Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh êvarî cenazeyê jinek ciwan di robarê Dêrelok a ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Duhokê de hatiye dîtin.
Heman çavkaniyê ragihand ku temenê jina ciwan nêzî 30 salî ye, lê derbarê nasnameyê de ti agahî nehatin bidestxistin. Hate gotin ku piştî cenaze hate dîtin, derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.