Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şerîk: Çîna karker divê li ber şer rabe
Kurdistan

Şerîk: Çîna karker divê li ber şer rabe

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman, yekdestiya li ser kedxwariyê hatiye avakirin, çavkaniya esasî ya şerê li Kurdistanê ye û destnîşan kir ku karker û kedkar divê li dijî şer têbikoşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk li ser 1’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Cemal Şerîk anî ziman ku karker û kedkarên li Tirkiye û Kurdistanê gelek caran nîşan dan ku 1’ê Gulanê ne cejneke ji rêzê ye, temsîliyeta têkoşîna serketinê ye û got, “Li gel êrîşên serdestan, hêzên desthilatdariyê, hêzên wan ên paramîlîter û hêzên faşîst ên fermî, karker û kedkaran ev yek bi ser xistin. Di encama vê sekna bi biryar, rêxistinî û israra di têkoşînê de kirin ku hêzên mêtinger, serwer paşve gavê biavêjin.”

Cemal Şerîk anî ziman ku di vê serdemê de jî ji bo parastina ruh û cewhera şoreşgerî ya 1’ê Gulanê divê ev yek esas bê wergirtin û got, “Divê bibin parêzvan û rêveberên çalak ên têkoşîna azadkirina kedê. Bêguman mebest ji azadkirina kedê divê rast bê fêhmkirin. Mebest ji vê yekê ew e ku dawî li yekdestî û mêtingeriya li sed kedê bê anîn. Divê rast bê destnîşankirin ku têkoşîna kedê divê easî be. Di vê çarçoveyê de heta ku mêtingeriya li ser kedê hatiye avakirin, yekdestiya li ser mêtingeriya kedê hatiye avakirin neyê parçekirin, ked ti carî azad nabe. Nêzîkatî divê li ser vê bingehê be. Divê were zanîn, tenê daxwaz û nêzîkatiya mîna zêdekirina mûçeyan û berfirehkirina mafan nêzîkatiyên deng e, di çarçoveya sînorên sîstema talan û mêtingeriyê de ne, rewakirina sîstema talan û mêtingeriyê ye.”

Cemal Şerîk ragihand ku polîtîka, meyl û nêzîkatiyên ku îro li pêşiya kedkar û karkeran astengiya herî mezin e, ya ku têkoşîna kedkar û karkeran difetisîne û teng dike li ser vê bingehê ne û got, “Bi her cûre rê û rêbazan, bi nixumandina aliyên siyasî û îdeolojîk, bi sivikkirina têkoşîna karker û kedkaran û nîşandana vê têkoşînê tenê ji bo têrkirina zikê xwe, tê xwestin ku karker, kedkar weke parçeyek ji sîstema mêtingeriyê bê nîşandan. Ji bo ev yek bê kirin jî her cûre derfetên dewletê têne bikaranîn. Her wiha dikare bê gotin, îro li Tirkiyeyê ya ku tê xwestin bê serwer û bi bandorkirin ev nêzîkatî û fikir e. Sendîkayên zer ên ku îro ev yek ji xwe re kirine hinceta hebûnê, terbiyekirina gelê xizan a bi birçîbûnê ji xwe re kirine esas û veguherîne taşeronê sîstemê, bûne ew rêxistinî ku hêzê di destê xwe de dihêle. Ji ber vê yekê têkoşîna azadkirina kedê di heman demê de divê li dijî sendîkakariya zer jî bê kirin ku bi hişmendiya karker û kedkaran dilîze û hewl dide wan bike parçeyek ji sîstema mêtingerî û talanê.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku têkoşîna azadkirina kedê bêguman tenê bi vî rengî nîne û got, “Yekdestiya ku li Tirkiye û Kurdistanê li ser kedxwarî û sîstema mêtingerî û talanê hatiye avakirin, çavkaniya bingehîn a şerê qirêj taybet û qirker ê li Kurdistanê ye. Ev yekdestî di heman demê de mîna zincîrekê ye ku dest û milên karker û kedkaran girê daye. Ji bo rizgariya ji vê zincîrê divê ev yekdestî teqez bê şikandin. Ev yek jî bi tevlîbûna li nava têkoşîna li dijî şerê qirêj-taybet ê faşîst, mêtinger, qirker ê li Kurdistanê dibe. Eger ev çavkanî bê ziwakirin wê astengiya herî mezin a li pêşiya azadkirina kedê ji holê hatibe rakirin.

Lewma daketina qadên 1’ê Gulanê û karên divê bêne kirin pêwîste li gorî vê yekê bêne kirin. Têkoşîna azadkirina kedê divê ji têkoşîna li dijî şerê qirêj mêtinger talanker û qirker ê li Kurdistanê neyê qutkirin, kevneşopiya 1’ê Gulanê bê parastin û kevneşopiya têkoşînê bê temsîlkirin. Qadên 1’ê Gulanê jî bi dirûşmên li ser vê bingehê divê bêne hejandin.”

Cemal Şerîk diyar kir ku Şoreşa Kurdsitanê şoreşeke enternasyonal e û destnîşan kir ku mêtingeriya Kurdistanê hem li qada navneteweyî hem jî li nava dewletan işaretê bi vê rastiyê dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk anî ziman ku ew di pêvajoyeke gelekî krîtîk û dîrokî de ne û got, “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn hindik maye ku sala 34’an tijî bike. Di nava vî şerî de li ser encama vê pêvajoya krîtîk hejmara pirsan zêde dibe. Bêguman di nava van pirsan de ya herî girîng û balkêş jî têkildarî karker, kedkar, gelan, jin û ciwanan e. Ji ber ku ew li derveyî aliyê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn wan temsîl dike. Ne tenê vê yekê dikin, her wiha li hemberî aliyên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ew alternatîfa xwe diafirînin û wezîfeyên xwe destnîşan dikin. Ev yek jî wezîfe û berpirsyariyeke di asta gerdûnî de ye. Gelekî girîng e ku di 1’ê Gulanê de ev wezîfe bê diyarkirin û bicihanîn. Rêber Apo ku rêberê naventeweyî ye bi paradîgmaya xwe rê nîşan dide. Pêngava ku bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ya ku 10’ê Cotmeha 2023’an destpê kir, hêzê dive vê yekê.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêşwazîkirina 1’ê Gulanê gelekî bi wate û cuda ye. Karker, kedkar, jin, ciwan, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adarê û 4’ê Nîsanê de bi helwest û sekna xwe ya şoreşgerî nîşan dan ku wê 1’ê Gulanê ji her demê hîn bêhtir bi heybet pêşwazî bikin û qadan dagirin.

Bi baweriya ku 1’ê Gulanê wê bi coş û kelecaneke bi vî rengî bê pêşawzîkirin, 1’ê Gulanê di serî de li Rêber Apo, li karker û kedkaran, li gelên me û hemû gelên bindest, li karker û kedkarên mezlûm pîroz dikim.”

Cemal Şerî di dawiya axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî û bi minet bi bîr anî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Paûl Karavanagh: Abdullah Ocalan hêvî ye
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk a dagirker Şehba û Minbicê topbaran dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed: Divê jin di pêvajoya avakirinê de rolek bibandor bilîzin

Îlham Ehmed di konferansa li Qamişloyê de destnîşan kir ku divê jinên Kurd di pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê bi peymanên veşartî zêdeyî 25 hezar koçber şand welatên sêyemîn

Li gorî lêkolîna tora rojnamevanan Forbidden Stories, ji dema destpêkirina jinûve wezîfeya serokatiyê ya Donald…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?