU CARAN ÊRÎŞ KIRINE Û DARB KIRINE, TILIYA WÎ ŞKANDIN’
Bozkurt bi bîr xist ku hefteya berê birayê wî di hevdîtina bi telefonê de giriyaye û gotiye ku ew êdî nikare xwe bigire û helalî xwestiye. Bozkurt wiha got: “Di wê hevdîtina bi telefonê de weke min berê jî diyar kirî, gotibû ku ew xistin qefesê û pîsatî avêtin ber. Ji bo ku ez bizanim vê hefteyê di çi rewşê de ye, ez li benda telefonê mam. Lê belê ti kesê telefon nekir. Îdareya girtîgehê jî got ku ew naxwaze mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê bi kar bîne, li ser vê yekê ez hîn zêdetir bi fikar bûm û ji ber ku ez li Rihayê bûm, demildest min parêzer şand girtîgehê. Piştî ku parêzer ji hevdîtinê derket, ji min re ragihand ku Abdulkadîr duh, yanî di roja hevdîtina bi telefonê de di navbera saet 10.00 û 11.45’an de du caran rastî êrîşa 15 gardiyanan hatiye, li ser milê wî û hin cihên din ên bedena wî şopên darbê hene û tiliya destê wî yê çepê şikestiye.”
‘EWLEHIYA CANÊ BIRAYÊ MIN TUNE YE, DIVÊ DEMILDEST BÊ SEWQKIRIN’
Bozkurt diyar kir ku ji ber êşkenceyên li girtîgehê ragihandiye jiderve, tolê ji birayê wî tê standin û bilêv kir ku beriya salek û nîv jî heman tişt qewimîn.
Bozkurt amadekarî dike têkildarî îdareya girtîgehê giliyê sûc bike. Bozkurt destnîşan kir ku ji ber ewlehiya canê birayê wî tune ye, divê demildest ji wê girtîgehê bê sewqkirin.
Bozkurt da zanîn ku roja Duşemê ew ê biçe serdanê û banga hestiyariyê kir û ev nerazîbûn nîşan da: “Kesek ji aliyê 15 gardiyanan ve tê darbkirin, ev tê çi wateyê! Gelo ma evane ne mirov in!”