Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Berxwedana Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şoreş tenê bi berdêlan mezin dibe. Şoreşgerek tenê dema ji bo doza xwe hemû tiştê xwe feda kir, wê demê ji aliyê civaka kedkar ve xwedî lê tê derketin. Kesê ku gotin û cewhera wî ne yek be, teorî û çalakiya wî ne yek be, navê wî û cihê wî di dil û mejiyê karker-kedkar û gelan de nîne. Rêberên veqetîna çekdarî ya 1971’an Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya û hevrêyên wan ferqa xwe wisa ava dikin. Gotina wan çi be, cewhera wan jî ew bû. Teoriya wan çi be, pratîka wan jî ew bû.”
‘WAN RÊ LI BER TEVGERÊN ŞOREŞGER VEKIRIN’
Di daxuyaniya komîteya Rêveber de ev tişt hatin gotin:
“Lehengên veqetîna çekdarî ya şoreşgeran a 1971’an tam jî bi van taybetmendiyên xwe bûn pêşengên şoreşger. Di hişmendiya gelê me yê kedkar de reh berdan. Şikil dan şoreşa yekbûyî ya ku piştî wan pêş ket.
Dema ku Denîz û hevalên xwe hatin binçavkirin û bi dardekirinê dihatin darizandin, Sînan û hevalên xwe jî li Nûrhakê jiyana xwe ji dest dan. Mahîr û hevalên xwe jî li gundê Kizildereyê têkoşîneke bêhempa nîşan dan û berê xwe dan nemiriyê.
Di 27’ê Adara 1972’yan de yekîneyeke gerîla ku ji Mahîr, Cîhan û hevalên wan pêk dihat, li navçeya Unye ya Ordûyê ketin Baregeha Radarê ya NATO’yê û 3 teknîsyenên Îngilîz rehîn girtin. Armanca wan ew bû ku li hemberî van teknîsyenan hevalên xwe Denîz, Yûsûf û Hiseyînî bistînin. Gerîla bi van teknîsyenan re bi lez bi rê ketin û xwe gihandin gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê.
Çawa ku dewletê bihîst ew li gundê Kizildereyê ne bi cendirme, MÎT û yekîneyên çekdar re gund dorpêç kir û dest bi lêgerîna malan kir. Cihê wan tê zanîn. Şereke dijwar dest pê dike û cîhê wan teng û bêpanah e. Faşîst çar aliyan bi bombe, çek û roketên xwe ve êrîşê dibe ser wan. Di encama şerî de Cîhan Alptekîn, Mahîr Çayan, Omer Ayna, Ertan Sarûhan, Ahmet Atasoy, Saffet Alp, Hudaî Arikan, Sînan Kazim Oz Dogrû, Sabahattîn Kurt û Nîhat Yilmaz tên qetilkirin.
Kizildere destwerdaneke siyasî ye ku tevgerên şoreşger ên li Tirkiye û Kurdistanê ronî dike. Kizildere cewhera Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan e.
Yê ku bersivê dide bangên ‘Teslîm bibin’ û dibêje, ‘Em ne ji bo teslîmbûnê, ji bo mirinê hatine vê derê’ Mahîr e. Karakterê rejîma heyî faşîzm e û dê ti carî teslîmê wê nebe. Têkoşîna çekdarî pêwîstiyek e. Tenê rêyek heye, ew jî şoreş e. Şoreş berdêl dayîne, di kîjan astê de û di kîjan pozîsyonê de dibe bila bibe, li dijî dijmin ji bilî serketinê ti rêyek din nîne.
Di ser Kizildereyê re 52 sal derbas bûn. Kizildere ne tenê rojeke bîranînê ye. Di esasê de rêya şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê bi xwe ye. Xeta şer û şervaniyê ye ku wê xeyala azadiyê ya bi mîlyonan kedkar, karker, mirovên bindest pêk bîne. Pratîka avakirina hevrêtiya xurt e.
Ew gulên bi xwîn ên Kizildereyê ne, rêberên têkoşîna şoreşgerî ne, rênîşanderên Şoreşa Yekbûyî ne, mînakên herî bi hêz ên hevrêtiya xurt in.
‘EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN!’
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, xeta şoreşgerî û têgihiştina hevrêtiyê ji ruhê berxwedanê yê Kizildereyê digire. Agirê şoreşê ya ku bi xwîn û berdêlan hat destpêkirin, heta serketinê wê dewam bike. Di bin pêşengiya Denîzan, Mahîran, Îbrahîman û Mazlûman şopdarên xwe ava dike. Em ê meşa şoreşgerî ya ku wan daye destpêkirin bi serketinê tacîdar bikin û faşîzmê têk bibin.”
Em di salvegera 52’yan a Kizildereyê de rêber û hevrêyên xwe yên nemir bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û silav dikin.”