Li Rojhilatê Efrîkayê barana zêde li gelek welatan bariya û bû sedema lehî rabe, hezîna axê pêk were, zevî tine bibe, gelek xanî xirab bibin û bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bibin.
Wezareta Karên Hundir a Kenyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li welêt “ji ber şert û mercên giran ên hewayê” herî kêm 210 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Roja Pêncşemê hejmara miriyên berê weke 188 hatibû ragihandin. Her wiha li welat zêdetirî 165 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û 90 kes jî winda ne.
LI TANZANYAYÊ HERÎ KÊM 155 MIRÎ
Li welatê cîran Tanzanyayê jî di encama keraseta lehiyê de herî kêm 155 kes mirin. Herdu welat ji bo bagerek ku wê bê amadekarî dikin.
Wezareta Karên Hundir a Kenyayê texmîn dike ku piştî roja Yekşemê bager bigihêje peravê, dikare bayên xurt, pêlên xurt û barana zêde bi xwe re bîne.
LI BURUNDIYÊ HERÎ KÊM 175 KES MIRIN
Li gorî Ofîsa Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (Ocha), ji destpêka demsala baranê ya meha Îlonê û vir ve li Burundiyê herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dane, 175 kes jî birîndar bûne.
Li Kenya, Somalî û Etiyopyayê ku hewl didin ji ziwatiya herî xirab a 40 salên dawî rizgar bibin, di dawiya sala 2023’yan de baranên dijwar rê li ber mirina zêdeyî 300 kesî vekir.