Yekşem, 17 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozof Santiago Zabala: Hewldanên Ocalan divê vala neçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel, çareserî bi baweriya gel a bi aşitî û biratiyê re pêkan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Pêvajoyekî bêyî Elewiyan nayê qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê meşa 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dogû: Eger jin bi rêxistinî tevbigerin wê karibin sîstema dewletê ji holê rakin
Jin

Dogû: Eger jin bi rêxistinî tevbigerin wê karibin sîstema dewletê ji holê rakin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû got, jin tenê bi nêzîkatî û tevgereke rêxistinbûyî dikarin sîstema dewletê ji holê rakin ku gihîştiye asta faşîzmê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû tevlî bernameya Xwebûnê bû ku li Jin TV hate weşandin û têkiliya sîstema bi serweriya mêr a bi faşîzm û desthilatdariyê nirxand.

 

Faşîzmê li ku derê destpê kir? Em ji vê pirsê dest bi bernameyê bikin. Divê em faşîzmê ji ku de bidin destpêkirin, çawa pênase bikin? Wek ku em her tim pênase dikin faşîzm tenê serdestiya nijadekî li ser nijadekî ye?

Faşîzm xwe dispêre kokeke dîrokî. Di wateya zîhniyeta desthilatdarî de, hakîmiyet de, tekitî de helbet cudahiyên pêvajoyan ên ku em jê re dibêjin faşîzm hene. Pêvajoyên ku yekem pergalên serdest derketine hene û yek jî rastiya roja me heye. elbet ev bêhtirîn di sedsala 20. de bi taybetî jî di serdemên faşîzma Hîtler, Mûssolînî û Franco de têgînî bû. Lê tenê nikarin bi wan pêvajoyan re sînordar bigrin dest. Bi rastiya tê jiyîn re jî nabe ku tenê bi wê serdemê re sînordar bigrin. Faşîzm xwe dispêre tekitî ye. Serweriya nijadekî li ser nijadekî, serweriya neteweyekî li ser neteweyekî, serweriya çînekî li ser çînekî. Ji bo xwe serwer bike jî tundî, zextê di asta herî jor de, herî dijwar de bikaranîn wek pergaleke rêveberî, wek rastiyeke pergalê hat qebûlkirin. Em nikarin vê ji pêvajoya avabûna serdestiyê cuda bigrin dest. Serdestiya yekem li ku derê derket holê? Dema mêr li ser jinê serwerî çêkir derket. Lewra jî, dema em rastiya faşîzmê dinirxînin tenê neteweyî, çînî, nijadî nirxandin, bi wê re sînordar hiştin wê bibe nêzîkatiyeke kêm. Ji ber ku em heman demî wek hêz li dijî faşîzmê jî têdikoşin. Em jî wek Tevger wiha ne. Derveyî me jî rêxistinên çepgir, anarşîst ên li dijî faşîzmê têkoşîna antî faşîzmê didin hene. Divê em têgiha faşîzmê ji çarçoveyeke firehtir bigrin dest û li ser îstîsmara zayend ve jî pênase bikin. Çima? Ger em dixwazin têkoşîneke bi kok û radîkal bidin meşandin, ger em birastî jî dixwazin têkoşîneke ku faşîzmê ji holê rabike bidin meşandin wê çaxê divê em teqez aliyê wê yê îstîsmariya zayend jî bibînin. Em dizanin ku desthilatdariya mêr ji destpêkê de di nav xwe de tovên faşîst dihewîne; bi pêvajoya kapîtalîzmê re, bi yekdestiya desthilatdariyê re ev bi awayekî hîn zelaltir derket holê. Lewra jî, pir girîng e ku em diyardeya mêraniya serdest û rastiya faşîzmê di nav hev de fêm bikin, wiha pênase bikin û stratejiya têkoşînê diyar bikin. Em tenê wek çarçoveya teorîk diyar nakin lê helbet ev jî xaleke girîng e. Yekbûyîna teorîka wê danîna holê jî girîng e lê ji bo têkoşîna antî faşîst pêş bixin jî wê nêzîkatiyeke stratejîk derbixe holê. Divê em vê yekê bêjin, diyardeya serdestî tê wateya desthilatdarî. Desthilatdarî çi ye? Hêz bûyîn e. Hêz bûyîn; di gerdûnê de, xwezayê de, jiyana civakê de wek diyalektîka hemû zindiyan derdikeve holê. Her hebûnek hêzek e. Di xweza û gerdûnê de her hebûn ji hev cuda ye. Ti hebûn naşibin hev. Her yek cudahiyeke pênase dike. Xweza pirrjimar e, civak pirrjimar e, gerdûn pirrjimar e. Bi cudatiyên xwe re pirrjimariyê jî îfade dikin. Di nav her pirrjimariyekî de hêzekî dihewîne. Ya heyî ya xwezayî ye. Lê diyardeya desthilatdarî çi ye? Bi giştî dixwaze serweriya xwe çêbike. Dixwaze xwe bigihîne navendeke hêz e. Lewra jî di desthilatdarî de pirrjimarî nîne. Çeşîtdarî, cudatî naskirin nîne. Tenê bi hebûna hêza xwe tevdigere. Divê vê çawa bike? Divê hêzên din berteref bike. Dixwaze li ser tinebûna çeşîtdarî, cudatî, pirrjimariyan xwe ava bike. 

