Li gorî agahiyan, hunermend Kadîr Înanir li mala xwe ya li Beykozê îro serê sibehê nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Umraniyeyê.
Hate ragihandin ku hunermend ne li ser hişê xwe ye. Wê li nexweşxaneyê tomografiya mejî ya hunermend û MR bêne kişandin û li gorî encama testê jî bê dermankirin.