Şemî, 7 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê êrîşa bi SÎHA

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Divê sermuzakerevanê pêvajoyê Ocalan azad bixebite!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê: Rêber Apo wetayeke mezin li jinan bar kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Jinên Kurd xeletiyeke dîrokî rast kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn, dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Êlihê çalakiyên 8’ê Adarê: Jin bi daxwaza aştî û wekheviyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Wê têkoşîna me bi qasî hêz û şahiyên me bilind be

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: 95 Jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me
Jin

KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me

Koordînasyona KJK'ê Newroza 2024'an pîroz kir û got, "Em cejna vejînê Newrozê li gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em bawer in ku Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û Cejna Newrozê pîroz kir. KJK’ê di serî de Mazlûm Dogan, Çaran, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û got, “Newroza Azadî ji Rêber Apo re ku ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn cejna vejîn û berxwedanê ye, di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên ku ji bo Newrozên azad canê xwe feda kirin, li hemû jinan, gelê me û gelên Mezopotamyayê pîroz be.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye: “Ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ku li zindana Amedê bi sê derbikên niftikê xwe kir rêya rizgariya ji zilma zaliman heta bi Çaran ku bi gotina ‘yê agirê vemirîne xayin e’ agirê berxwedanê geş kirin, ji Zekiye Alkan ku bi gotina ‘Newroz bi dadana agirê Newrozê tê pîrozkirin’ ji bo parçekirina tirs û bêçaretiya di şexsê Amedê de li Kurdistanê dihate ferzkirin li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir heta bi Rahşanan ku gora li metropolan li gelê me dihate ferzkirin têk bir û ji bo gelê me yê li metropolan xwe bigihîne Kurdistanê bi rola pirê lîst, ji Ronahî û Bêrîvanan ku li dijî kolekirina jina ya bi destê sîstema zayendîpıerest bi hêrseke mezin weke milîtanên azadiyê yên jinê bûn malê dîrok û mirovahiyê heta bi Sema Yuce em hemû şehîdên Newrozê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Mîna ku Rêber Apo dibêje, yên ku jiyan herî baş fêhm kirin ev hevrê bûn. Di şexsê van hevrêyan de em dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re dubare dikin.

Newroza Azadî ji Rêber Apo re ku ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn cejna vejîn û berxwedanê ye, di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên ku ji bo Newrozên azad canê xwe feda kirin, li hemû jinan, gelê me û gelên Mezopotamyayê pîroz be.

Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya zêdeyî nîv sedsalê, Newroz ji her demê bêhtir kir Newroza azadiyê, ji bo gelekî ku tinekirin li ser dihate ferzkirin, ji bo jinan kir wesîleya jinûve vejînê. Lewma Newroz bi qasî lêgerîna nasnameya neteweyî ye, di heman demê de lêgerîna li jinbûyîna azad e, bi qasî ku nîşaneya vejîna neteweyî ye di serî de ji bo jinên Kurd nîşaneya vejîna jinên tevahiya Rojhilata Navîn e. Newroz li Kurdistanê navê jinûve vejîna jinê ye.

DIVÊ JIN HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI NEWROZÊ DERKEVIN

Li hemberî vê hişmendiya neteweyî û welatparêziyê ku Rêber Apo afirandiye, dijminên mirovahiyê bi polîtîkayên qirkirina ekolojîk dixwazin Kukrdistanê ji mirovan xalî bikin û Kurdan bê welat bihêlin. Bi polîtîkayên qirkirina jinê re dixwazin ruhê berxwedanê yê jinên ku bi Newrozê vejiyane bişikînin, li ser rengînî û zindîbûna Newrozê mejiyê yekperestiyê ferz dikin. Li hemberî polîtîkayên qirkirin, qirkirina jinê, qirkirina ekolojiyê yên rejîmên dîktator divê li her derê û her tim bi ruhê Newrozê têkoşîn bê bilindkirin û ruhê Newrozê her tim di asta herî bilind de bê hiştin. Çawa ku Rêber Apo nîv sedsal e her kêliya xwe bi vî ruhî dijî û têdikoşe, em jin jî divê her rojê di atmosfera Newrozê de bi coş têkoşînê mezin bikin. Deriyê jiyaneke azad, bi rûmet û wekhev tenê bi vî rengî li me jinan dikare bê vekirin.

Newroz ku nîşaneya jidayikbûn, zindîbûn, rengînî, coş û nûbûnê ye, herî zêde bi jinan dibe xwedî wate ku jin jî xwedî van hemû taybetmendiyan e. Jin bi hêza ji heman ruhî divê hîn bêhtir xwedî li Newrozê derkevin û bi coş û moralê ji 8’ê Adarê wergirtî biherikin qadan û bersiva herî xurt bidin Dehaqan.

NEWROZA AZADÎ JI RÊBER APO RE

Rêber Apo got, dijmin dibêje ‘Newroz ji bo Kurdan vejîn e, ji bo min jî mirin e’, lewma dijmin di her biharê de hîn bêhtir êrîşî gerîla û gelê me dike. Eger djimin bi vî rengî dike, ya ku divê em bikin jî ew e ku ji salên derbasbûyî hîn bêhtir li ber xwe bidin. Di van rojan de ku em nêzî Newroza 2024’an bûne ku wê weke Newroza Azadî ji Rêber Apo re bê pîrozkirin, em planên qirêj ên ku li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li dijî tevgera me ya azadiyê û gelê me tê kirin dibînin û diyar dikin ku em ê bi ruhê Newrozê bersivê bidin van êrîşan. Ji ber ku Rêber Apo rastiya gelekî welê afirand ku ji gelekî qirkirin lê dihate ferzkirin, bêhêvîtî û bêçaretî lê dihate ferzkirin, ne tenê rojekê hemû rojan bi Newrozê, bi ruhê Newrozê, bi coşa Newrozê li ber xwe dide.

Roj ew roj e ku li dijî terora zaliman ji bo têkbirina tirsa ku afirandine gavên hîn bi wêrekî bêne avêtin û agirê serketinê li her derê bê geşkirin. Roj ew roj e ku jinên di Newroza Azadî ji Rêber Apo re dixwazin jiyaneke nû û demokratîk biafirînin bi reng, tilîlî û raperîna xwe ya li dijî sîstema bi serweriya mêr qadan dagirin.

Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û gelên Mezopotamyayê dikin ku beşdarî Newroza Azadî ji Rêber Apo re bibin, meşaleya jiyana azad bilind bikin, bi vejîn û hêza Newrozê bijîn, li ber xwe bidin û jiyana azad biafirînin. Em careke din cejna vejînê Newrozê li jin, ciwan, gelê Kurd, gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz dikin û bawer dikin ku Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJK-Hollanda hat îlankirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê hişyarî da: Çeteyan 15 hezar koçber dorpêç kirin, gelek jî revandin

QSD'ê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li herêma Şehbayê 15 hezar mirov dorpêç kirine û…

Ji aliyê Stêrk TV

Tîma Xweparastinê ya Şehîd Medya Egîd sîxurek ceza kir

Tîma Xweparastinê ya Şehîd Medya Egîd ragihand ku 14'ê Mijdarê sîxurê bi navê Metîn Beyter…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan Budak protesto kirin: Xiyanetkar!

Jinan, Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak ê ji DEM Partiyê îstîfa kir bi protesto kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

HPJ: Dema azadî û rizgariya jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Komîsyona Jinan a KNK’ê: Jinên Kurd xeletiyeke dîrokî rast kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8’ê Adarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn, dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?