Em dikarin wiha bêjin; mêrîtiya desthilatdar dibe faşîzmê ava dike?

Erê, li vir derdikeve holê. Jixwe têgiha desthilatdar bixwe wiha ye. Dibe ku wek desthilatdariya dewletê jî wiha be, wek rastiya zayend jî, wek rastiya serdestiya mêr jî wiha be. Jixwe destpêkê bi serdestiya mêr re derketiye holê. Dema serdestiya mêr cara ewil derkete holê li beramberî wî pergal û nasnameyeke xurt a jinê hebû. Dema xwest xwe bike desthilatdar destpêkê berê xwe da çi? Rastiya jinê. Xwest li ser bêhêzbûna jinê serweriya xwe pêş bixe. Lewra jî, ji destpêkê ve tovên faşîzmê di xwe de dihewîne. Ya cuda qebûl nake. Mirov wek du zayend -jin û mêr- heye. Çeşîtdariya ewil wek du zayend derketiye holê. Dema civakbûn pêş ketiye, bi hêz bûye cudahiyên çandî jî çêbûye. Wek ziman, wek nijar cudahî destpê kiriye. Yek reş e, yek zer e, yek spî ye an jî temen cuda ne. Curbicur cudahî hene. Dema desthilatdarûyîn derketiye holê destpêkê wek asteng wek alternatîf jinê girtiye hemberî xwe. Lewra jî, ji bo bibe desthilatdar diviyabû destpêkê jinê bêhêz bike. Jixwe ji bo vê hem zexteke îdeolojîk derketiye holê hem jî nêzîkatiyeke ku  wek fîzîkî jinê bêhtir bindest dike, îstîsmar dike, tundî bi ser jinê de diçe, li malê heps dike, li rastiya malbatê heps dike, qanûn-rêgezên van derdixe, avahiya exlaqî bi zayendperestiyê dihûne derdikeve holê. Ev nêzîkatî xwe piştre wek pergal rêxistin dike. Avabûna dewletan, çînayetî, serweriya beşekî li ser beşekî, serweriya ol û mezheban li ser hev, şerê serweriya di navbera neteweyan de ev hemû çavkaniya xwe ji vir digrin. Berê jî hêzên kapîtal hebûn, hêzên sermaye hebûn lê xwe wek pergalekî rêxistin nekiribûn. Qadeke ku bi riya tucarên bazirganî dimeşiya hebû lê xwe wek pergalekî rêxistin nekiribû. Bi pêşketina kapîtalîzmê re, bi pêvajoya 500 salî re kapîtalîzm xwe li Rojavayê Ewrûpayê wek pergal rêxistin kir. Lê destpêkê çi kir? Destpêkê jinên zana qetil kirin. Divê em li vir jî şopên faşîzmê bibînin. Ji bo wê dibêjim nikarin tenê bêjin bi serdema Hîtler re destpê kir. Li wê demê jinên zanyar di bin navê pîrhebok de şewitandin. Hermetîk hene, sîmyavan hene; jinên ku zanyarî û alternatîfa wê demê îfade dikirin hebûn. Şoreşger û mûxalifên wê serdemê bûn. 

Lewra jî, dema pergala kapîtalîst xwe wek pergal rêxistin kir destpêkê van beşên civakê bi awayekî pir hovane ji holê rakir. Bi êşkenceyan, bi rêbazên tund ên nehatine dîtin ew qetil kirin û li gel vê yekê mêtingehan jî ava kirin. Li dijî Hindîstan, welatên Efrîkayê, bi keşfa Amerîkayê re li dijî gelên xwecihî yên Amerîkayê hem qetlîam pêk anîn hem jî pêvajoya kolekirinê dan destpêkirin. Ev kiryar pir faşîzane bûn. Ji qetlîamên Hîtlerê pir jî ne cuda nebûn. 

Em dibêjin şerê cîhanê lê di her şerekî de mêrîtî ji nû ve zindî dibe. Di şerê cîhanê yê duyemîn de bi faşîzma Hîtler re mêrîtî ji nû ve zindî bû lê îro jî em şerê cîhanê yê sêyemîn dijîn. Li her derê li her welatekî jin tên tepisandin, mêrîtî ji nû ve tê zindîkirin.

