Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê 25 sal li dû xwe hişt û ev 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Abdullah Ocalan ê ku di nava tecrîdek giran de tê ragirtin, mafên hevdîtinê bi malbat û parêzerên wî re bi temamî hatiye desteserkirin. Li aliyê din, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku yekane însiyatîfa wê heye bikeve Îmraliyê û di astek mezin de siberoj û berpirsyariya tecrîda li Îmraliyê digire ser milên xwe, bi helwesta xwe re rê li ber kûrkirina tecrîda Li Îmraliyê vedike.
Li aliyê din, li hemberî van hemû bêhiqûqiyan û bêdengiya saziyên eleqedar, desteka ji beşên cuda yên civakî ji bo pêngava “ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin, di qonaxa xwe ya 2’yemîn de mezintir dibe û dewam dike. Beşên cuda yên civakê bi gotina “êdî dema azadiyê hatiye” nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê didin û her wiha ji bo siberojê balê dikişînin ser paradîgmayên Abdullah Ocalan ên li ser bingeha civaka demokratîk, azadîxwaziya jin û ekolojiyê.
Li ser tecrîda li Îmraliyê, pêngava 10’ê Cotmehê û girîngiya paradîgmayên Abdullah Ocalan me bi siyasetmedarê Îtalî û wezîrê berê yê Piştgiriya Civakî ya Îtalyayê Paolo Ferrero re axivîn.
‘TECRÎD NÎŞAN DIDE KU JI FIKRÊN OCALAN DITIRSIN’
Ez dixwazim ji şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê dikim. Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tê rehîngirtin û ev nêzîkî 3 sal in tu agahî jê nayê standin. Hûn van şert û mercên vê tecrîdê çawa dinirxînin?
Ev şert û mercên tecrîdê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Dewleta Tirk Ocalanî di nava şert û mercên ku ji aliyê tu kesî ve neyê qebûlkirin de rehîn digire. Kes nizane rewşa wî çawa ye. Ev rewş hemû êşkenceyeke giran e. Ev hemû jî nîşan didin ku dewleta Tirk ji Ocalan ditirse, çimkî Ocalan ne tenê siyasetmedarekî mezin e, di heman demê de xwedî tecrûbeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û şerî ye.
Her wiha tevî ku Ocalan siyasetmedarekî mezin e, di heman demê de bi fikrên xwe ne tenê ji bo kurdan, di heman demê de ji bo mirovahiyê jî rewşenbîr û fîlozofekî mezin e.
Dema ku em li nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî Ocalan dinêrin, em dibînin ku dewleta Tirk a di bin desthilatdariya Erdogan de li pêşerojê nanêre û hîn jî li pêşerojê dinêre û ji wê yekê derneketine. Erdogan di çarçoveya nêzîkatiyên berê de tevdigre û tecrîda li ser Ocalan didomîne. Ev yek jî nîşanî me dide ku Erdogan bi awayekî eşkere ji Ocalan û fikrên wî ditirse. Ji ber vê yekê jî Erdogan nêzîkatiyeke hovane nîşanî Ocalan dide.
‘MANENDÎYA OCALAN Û ANTONÎO GRAMSCÎ’
We beriya niha di axaftineke xwe de we gotibû ku şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye û nêzîkatiyên li hemberî wî dişibin rewşa Fîlozof û Rêberê Şoreşger ê Îtalî Antonîo Gramscî. Hûn çima wisa difikirin?
Rast e şert û mercên her duyan jî pir dişibin hev. Her du jî Antonîo Gramscî jî Ocalan jî ji ber fikrên xwe hatine girtin. Dema ku Gramscî hate girtin, dadgehê xwest ku ew 20 salan nefikire û fikrên wî tune bike. Dewleta Tirk vê yekê îro li hemberî Ocalan pêk tîne. Ev manendiya yekem e.
