Koordînatorê Weşanê yê rojnameya Bîrgunê Îbrahîm Varli li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku Koordînatorên Weşanê yên rojnameya Bîrgunê Ûgûr Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.net’ê Yaşar Gokdemîr hatin binçavkirin
Varli anî ziman ku hinceta binçavkirinê jî nûçeya li ser serdana nûçegihanê rojnameya Sabahê li Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek bû.