Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê daxuyaniyek da. Çalakiya hefteya 378’an ji bo Abdulmenaf Aytaç ê 71 salî ku girtiyê nexweş ê giran e û li Girtîgeha Tîpa R’yê ya Menemena Îzmîrê tê girtin, hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî” hat vekirin. Daxuyanî ji Rêvebira Şaxa ÎHDe ya Îzmîrê Vetha Aydin xwend.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 610’emîn de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate rakirin û dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd êşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Rêveberê şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Kezîban Kalin metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebubekir Yulu ku 33 sal in di girtîgehê de ye.
Li Stenbolê jî ji bo Fevzî Arslan çalakî hate lidarxistin û banga berdana wî hate kirin.

