Pirtûka Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê û siyasetmedara girtî Gultan Kişanakê ya bi navê ‘Rengê Binevşî yê Siyaseta Kurd’ ji aliyê daraza dewleta Tirk ve hate qedexekirin.
2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Îzmîrê di çarçoveya qanûna hejmar 2022/9865’an de ji bo pirtûkê biryara qedexeyê da û biryar da ku li tevahiya welat pirtûk were berhevkirin.