Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Êrîşên li ser Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin
Rojane

Êrîşên li ser Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

Êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ên bi piştgiriya dewleta Tirkiyê ku birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li gelek bajaran bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li gelek bajaran bi hezaran kes dakete kolanan û êrişên komên paramîlîter ên li dijî Helebê şermezar kirin. Welatiyan got: “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin.”

Êrîşên komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gelek bajaran bi çalakiyan hate protestokirin.

MÊRDÎN   

Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakî li dar xist. Welatiyên li têketina Taxa Cevîzpinarê kom bû, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şexmeqsûd”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Rojava rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hate hilgirtin. Di dema meşê de dirûşm hatin berzkirin û girse heta Qada Cumhuriyetê meşiya.

Piştî meşê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz axivî û got: “Gelê Kurd, di qonaxeke dîrokî de ye. Bila her kes bizane ku gelê Kurd ev 100 sal in li ber xwe dide. Gelên Kurdistanê û xaka Kurdistanê şahidê vê ye. Gelê Kurd rastî gelek komkujiyan hat lêbelê tu caran paşvegav neavêt û serî netewand. Bila her kes bizane ku gelê Kurd dê her li ser pêya be. Heta ku maf û statuya xwe digire jî dê dev ji têkoşîna xwe bernede. Kurdistan yek parçe ye. Serkeftina Rojava serkeftina Rojhilat e. Serkeftina Rojhilat jî serkeftina Rojava, Başûr û Bakur e.”

Wekîla DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altinê jî îşaret bi komkujiyên li dijî gelê Kurd kir û got: “Gelê Kurd, heta niha ne tenê ji bo xwe lê ji bo hemû gelên cîhanê têkoşiya. Em ê komkujiyên li dijî Kurdan qebûl nekin. Li Rojava, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aj da û gelên li wir bi hev re jiyanek ava kir. Tevî her êrişan jî ev paradîgma dê bi ser keve. Banga me ji bo saziyên navneteweyî ew e ku li dijî van sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî Kurdan bêdeng nemînin. Em ê xwe bi hêza xwe birêve bibin û jiyaneke nû ava bikin. Em xwedî li xwe, xaka xwe, welatê xwe, ziman û çanda xwe derkevin.”

Bername, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

SÊRT

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê jî li ser Cadeya Guresê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdengiya li dijî Rojava hevkariya sûc e” hate hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zozan Akdogan di daxuyaniyê de axivî û got ku bi êrişkirina ser sivîlên li Helebê re her wiha êrişî wijdana hevpar a mirovahiyê hatiye kirin. Zozan Akdogan Nasê got: “Bi awayekî sîstematîk hedefgirtina taxên Kurd û Suryanan, bi awayekî aşkera binpêkirina mafê jiyanê ye.”

Bi domdarî Zozan Akdogan Nasê bi lêv kir ku divê Tirkiye li dijî van êrişan bi berpirsyartiyeke çêker rabe û got: “Ev helwest dê ne tenê îstîqrara li herêmê, di heman demê de dê zemîna hiqûq û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî xurt bike.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava xeta me ya sor e” bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi pêşengtiya TJA’yê li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de p*ankarta “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin. Meral Kaptan a TJA’yî di daxuyaniyê de axivî û got ku xeta “Jin, jiyan, azadî” ne tenê dirûşme û got: “Jiyana jinan, îradeya jinûveavakirina civak û pêşerojê ye. Ev îrade, bi berxwedana li dijî qirkirina jinan, dagirkerî û şer mezin bûye. Îro li dijî Rojava êriş tên kirin û yekser destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Civaka demokratîk û îdiaya jiyana azad hedef tê girtin.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê heta avahiya DEM Partiyê ya bajêr meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” ,“Rojava rûmeta me ye” û “Rojava Rojhilat ei Kurdistan yek welat e” berz kir.    

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çete bi doçkayan êrîşî malên Dêr Hafirê dikin
Nûçeya Pişt re Şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî li Hesekê hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên QSD’ê 3 dagirker kuştin

QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê de, 3 çete…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji 39 partî û tevgerên siyasî yên Rojava derbarê peymanê de daxuyanî dan

Partî û hêzên siyasî yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku lihevkirina QSD û…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên HPG’ê: Bi berxwedanê re em ê dagirkeran têk bibin

Gerîlayên HPG’ê, diyar kirin ku divê gelê Kurd û ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

YE’yê serenavê duyemîn ê muzakereyên endamtiya Ûkraynayê vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?