Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: ‘Qanûna Çarçoveyî’ hiqûqa yekem a çareseriya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Enqereyê meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’: Azadiya Ocalan pêk bînin
Rojane

Li Enqereyê meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’: Azadiya Ocalan pêk bînin

Di meşa ku ji aliyê DEM Partiyê ve hate lidarxistin de, bang li naskirina statuya Rêber Apo û avêtina gavên qanûnî hatin kirin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Aştî tê wateya wekhevî, demokrasî û mafê kedê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Enqereyê bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” meşek li dar xist. Di çalakiyê de daxwaza naskirina statuya Rêber Apo û avêtina gavên yasayî û yasayî di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate kirin.

Meş bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Rêya Yuksel a navçeya Çankaya ya Enqereyê destpê kir. Endam û nûnerên partî û saziyên demokratik û parlamenterên DEM Partiyê jî tevlî meşê bûn. Girseya ku li ser rê kombûn xwestin bimeşin meclisê. 

Girseya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê jî di nav de bû demekê dirêj ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girse demekê dirêj bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî astengiyê dan û daxwaza aştiyê anîn ziman. Piştî berteka girseyê destûr hat dayin ku girse bimeşe Rêya Sakaryayê.

Girseya ku Tuncer Bakirhan û Dayikên Aştiyê li pêş bûn bi pankarta li ser, “Gavek ji bo aştiyê” dinivisî ber bi Rêya Sakaryayê dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Bê ziman aştî nabe” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin. Girseyê li Rêya Sakaryayê daxuyanî da.

‘LI ALIYEKÎ AŞTÎ LI ALIYÊ DIN ASTENGÎ NABE’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî astengiya polîsan da û got ku ji aliyekî ve aştî ji aliyekî ve astengî nabe û ew xizmetî pêvajoyê nake. Tuncer Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Bi banga birêz Ocalan gavên yekalî yên dîrokî hatin avêtin. Geşedanên mezin pêkhatin. Lê tevî ve yekê jî hê ji aliyê desthilatê vê gavên şênber nehatine avêtin. Em jî ji bo girtiyên siyasî, qeyim, demokrasî û azadî pêk were divê gavan bavêjin. Aştî pîvanê dixwaze. Ji aliyekî ve muzakereyê bikin û ji aliyekî ve nehêlin em du gavan bimeşin wisa nabe. Ji bo aştî pêk were em dimeşin. Ji bo aştiyê çi pêwist be divê ew bê kirin. Aştî dirêjkirina gavan qebûl nake. Divê şert û mercên ku birêz Ocalan karibe azad bixebite û bijî bên afirandin.”

‘EM Ê LI HER DERÊ DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’

Di berdewama axaftina xwe de Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ew ê ji bo aştiyê li her derê dengê xwe bilind bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li her derê geriyan ji ber ku baweriya me bi aştiyê heye. Aştî tê wateya wekhevî, demokrasî û mafê kedê. Aştî karekî bi rûmet e. Karekî rûmet hewceyî bi gavên wêrek heye. Komîsyona meclisê rapora xwe aşkera kir. Di raporê de bi awayekî şênber hatiye gotin ku divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk werin û girtiyên siyasî bên berdan. Me xwest bila şert û mercên birêz Ocalan bên baş kirin. Sepana qeyûman bi dawî bibe. Lê hê jî me asteng dikin ew xizmeta pêvajoyê nake. Aştî mafê hemû welatiyan e. Bi aştiyê hemû kes dikare bi aramî bijî. Ji bo meclis gav bavêje qanûnan derbixînê em dimeşin. Ji bo hemû welatiyan dimeşin. Em ê dengê aştiyê bi kesên sosyalîst, demokrat û jinan bilindtir bikin. Em ê ji niha şûn ve jî dengê xwe bilind bikin û qadan tijî bikin. Em ê dengê aştiyê bilind bikin. Em spasiya hemû kesên ji bo aştiyê meşiyan dikin.”

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Foruma Aşitî û Azadiya Civakî bi dawî bû: Ji bo statûya Ocalan gavan bavêjin
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bendava Tişrîn keleha berxwedanê û xeta parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sembola sekna berxwedanê, têkoşîna gel û şerê gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Til Temir û Tirbespiyê berteka li dijî ’temsîliyetê’

Meclisên Malbatên Şehîdan ên bajarên Til Temir û Tirbespiyê tayînkirinên endamên Parlamentoyê li Hesekê red…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên şervanên QSD’ê Elî û Zagros hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên Berxwedanê şervanên QSD′ê Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?