Pêncşem, 1 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Halîde Turkoglû: Tecrîd li her qada jiyanê belav bûye
Rojane

Halîde Turkoglû: Tecrîd li her qada jiyanê belav bûye

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, tecrîda li Îmraliyê li her qada jiyanê belav bûye û destnîşan kir ku bi siyaseta rêya sêyemîn tecrîd dikare bê şikandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, di nava şert û mercên giran de tecrîdkirî ye û 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê nirxand.

Halîde Turkoglû anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku nîşaneya vê sîstemê ya li welêt e, polîtîkayên qirêj ên ku bi kodên netewe-dewletê dimeşîne bi rejîma tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê şênber kiriye.”

Halîde Turkoglû ragihand ku rejîma faşîst li gorî karaktera xwe bi polîtîkayên nijadperest û neteweperest bi salan li vî welatî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd krîmînalîze kiriye, hewl da ku êrîşên xwe rewa bike û got, “Bi tinehesibandina nasname, çand û zimanê gelê Kurd siyaseta înkar û îmhayê ji xwe re kir esas. Polîtîkayên şerê qirêj ê ku bi armancên emperyal 22 sal in dimeşîne, welat xist nava krîzên piralî û desthilatdarî jî her roj hîn bêhtir lawaz bû. Di bin navê ‘mayindebûna milet û dewletê’ de mayindebûna xwe, sermayedar û çeteyan parast. Rejîma ku ev polîtîkayên wê îflas kir, kete nava lêgerîna li hêzeke nû û hîn bêhtir giranî da ser zext û otorîtebûyînê. Hedefa rejîma zordar careke din bû gelê Kurd, jin, ciwan, karker, kedkar û gelên bindest. Fikrê ku her mirovên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê li ser digihêjin hev jî, bû hedefa esasî. Tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, nabe ku ji van hemûyan cuda bê nirxandin.”

FIKRÊN ABDULLAH OCALAN JI ALIYÊ HER BEŞEKE CIVAKÊ VE HATIYE QEBÛLKIRIN

Halîde Turkoglû diyar kir ku aqlê dewleta Tirk ku dixwaze li pêşiya belavbûna perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li cîhanê bibe asteng, bi kûrkirina tecrîdê dixwaze li pêşiya çareseriyê bibe asteng û got, “Ji ber ku fikrê jiyana azad û wekhev ê gelan ê li dora paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Birêz Ocalan li vê xakê bi cih tê, tecrîd hate girankirin. Çareseriya li dijî hêzên ku di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê ferz dikin, afirandina Rêya 3’yemîn e û ev fikir li nava gel hatiye qebûkirin. Li dijî mejiyê ku jinê tine dihesibîne û talan dike, li nava jinên berxwedêr hatiye qebûlkirin. Di nava wan ciwanan de hatiye qebûlkirin ku dibêjin em roja xwe ya îro û paşeroja xwe ji rejîma faşîst re nahêlin. Di nava çîna karker a berxwedêr de hatiye qebûlkirin ku li dijî xizanî, bêkarî û mêtingeriyê li ber xwe didin. Li dijî şerê parvekirinê û hêzê yê desthilatdarên serweriya mêr ên kapîtalîst ên li ser gelên Rojhilata Navîn, hêviya jiyana bi hev re ya bi cihêrengiyan a gelên Rojhilata navîn şîn kir û bû tirsa rejîma faşîst. Pejirandina vî fikrî tê wateya hilweşandina polîtîkayên zayendîperest, neteweperest, nijadperest ên desthilatdariya faşîst. Divê hîn bi şênberî bê vegotin bê tişta tê xwestin li Îmraliyê bê tecrîdkirin çi ye.”

AQLÊ DEWLETÊ NEÇAR E KU WINDA BIKE

Halîde Turkoglû ragihand ku tecrîda li ser gelê Kurd her roj hîn giran dibe û got, “Ji bo rewakirina polîtîkayên ku neçareseriyê li pirsgirêka Kurd ferz dikin, tecrîd tê girankirin. Ji bo fikrê Birêz Ocalan li nava gelan, jinan, ciwanan, karker, kedkar û bindestan hîn bêhtir belav nebe, israr di tecrîdê de tê kirin. Rakirina tecrîdê tê wê wateyê ku fikrê demokrasî, hiqûq, wekhevî û azadiyê hîn bêhtir bigihêje gelan. Tê wateya rû bi rû bûna li sûcên li dijî mirovahiyê, eşkerekirina rastiyan li ser vê xakê ye. Aqlê dewletê ku li ser rêya bêhiqûqî û faşîzmê dimeşe, bi israra di tecrîdê de careke din wê mehkûmî têkçûnê bibe. Mîna ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de têk çûn.”

SIYASETA RÊYA 3’YEMÎN

Halîde Turkoglû işaret bi berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehan kir ku demeke dirêj e dewam dike û got, “Di vê çarçoveyê de heta ku daxwazên ji girtîgehan bilind dibin civakî nebe, zexteke civakî neyê kirin, mirov nikare hêvî bike ku rejîma faşîst gavê paşve biavêje. Em dibînin ku li şûna bicihanîna van daxwazan bi kûrkirina di tecrîdê polîtîkaya tepisandina têkoşîna azadiyê de israr dike. Rejîma faşîst ku nikare xwe li têkçûna di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê rabigire konsepteke nû ya şer xistiye meriyetê. Bi polîtîkayên ku neçareseriyê li ser pirsgirêka Kurd ferz dike, li ser Rojava û Başûr operasyonan dike ku ev yek bêguman nabe ku ji vê rewşê cuda bê nirxandin. Konsepta şer li ser înkar û îmhakirina Kurdan hatiye amadekirin. Wê tecrîda li ser fikrê ku vê siyaseta şer têk bibe, israr bike. Li dijî vê bêhiqûqiyê divê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, karker, kedkar, jin, ciwan û hemû bindest li dijî tecrîdê tevna têkoşînê bi rengê herî xurt ava bikin. Bi kombûna di siyaseta rêya 3’yemîn de, bi avakirina yekîtiya herî xurt a dijberiya şer tecrîd dikare bê şikandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê GULANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Li girtîgehê girtiyekî din hate qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ozturk: Desthilatdarî divê êdî gavê biavêje

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk ku daxuyaniya dawî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûr dişewitîne

Ji ber bomberbarana artêşa Tirk a dagirker li gelek gundan şewat derket. Welatiyên ku dixwazin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan hempîşeyên xwe Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bibîr anîn

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku dema êrîşên li ser Herêmên Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Kurdistanî li gel rojeva jinûveavakirinê dikevin sala 2026’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?