Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi hezaran kes li Kadikoyê meşiyan: Divê girtî bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa aştiyê: Divê bi lezgînî qanûna çarçoveyê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’: Azadiya Ocalan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Foruma Aşitî û Azadiya Civakî bi dawî bû: Ji bo statûya Ocalan gavan bavêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bi deh hezaran li Antalyayê Newroz pîroz kir
Rojane

Bi deh hezaran li Antalyayê Newroz pîroz kir

Newroza Antalyayê bi tevlîbûna deh hezaran mirovan bi awayekî bicoş hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Newroza Antalyayê bi tevlîbûna deh hezaran mirovan bi awayekî bicoş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku bi dirûşma “Dem dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin de jî peyama bingehîn bû daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 

Gelê ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bû her tim dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” , “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî bi gotina stranên Kurdî yên Koroya Zarokan a Aryenê dest pê kirin. Dû re Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Antalyayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr gel silav kir.

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Antalyayê ya DEM Partiyê Nesîbe Bahadir a ewilî axivî, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike, bi bîr xist û Newroza girtiyên siyasî pîroz kir. Bahadir wiha got: “Em ê bi dengê jinan bibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’.”

Pişt re Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Antalyayê Kemal Bulbul axivî û bi bîr xist ku AKP 15 sal in Kepezê bi rê ve dibe û diyar kir ku navçeya Kepezê weke çiravê lê hatiye. Bulbul bi lêv kir ku di encama xaçerêyên nayên çêkirin rojên borî welatiyekî di lehiyê de jiyana xwe ji dest da û got: “Em ê ji tu navçeyan û şaredariyan paş ve neçin.” Bulbul bal kişand ser hevdîtinên dewleta Tirk ên bi Iraq û Herêma Kurdistana Federe re wiha berdewam kir: “AKP planeke Sedam a nû amade dike. Li aliyekî çû Bexdayê li aliyekî çû Hewlêrê. Çû Washingtonê. Ji bo ku Kurdan qetil bike destûrê dixwaze. Niha li qadê 30 hezar mirov hene. Newroza Antalyayê Newroza fînalê ye. Her dengê ku li Antalyayê were dayîn li dijî tecrîda li Îmraliyê helwesteke, silavkirina siyasetmedarên girtî ye û berteka qeyûman e. Tê wateya gotina ‘em li Antalyayê hene em ê hebin’. Me ji vir wekîl wergirt em ê ji niha şunda şaredariyê jî bigirin.”

Dû re parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç axivî û bi pîrozkirina Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin dest bi axaftina xwe kir. Olûç, deklerasyona Newroza 2013’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsî bû bi bîr xist û wiha got: “Beriya 11 salan di Newroza Amedê de têkildarî jiyaneke wekhev û di nava demokrasiyê de ya hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê Deklarasyona Aştiyê hate xwendin. Em wê rojê li pişt wê Deklarasyona Aştiyê bûn, piştî 11 salan îro em li Antalyayê li pişt wê deklarasyonê ne. Mirovê ku ji bo aştiyê hişê xwe fikra xwe, xwe bi xwe daniye holê li Îmraliyê li dijî wî tecrîdeke bêhiqûqî û derveyî mirovî tê pêkanîn.”

Olûç, ji bo ku tecrîd were bidawîkirin, ji bo aştiyê gav were avêtin û ji bo azadiyê muzakere were kirin bang li desthilatê kir û got: “Qasî ku em dibêjin aştî, Tayîp Erdogan dibêje şer û pevçûn. Em dijminatî û nebaşiyeke bi rêxistinî re rûbirû ne. Me li dijî vê têkoşîna aştiyê ya bi rêxistinkirî meşand, em dimeşînin. Desthilateke ku dixwaze gelekî ruhê azadiyê temsîl bike ji holê rake heye. Vaye vî gelî îro li qada Newrozê bersiv da.”

Newroz bi vêxistina agirê Newrozê ya Dayikên Aştiyê û gerandina govendê bi dawî bû.

 


 [H1]

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ANTALYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şervanê QSD’ê El Esaf hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Em banga li dora Rojava bibin xeleka ji agir dikin

Koordînasyona KJK’ê bi gotina "Rojava ji bo jinên cîhanê keleha azadiyê ye" û “Welatê mirovahiya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gelên Sûriyeyê dixwazin bi awayekî azad û wekhev bijîn’

Gazî Mazlûm Efrîn anî ziman ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûrê Kurdistanê êrişa bi droneyan a li ser qada petrolê

Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku bi du droneyên bombebarkirî êrîş li ser qadeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bi hezaran kes li Kadikoyê meşiyan: Divê girtî bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê meşa aştiyê: Divê bi lezgînî qanûna çarçoveyê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Enqereyê meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’: Azadiya Ocalan pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?