Diyalektîk li vir destpê dike. Destpêkê ezmûnek mezin tê qezenckirin piştre her diçe kûr dibe, belav dibe û dibe faşîzm. Her tim şer heye. Tê gotin ku şerên cîhanê wek şerên 4 salan hatine jiyîn. Lê bi pêşketina kapîtalîzmê re her tim şer heye.  Di şaristaniyên berê de jî her tim şer hebû lê ewqas bi girseyî qirkirin nîn bû, berbelavî her derê nebûbû. Piştî sedsala 20. ev şer bêhtir belav bûn. Wek we got, belavî hemû serdema bûye ev şer û em jê re dibêjin şerê taybet.  Em dibêjin şerê li dijî civak, jin, xweza jî.  Her yek ji van şeran berê xwe dide jinê û belavî hemû civakê dibe. Lewra jî, di rastiya roja me de serdestiya mêr bi pênaseya faşîzmê re hevpar dîtin wê ne şaş be.  Dibe ku pir giran be. Helbet ev rastiyeke pergalî ye lê em şêwazên qetlîaman binêrin; em hemû bîlançoyan komî ser hev bikin, em hejmara jinên ku di şerê cîhanê yê yekemîn de hatine kuştin û hejmara jinên ku di serdema kapîtalîzmê de hatine kuştin bînin gel hev emê bibînin ku ti ferq nîne.

Li gorî daneyên lêkolînên dawî -helbet ev dane her roj tên guhertin- li cîhanê her roj 137 jin tên kuştin. Mirov ji bo salekî hesab bike her sal li cîhanê 50 hezar tin kuştin. Ev bîlançoyeke şer e.

Bîlançoya şer e. Em şerê Hamas-Îsraîlê binêrin. Dibe ku dayîna ber hev ne rast be. Her mirovek pir bi nirx e. Lê ez dixwazim balê bikşînim ser rastiyekî. Li seranserê cîhanê qetlîamên ku bi destê mêr çêdibin binêrin, yên ku dewlet birêxistin dikin, beralî dikin û belav dikin binêrin wek ku şerek qewimiye. Em ê vê yekê wek siyasî çawa îfade bikin? Ji bo her cînayeke jin dibêjin; hevjîna wê kuşt, hezkiriya wê, bavê wê, birayê wê kuşt, dema di kolanê de dimeşiya kuşt. Ev kuşt, ew kuşt… Tê û derbas dibe. Lê gelo pênaseyeke vê ya siyasî nîne? Her diçe partiyên rastgir ên radîkal bêhtir dibin desthilatdar. Ev jî nîşan dide ku li cîhanê şêwazê siyasetê bêhtir ber bi rast ve dişemite. Dibe ku bi têkoşîna gelên cîhanê, têkoşîna jinan re hin werçerxe çêdibin lê meyileke wiha jî heye. Faşîzma ku bûye desthilatdar mêrê faşîst jî derdixe holê. Mijara me ya berê li ser derûniya jinê bû. Pergal her hewil dide derûniya jinê xira bike, her hewil dide wek hîsterîk, wek din nîşan bide. Ya rast, pergal xwezaya mêr jî pir xirab kiriye. Rast e ya jinê jî xira dike lê berxwederiya jinê heye. Dema em ji hêla rastiya mêr ve dinêrin; pergal ji pastaya xwe parek dide mêr û bêhtir ber xwe ve dikşîne. Lê mêr bi faşîzmeke dijwar re rû bi rû dimîne. Ji pergala faşîzmê xwe têr dike. Bi ti awayî cudabûnê, redkirinê qebûl nake. Mirov dibe ku hev du nas bikin, qebûl bikin, red bikin. Qetlîamên jinan herî zêde li ku derê çêdibin? Em li hevjînên ku  hevdu berdane an kî wê hevdu berdin binêrin. Jin mêr red kiriye. Mêr tê jinê qetil dike. Çima redkirina jinê dibe sedema kuştina wê? Ev bi aqilê desthilatdar re têkildar e. Zîhniyeta faşîst tiştekî wiha ye. Qebûl nake ku ya beramberî wî îradeyek e, nasnameyeke wê heye. Ev jin dikare red bike. Lê tebata mêr ji vê re nîne, cudahiyê qebûl nake. 

Em behsa rastiya mêrê desthilatdar dikin. Mînaka herî şênber beriya serhildanên Jin Jiyan Azadî, beriya qetilkirina Jîna Eminî bû. Ev jî rastiya mêrê desthilatdar bû. Dibin navê polîsên exlaqê de mêrîtiyeke ku xwe xistiye mal, malbat, kolanê heye û her tim hewil dide li ser jinê zordestiyê bike.

