În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meclîsa Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 5’emîn kongreya xwe li dar xist
Jin

Meclîsa Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 5’emîn kongreya xwe li dar xist

Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê 5'emîn kongreya xwe li dar xist. Di biryarên di kongreyê de hatin girtin de beşdarbûna xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin derket pêş.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclisa Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 5’emîn Kongreya xwe li salona Kultursaaal Horster Mitte ya li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê li dar xist. Li salona kongreyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin, li ser dîwaran wêneyên jinên pêşeng ên di Têkoşîna Azad û Şoreşa Rojava de şehîd bûne hatin danîn.

 

Endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, jinên ji Rojava û nûnerên saziyên jinan ên Elman beşdarî kongreyê bûn.

Kongreya 5’emîn a Meclîsa Jinan a PYD’ê bi xwendina sirûda Ey Raqîp û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî hilbijartina meclîsê, perspektîfek ku ji nivîs û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan de pêk dihat ji aliyê Mizgîn Ehmed ve hate xwendin.

JINÊN KURD JI JINÊN CÎHANÊ RE BÛN ÇAVKANIYA HÊVIYÊ

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Kezban Dogan axaftinek kir. Dogan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “50 sal berê jinên Kurd di jiyana civakî û siyasî de tinebûn. Kesî xema vê yekê nedikir. Bi felsefeya Rêber Apo û têkoşîna Sakîne Cansiz, felsefeya Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê belav bûye. Rola jinê di şoreşa Rojava de ji bo jinên cîhanê bûye hêviyek mezin. Ji ber vê yekê divê em bi hîskirina giranî û berpirsiyariya vê tevbigerin. Ji bo her kesî bûye mînak. Rojavayê Kurdistanê ji sala 2012’an ve bûye hedefa dewletan. Li hemberî êrîşên çeteyan û faşîst Erdogan bi pêşengiya jinan berxwedanek hat kirin. Berdêlên mezin hatin dayîn. Di encamê de gelek derfet û destkeftî hatin bidestxistin. Bi gotina Rêber Apo, ‘Hêvî ji her tiştî bi rûmettir e’ me jêviyên mezin afirand û bi ser ketin. Ev hêvî û destkeftî bi têkoşîna we çêbûn.”

’TÊKOŞÎNA Û BERXWEDAN JI ME XEBATÊ DIXWAZIN’

Di kongreyê de li ser navê Kongra Starê Feyza Eshad axaftinek kir. Feyza di axaftina xwe de wiha got: “Kongreya 5’emîn a Meclîsa Jinên PYD’ê ya Ewropayê bi taybet li Rêber Apo pîroz be. Şehîdên azadiya Kurdistanê û tevgera azadiya Kurdistanê pîroz be. Bi hezaran jinên şoreşger ji bo azadiya jinên Kurd têkoşiyan. Ew şehîd bûn. Me li dijî desthilatdariya mêr şer kir ku ji civakê re bibe bersiv. Em dikarin xwe jêhatîtir û bihêztir bikin. Ji bo vê pêwîstiya me bi têkoşîneke xurt heye. Êdî li malê rûnenên. Têkoşîn û berxwedan ji me jinan tê hêvîkirin. Ji ber ku hûn jin pêşengên civakê ne.”

Piştre li ser navê MLPD’ê ya Elmanyayê axaftinek hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku Tevgera Azadiya Kurd bi qonaxa ku hatiye şoreşa jinê jî afirandiye. Di axaftinê de bal kişand ser durûtiya dewletan a li dijî êrîşên dewleta Tirk bi taybet li ser Rojava û wiha hat gotin: “Ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Rojava, divê raya giştî bê avakirin û di vî warî de însiyatîfên sivîl bê avakirin. Divê însiyatîf hîn çalaktir bin.”

Piştî axaftinan 5’emîn kongreya PYD’ê bi xwendina rapora xebatên siyasî yên du salan berdewam kir.

Piştî rapor hatin xwendin kesên beşdarî kongreyê bûn mafê axaftinê girtin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Bi şêwazê rexne û xwerexnekirinê nîqaşên dirêj dewam kirin. Li ser çarçoveya xebatên Meclîsa Jinan a PYD’ê ya Ewropayê hat nîqaşkirin û hat destnîşankirin ku divê kêmasiyên di xebatên Ewropayê de bên rakirin.

 Piştre sînevîzyona li ser Şoreşa Rojava hat pêşandan.

Piştre di kongreyê de rêveberiya nû ya ji 24 kesan a Rêxistina Jinên PYD’ê a Ewropayê hat diyarkirin.

Piştî hilbijartina rêveberiya nû, encamname hat eşkerekirin.

Di encamnameya ku 120 delege beşdar bûn de ev tişt hatin rojevê:

*Kêmasiyên di rêxistina jinan a li Ewropayê de derketine holê bên çareserkirin û lez bidin xebatên rêxistinî

* Malbatên Kurd ên koçberî Ewropayê kirine teşwîqî parastina çand û zimanê xwe, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û çanda xwe hîn bibin, bên kirin û di vî alî de bên rêxistinkirin

*Ji bo hişyarkirina raya giştî û çareserkirina pirsgirêkên li Ewropayê însiyatîfê bigire se xwe komîteyeke bû avakirin

*Xebatên rêxistinî yên li ser perwerdeya jinan bên zêdekirin

*Ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan û çêkirina mekanîzmayên alîkariyê bi taybetî ji bo jinên nûhatine û li ser vê bingehê ji bo ku zarok perwerdehiya bi kurdî bibînin, xebat bên meşandin

*Beşdarî hemû çalakî û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, bibin

Piştî encamname hat xwendin, li salonê dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN GELSENKIRCHEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan ji bo Abdullah Ocalan qert şandin û şitil çandin
Nûçeya Pişt re Cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyan vê carê şîrketa çîmentoyê ya Fransî hedef girt

Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê li Çelebiyê bi obus û tankan êrîş birin ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Bertekên li dijî tundiya zayendî: Ev êrîş wê bi hevgirtinê bên şikandin

OGK'ê têkildarî tundiya zayendî ya polîsan a li hemberî endamên xwe civîneke çapemeniyê li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

Li gundê Kolê ya dikeve sînorê bajarokê Batêlê 3 kes di hewzeke ya avê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?