Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Dixwazin paşeroja civaka me tine bikin, em ê rê nedin vê yekê’
Jin

‘Dixwazin paşeroja civaka me tine bikin, em ê rê nedin vê yekê’

Ji Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek Bîlek got, "Hewl didin paşeroja civaka me, bi taybetî jî ya jin û ciwanan tine bikin." Gulîzar Îpek Bîlen diyar kir ku wê rê nedin vê yekê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Raya giştî pê hesiya ku li navçeya Dêrik a Mêrdînê par meha Îlonê cerdevan Yakûp Akyol, Çetîn Tag, Sûûd Çelîk û Harûn Yilmaz bi şantajê bi rêk û pêk destdirêjî li jineke ciwan a 22 salî kirin. Piştî ku gilî hate kirin her çar kes hatin binçavkirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê kiryar berda. Bi gotina ‘Kontrola edlî wê biran be’ têkildarî kiryaran tenê biryara ‘qedexeya derketina derve’ da û lêpirsîna li ser mijarê jî berî çend rojan bi dawî kir.

Li gel gotinên jin a mexdûr, dîmenên şantajê û delîlên hatin peydakirin jî dadgehê lêpirsîneke bi bandor li ser mijarê nemeşand. Endama Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek Bîlek anî ziman ku ev yek konsepteke şerê taybet e.

Gulîzar Îpek Bîlek destnîşan kir ku di bûyerên destavêtin û destdirêjiyê de yên li Kurdistanê diqewimin, nedayina ceza li kiryaran hewldana temamkirina şerê taybet bi destê dadgeriyê ye û got, “Jineke ciwan bûyerên ku di temenê zarokatiyê de bi serê wê hat, nekarî zû bi zû qebûl bike. Piştî bi salan biryar da ku dengê xwe bilind bike, lê belê dadgeriyê guh da kiryaran. Ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Hewl didin paşeroja civaka me, bi taybetî jî ya jin û ciwanan tine bikin. Bi rêya bi tenê hiştin û bê hêvî hiştinê dixwazin civakê ji hev belav bikin. Em ê ti carî rê nedin vê yekê.”

Gulîzar Îpek Bîlek bûyera hefteya derbasbûyî ya li Şirnexê bi bîr xist ku piştî çawişekî pispor hewl da destdirêjiyê li jineke ducanî bike, ji ber nerazîbûna gel biryara binçavkirina çawişê pispor hate dayin.

Gulîzar Îpek Bîlek girîngiya piştevaniya civakî û xweparastinê bi vî rengî anî ziman, “Em timî dibêjin; divê em nêzî hev bin ku karibin deng û qîrîna hev bibihîzin. Bûyera ku wê rojê li Şirnexê qewimî nîşaneya şênber a vê yekê ye. Gel di cih de dest li bûyerê werda. Refleksa xweparastinê kete dewrê. Bêguman bûyer her tim li pêş çavên mirovan naqewimin. Bûyera ku li Dêrikê qewimî bi rengekî zexel û rêk û pêk qewimî. Kirin ku ew xwe bi tenê hîs bike û ew tirsandin ku dema tişta bi serê wê tê ji malbata xwe re jî bibêje wê neyê qebûlkirin. Ji valahiya li nava civaka me sûd wergirtin. Paradîgmayeke me heye. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê. Em yekbûna jin û jiyanê diparêzin.”

Gulîzar Îpek Bîlek destnîşan kir ku ji bo rêxistiniya civakî ya xurt a li gorî paradîgmaya xwe bixin meriyetê divê ew li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be
Nûçeya Pişt re KON-MED: Şengal koka hemû Kurdan e, em ê xwedî lê derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Jîngehê ya Navneteweyî ya 1’emîn a Silêmaniyeyê destpê kir

Li Zanîngeha Silêmaniyeyê, bi pêşengiya Beşa Biyolojiyê Konferansa Jîngehê ya Navneteweyî ya 1'emîn (Eko Kurdistan)…

Ji aliyê Stêrk TV

Dosyayên destnedayîna 12 parlamenteran li meclisê ne

Serokatiya Meclisê ji bo rakirina destnedayîna 12 parlamenteran dosyayên wan ji Komîteya Têkel re şand.

Ji aliyê Stêrk TV

Tirkiye Peymana Lanzarote bi cih nîne

Peymana Lanzarote ji bo parastina zarokan a ji destavêtin û destdirêjiyê yekemîn peymana herêmî ye.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?