Manendiya din jî nêzîkatiya Gramscî û Ocalan a li hemberî hêzê ye. Ji ber vê yekê hewce ye mirov Gramscî û Ocalan weke fîlozofan pênase bike. Gramscî di navbera dîroka Îtalya û pêşeroja sosyalîzmê de girêdanek ava kir. Gramscî mijara sosyalîzmê ne weke utopyayekê di nava dîroka dirêj a Îtalyayê de şênber kir. Wî rastiya Îtalyayê li ber çavan girt û bi fikrên xwe li gorî dîroka Îtalyayê û nîşan da ku wê çawa derbasî sosyalîzmê bibin.
‘OCALAN FIKRÊN XWE LI SER XÎMÊ DÎROKA MIROVAHIYÊ AVA KIRIN’
Li gorî min heman kiryarên Gramscîyî ji aliyê Ocalan ve jî hatin pêkanîn. Ocalanî fikrên pêşerojê bi lêgerîna di kûrahiya dîroka Rojhilata Navîn û Kurdistanê de ava kir û teorîze kir. Ocalanî ji bo guhertin û jinûveavakirina civakekê, dîroka Kurdistanê û dîroka mirovahiyê esas girt û fikrên xwe derxist pêş. Ev nêzîkatiyên Ocalan û Gramscîyî kûrbûn û mezinahiya fikrên wan nîşanî me dide.
Li gorî min Fîdel Castroyî jî heman tişt kir. Fikra sosyalîzmê li ser xîmê dîroka Kubayê pêş xist. Gramscîyî lêgerina derbasbûna sosyalîzmê di çarçoveya neteweyî de pêk anî. Ev nayê wateya neteweperestiyê. Wî ev yek bi esasgirtina dîroka Îtalyayê pêk anî. Ocanî jî ev yek kir. Dîrok esas girt. Ev jî tevkariyên wan ên ji civakê re derdixîne holê.
Îro em bi gelek pirsgirêkên pergala kapîtalîst re rû bi rû ne. Bêguman şer, krîzên aborî, birçîbûn, xizanî û newekheviyên li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên vê pergalê ne. Me heya roja me ya îroyîn alternatîfeke bi hêz a li hemberî vê yekê nedîtiye. Derbarê girîngiya fikrên Abdullah Ocalan de ên ji bo bidawîkirina van krîzan hûn dixwazin çi bibêjin?
Kapîtalîzm di qonaxa mezinbûnê de ye û bû sedem ku li seranserê cîhanê dewlemendiyeke aboriyê ya mezin derkeve holê. Ev dewlemendiya mezin li seranserê cîhanê bi awayekî xirab hate birêvebirin û belavkirin. Beşên civakê yên mezin di xizan in beşeke piçûk jî ev dewlemendî bi dest xist û li gorî daxwazên xwe jiyanek ava kirin.
Ji aliyê din dema ku kapîtalîzmê ev dewlemendî afirand hawirdor, xweza û têkiliyên civakî tune kir. Yanî civak û xweza tune kir. Yanî em îro bi pirsgirêkên ku ji derveyî kapîtalîzmê jî re rû bi rû ne. Yanî em bi pirsgirêkên ku gefê li mirovahiyê dixwe re rû bi rû ne.
Dîsa em şer û hewldanên şerî yên hêzên mezin dibînin. DYE îro dixwaze ku hêza xwe ya leşkerî biparêze pozîsyona xwe ji dest nede vê yekê jî li ser civakan pêk tîne wan neçarî xwe dike ku girêdayî wê bimînin. Yek ji sedemên sereke yên şer û hewldanên şerî yên roja me ev yek. Em dikarin bibêjin ku ev yek mezintirîn pirsgirêka cîhaanê ya vê serdemê ev e. Ev mijar jî ji bo me di heman demê de pirsgirêkeke mezin e, çimkî encamên pirsgirêkeke ji vê yekê wêdetir wê pir giran be ji bo mirovahiyê û şiyana me ya ku em alternatîfeke li dijî vê yekê pêş bixin jî tune ye. Em di mijara çareseriya pirsgirêka kapîtalîzmê de zêde ne jêhatî ne.
‘OCALAN RÊ NÎŞANÎ ME DIDE’
Bi taybetî li hemberî van pirsgirêkan, Ocalan weke kesayet divê li dijî kapîtalîzmê bi çi rê û rêbazî têkoşîn bê meşandin, nîşanî me dide. Mînak, jin dike navendê û di pêşengiya wan de sîstem û civakek nû çawa dê were avakirin derdixe holê.
