Pêncşem, 11 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Koçyîgît: Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 6 şervanên YBŞ’ê bi merasîmekê hatin bibîranîn
Kurdistan

6 şervanên YBŞ’ê bi merasîmekê hatin bibîranîn

6 şervanên YBŞ’ê yên ku di encama êrîşên 24’ê Cotmehê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn îro li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker di 24-25’ê Cotmehê de bi balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek êrîşî Şengalê kir û di encama van êrîşan de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Îro ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmek hat lidarxistin û şehîd hatin bibîranîn. Li gel malbatên şehîdan, sazî û rêxistinên Şengalê bi sedan xelkê Şengalê jî tevlî merasîmê bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Rêber Feqîr axivî û diyar kir ku hevalên wan ên ku di van êrîşan de şehîd ketine, ji bo ku rê li ber fermanan bigirin û civaka xwe biparêzin çek rakiribûn. Rêber Feqîr bi bîr xist
xist ku ev ne cara yekem e ku Şengal rastî êrîşên qirkirinê tê û axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e em bizanin ku tevahiya van êrîşên ku li ser me tên kirin hemû berdewamiya fermanê ne. Hedef ji van êrîşan ne YBŞ ye, lê belê tunekirina gelê Şengalê ye. Dixwazin ev civak bê hêz û parastin bimîne û dewleta Tirk projeya xwe ya Osmaniya Nû li ser herêmê pêk bîne. YBŞ’ê tenê erka parastina vê civakê girtiye ser milê xwe. Em dibînin hevalên me yên ku ji dema fermanê ve ji bo parastina gelê xwe çek rakirine dibin hedefa dewleta Tirk û hevkarên wan ên xayîn.”

‘PÊWIST E HER KES XWE AMADEYÎ ÊRÛŞAN BIKE’

Rêber Feqîr li hemberî êrîşan banga xurtkirina têkoşînê li gelê Şengalê kir û wiha dewam kir: “Îro roja xîretê ye, fermana li ser Şengalê her berdewam e, tu hêviya me ji tu hêzeke din nîne.
Erka hêzên me YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzdîxanê parastina vî gelî ye. Pêwîst e gelê me bizane ku ev bedelên em didin ji bo vî gelî ne, pêwîst e her kes bizane ku ji bo parastina vî gelî em canê xwe feda dikin. Bi sedan şehîdên me yên pêşeng ji bo vî gelî canê xwe dan lê pêwîst e em ji her tiştekî re amade bin. Ji ber ku me parastina vî gelî daye ser milê xwe, wê êrîş û êşên mezin werin. Tu hêviya me ji hikûmeta Iraqê nîne û nemaye jî. Ji ber ku ne tenê li Şengalê, li gelek cihan serweriya Iraqê tê binpêkirin, lê Iraq bêdeng e. Loma pêwîst e hêviya me tenê bi gelê me hebe. Heger em parastina xwe bi xwe mayînde nekin wê tu kes me neparêze. Lazim e ne tenê hêzên leşkerî, tevahiya gelê me ji her êrîşê re amade be.”

‘ME ÇAWA ŞENGAL RIZGAR KIR EM Ê WISA JÎ  BIPARÊZIN’

Ji Fermandariya YBŞ’ê Rêber Feqîr di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê tola şehîdan li erdê nehêlin û got: ‘’Pêwîst e em ji xwe bawer bin ku çawa me Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kir em ê wisa Şengaleka xweser û azad jî ava bikin. Gelek kes hene em dizanin ku destê wan di xwîna şehîdan de heye û ji aliyê PDK’ê û MÎT’ê ve hatine perwerdekirin. Em bang li gelê xwe dikin ku wan kesan di nava xwe de nehêlin. Bila dost û dijminê me jê piştrast bin ku her kesekî ku destê wan di xwîna hevalên me de heyî em ê teqez hesabê ji wan bipirsin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE NÎVCO NEHÊLIN’

Piştî axaftina Rêber Feqîr, berdevka Koordinasyona TAJÊ Riham Hico axivî. Riham Hico bal kişand ser êrîşên bênavber ên li ser Şengalê û wiha axivî: ‘’Em dibînin ku gelek kes hene ku hebûna YBŞ’ê dikin hincet ji bo van êrîşan.Lê pêwîst e her kesek bizane ku ev kesên ku niha tên hedefgirtin, gele me bi saya  serê wan vegeriya ser axa xwe. Dewleta Tirk dixwaze projeyên xwe li Iraqê bibe serî. Her hêza ku li ber projeyên dewleta Tirk asteng e, tê hedefgritin. Lê em vê peyamê didin; em li ser xeta bi sedan şehîdan, li ser xeta Rêber Apo ne. Têkoşîna me daye destpêkirin em ê nîvco nehêlin, têkoşîna ku me heya vir aniye em ê bigihînin serkeftinê. Di van êrîşan de zarokên Êzîdî û yê gelê me yê Ereb bi hev re şehîd ketin. Ev ji me re cihê serbilindiyê ye, ev wê peyamê dide ku pêkvejiyan hêzê bi xwe re tîne. Çawa ji dema fermanê heya niha em xwe diparêzin, ji niha û şûnde jî em ê mafê xwe yê xweparastinê bi cih bînin.”

‘EM Ê XEYALÊN ŞEHÎDAN PÊK BÎNIN’

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser Xwedêda Ilyas axivî. Xwedêda Ilyas destnîşan kir ku hemû şehîdên tên dayîn ji bo Şengaleke xweser û azad e û wiha berdewam kir: ‘’Bi sedan salan e em ji bo hebûna xwe bedelan didin. Lê pêwîst e her kesek bizane ku hebûna me ya li ser vê axê bi saya keda van şehîdan e. Niha li Şengalê gel vegeriyeye ser axa xwe û gelên Şengalê bê cûdahî bi hev re dijîn. Ev pêkvejiyana ku li Şengalê heye bûye kelem di çavê dijmin û neyaran de. Îro dem hatiye ku em hedefa şehîdan a yekîtiya gelan pêk bînin. Çawa Mam Zekî, Hevalê Saît û bi dehan şehîdên din, dest bi xebatên Şengala xweser û azad kirin, em soz didin em ê vê xeta ku şehîdan daye pêşiya me bibin serî.”

Malbatên şehîdan jî di peyamên xwe de diyar kirin ku şehîd ne tenê yên wan in, ew şehîdên hemû Şengalê ne û banga xurtkirina hêzên parastina cewherî kirin. Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qirkirina siyasî: 4 kes hatin girtin
Nûçeya Pişt re Di mîhrîcana Meksico Cityê de pêşangeha ‘Fikr, ZIkir, Çalakî’ hat vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina Şandeya Îmralî û Partiya DEVA: Sererastkirina qanûnî divê were kirin

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol li…

Ji aliyê Stêrk TV

RSF: Li Tirkiyeyê di 10 salan de 131 rojnamevan hatin girtin

Li gorî RSF’ê di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê herî kêm 131 rojnamevan hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojbûna Rêber Apo li Amarayê hat pîrozkirin

Piştî meşa girseyî ya ji Xelfetiyê ber bi Amarayê ve, li mala ku Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?