Dîsa li ser pirsgirêka rêveberiya xweser a civakan, Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike. Yanî ev nayê wateya avakirina hêzeke nû ya dewletê li dijî hêza dewletên netewe; ew kesayet, gel û civaka sivîl esas digire, birêxistin dike û avakirina civakek nû ya civakî diparêz e.
‘OCALAN DI SEDSALA 21’AN DE JI MIROVAHIYÊ RE RÊYA KU DIÇE SOSYALÎZMÊ PÊŞKÊŞ DIKE’
Di vê sîstema ku bê avakirin de hemû pêkhateyên gel û ol ji xwe re cihekî dibînin. Ji ber vê yekê, paradigmaya ku Ocalan derxistiye pêş ne tenê ji bo Kurdan ji bo me Ewropiyan jî girîng e. Li ser vê bingehê, ez di wê baweriyê de me ku Ocalan di sedsala 21’an de ji me re rêya ku diçe sosyalîzmê nîşan daye. Di vê wateyê de ez careke din dibêjim; Ez di wê baweriyê de me ku ramanên Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû tevgerên ku guherîna civakî esas digirin û ji bo hemû mirovahiyê rênîşanderên girîng in.
ROLA ÎTALYAYÊ YA DI KOMPLOYÊ DE
Ji ber ku hûn siyasetmedarekî Îtalî ne, ez dixwazim ji we jî pirs bikim. Weke ku hûn jî dizanin, Ocalan beriya dîl bê girtin li Îtalyayê ma. Pêvajoya ku bi derketina ji Romayê re destpê kir, di dawiyê de li Kenyayê dîl hat girtin. Di vê wateyê de li ser rola Îtalya û hikûmeta Massîmo D’Alema ya di dîl girtina Ocalan de hûn ê çi bêjin?
Li gorî min nêzîkatiya hikûmeta D’Alema ya wê demê gelekî neyînî bû. Ocalan di dema xwe ya li Îtalyayê de bi awayekî eşkere xwedî mafê penaberiya siyasî bû. Dikarîbû ev maf ji wî re bihata dayîn ku li Îtalyayê bima ba. Di wê demê de hikûmeta D’Alema ditirsiya ku Ocalan li Îtalyayê bimîne û nekarî li dijî daxwazên DYE’yê û Tirkiyeyê derkeve. Ji ber vê helwestê, Ocalan neçar ma ji Romayê derkeve û pêvajoya ku piştre bi pêş ket, ew ber bi dîlgirtinê ve bir. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku hikûmeta D’Alema roleke mezin di dîlgirtina Ocalan de lîstiye; ji ber ku li dijî daxwazan bi awayekî xurt negot li Îtalyayê Ocalan xwedî mafê penaberiya siyasî ye.
Li ser vê bingehê, em weke hemwelatiyên Îtalyayê ji piştevaniya bi pêngava azadiya Ocalan re xwe berpirsyar dibînin; Ji ber ku Ocalan îro ji ber hikûmeta me di girtîgehê de ye.
‘ÇAPEMENIYA ROJAVA DITIRSE LI SER OCALAN BINIVÎSE’
Ligel şert û mercên tecrîda li ser Ocalan, di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û saziyên eleqedar nakevin nava tevgerê. Hûn bêdengiya Ewropa û saziyên eleqedar ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê çawa dinirxînin?
Em di demeke welê de ne ku Ewropayê hemû nirxên xwe winda kirine. Li her devera cîhanê şer heye, ji ber ku DYE’ê biryara van şeran dide. Ewropa di gelek mijaran de du standartan pêk tîne. Li aliyekî li hemberî rewşa Ocalan ê di bin êşkenceyê de ye ti tiştekî nabêje û li aliyê din jî dema li Ewropa yan jî Rojava tiştek pêş dikeve dibe xwedî mafê axaftinê.
Piraniya medya Ewropa û Rojavayî ku ji sedî 80 û 85’e, di bandora desthilatdariya heyî de ne. Medya ne serbixwe ye. Nikare tiştê ku tê dîtin û vegotin binivîsîne. Ji vê wêdetir, ditirsin li ser şert û mercên ku Ocalan tê de ye biaxivin. Der barê rewşa Ocalan de tiştekî nabêjin, wekî ku rewşek wiha tine ye tevdigerin. Ev berpirsyariyeke mezin a çîna desthilatdar a Ewropa û Îtalyayê ye. Ev ne zarokên şoreşa Fransayê ne, zarokên sîstema Kapîtalîzmê ne ku her tiştî ji rêzê dikin e. Qala azadiyê dikin, lê ji bo azadiya her kesî têkoşînê nameşînin.
‘ERDOGAN MÎNA MAFYAYEKÊ LI BER DERIYÊ EWROPAYÊ RADIWESTE’
Dîsa Tirkiye di pozisyona vekirina rêya penaberan a li ser Ewropayê de ye. Erdogan bi gotina “Eger hûn pereyan nedin û tiştên ez dixwazim pêk neyînin, ez ê deriyan vekim û penaberan ji we re bişînim” gefê li Ewropayê dixwe. Ev yek ji bo Ewropayê pirsgirêkeke mezin e. Erdogan mîna mafyayekê penaberan di destê xwe de weke çek li dijî Ewropayê bikar tîne.”
Di 10’ê Cotmehê de bi daxwaza “ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêngaveke navneteweyî hat destpêkirin û hûn jî alîgirê vê pêngavê ne. Hûn dixwazin li ser girîngiya vê pêngavê ku di qonaxa xwe 2’yemîn de berdewam dike çi bibêjin. Her wiha divê çi bên kirin?
Ji bo em balê bikişînin ser şert û mercên Ocalan tê de ye, divê em kampanyayeke hestiyariyê ya mezin ava bikin. Ez behsa kampanyayeka hestiyarî ya li gorî niha hîn berfirehtir dikim. Bi ya min di tiştên ku me heta îro kirî de kêmasî hene. Ew jî ev pêngav tenê li dora mirovên mîna Ocalan difikirin û vê hewirdorê de tê meşandin e. Li gorî nêrîna min divê em bikaribin hemû mirovan bixin nava vê pêngavê.
Li gorî min, ji bo azadiya Ocalan divê em tevgera heyî ya li Ewropayê hîn bêhtir mezin bikin û beşên cuda yên civakê tevlî vê pêngavê bikin. An ev pêngav dê tenê bi tevger û derdorên çep re sînordar bimîne. Ji ber vê yekê, ji bo azadiya Ocalan pêwîste ne tenê tevgerên çepgir, her wiha tevgereke demokratîk a berfirehtir ku li dijî şert û mercên tecrîdê û dîlgirtina 25 salan derkeve bê avakirin.
Rastiya Ocalan a li welatekî endamê NATO’yê tê ragirtin û çend sal in agahî jê nayê girtin, ji aliyê kesekî ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê divê em pêngaveke berfirehtir bidin meşandin. Ev yek jî erka me ya sereke ye. Divê pirsgirêka Kurd û rewşa Ocalan ji rojeva aliyek taybet bê derxistin û xwe bigihîne beşên cuda. Mîna rewşa gelê Filîstînê ya îro ku di rojeva her kesî de ye, divê pirsgirêka Kurd jî bikeve rojeva her kesî.
‘JI OCALAN RE AZADÎ ÊDÎ MECBÛRÎ YE’
Herî dawî hûn dixwazin tiştek bêjin?
Nayê qebûlkirin ku mirov nîvê emrê xwe li girtîgehê derbas bike. Ti sedemek ku vê yekê rewa bibîne nîne. Ji ber vê yekê, mecbûriye ku Ocalan azad bibe û ji bo pirsgirêka gelê Kurd çareseriyeke siyasî bê dîtin. Ji ber ku yekane rêya jiyana bi aştiyê ya li cîhanê, hurmeta li hebûn û mafên gelên din e.
Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Ocalan gelekî girîng e. Çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd ew e ku bi gelên din re bi mafên wekhev bijîn. Rêbaza vê çareseriyê li ser bingeha fikrên ku Ocalan daniye pêşiya xwe ye. Tekane çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ramanên Ocalan in.