Ev zordestî jî pir zirav e. Netewe dewlet jî rastiya hemwelatîtiyê ji her alî ve digrin bin kontrolê, beralî dikin. Lê dema em ji aliyê têkiliya jin û mêr ve dinêrin ev hîn kûrtir e.  Dema dibêjin ‘dewlet’ kêmek jî be navberek heye. Lê têkiliya jin û mêr, malbat, xwişk-bira, bav-keç tiştekî bêhtir navxweyî ye. Raste rast bi jiyanê re rû bi rû ye. Desthilatdariya di van têkiliyan de hîn xirabtir e. Êşa wê hîn girantir e. Encamên ku van qetlîaman ava dikin hîn kûrtir e parçe dike. Di serî de ji bo jinan rewşeke zehmet e lê divê em rewşê ji aliyê mêran ve jî bigrin dest. Lewra jî, ev mijara nîqaşê pir girîng e. Em jin destpêkê li ser mijarên ku bi nasnameyên xwe tên bindestkirin û perçiqandin nîqaş dikin. Em li dijî serdestiya mêr têdikoşin.  Lê yek jî divê mêr vê yekê nîqaş bikin.  Xwezaya jinê heye lê ma xwezaya mêr nîne? Mêraniya nehatiye xirabkirin mêraniyeke çawa ye? Em behsa civakên xwezayî dikin. Bi deh hezaran salan bê pergaleke mêtinger di nav civakên xwezayî de bi hev re dijiyan. Lê desthilatdarî ji jor de destpê kir, ji dewlet ve destpê kir, belavî mêrên di nav malbat û civakê de bû û faşîzm bi vî şeklî belav bû. Belavî nav malbatan bû. Mêritiya ku pergalê bi rêve dibe di vê mijarê de pir bi biryar e, di bindestkirinê de pir bi biryar e lê ez ji bo mêrên ku di lêgerîna azadiyê de ne dibêjin. Divê ev mêrîtî bê lêpirsînkirin. Ew feraseta ku dibêje ‘yekane hêz ez im’, feraseta hêz û hevberî divê bê lêpirsînkirin. Di xwezayê de jî, mirov de jî nakokî hene, cudahî nakokiyan jî derdixe holê. Lê ma divê ev nakokî her tim ji bo hevdu tine bikin hebin? Ma divê ji bo ser hevdu zordestî pêk bînin hebin? Gelo riyekî din nîne? Gelo nakokî nikarin bi diyalogan bên çareserkirin? Nikarin bi nîqaşan bên çareserkirin? Nikarin li ser bingeha pozîtîf bên çareserkirin? Faşîzm vê yekê ji holê radike. Zîhniyeta faşîst ya wê ji holê rabike, ya tu yê bibî ya wî, yan jî tu yê tine bibî. Bi dîlemayeke wiha re rû bi rû dihêle. Heke jin nebe ya mêr divê bibe ya axê.

Hûn di vê mijarê de difikirin ku ji hêla mêr ve jî qelişînek çêbûye?

Dibe ku di nav pergalê de hêzên antîkapîtalîst hebin, tevgerên çepgir ên ku dixwazin li dijî pergalê têbikoşin hebin, tevgerên anarşîst hebin. Ev ji bo dijberiya pergalê girîng e.  Lê gelek caran mêrîtiyê pir zêde lêpirsîn nakin. Dibe ku mirovek sosyalîst be lê di nav malê de wiha nîne. Ger ne zewicî be jî, têkiliyên wî bi hezkirina xwe, bi dayika xwe heye. Li vir azadiyek naye dîtin. Ev ji bo welatparêzên me jî wiha ye û divê bê nirxandin. Welatparêz e, heta dawiyê bi vê têkoşînê re ye. Lê di nav malê de çiqasî azadîxawaz e? Ji aliyekî ve mêrên ku dixwazin têkoşîna demokratîk û azadiyê bidin hene. Lê ev mêr çiqasî azadiyê jinê esas digrin, çiqasî hewil didin mêrîtiya xwe demokratîk bikin, mêrîtiya xwe dikujin? Divê ev bên lêpirsînkirin. Piştî ku Jîna Eminî li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat kuştin; serhildan pêş ketin. Beşdariya mêran pir zêde bû. Lewra jî, gelek mêr hatin sêdarekirin. Tenê ji bo beşdarî xwepêşandanekî bûn hatin qetilkirin, di kêliya xwepêşandanan de hatin qetilkirin, birîndar bûn, bi zextên pir mezin re rû bi rû hatin. Hê jî tên sêdarekirin.  Divê ev bên nirxandin. Ev mêr bi wesîleya jinekê bi gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ tevlî pêvajoya serhildanan bûn. Ev girîng e. 

Şiyarbûnek e. 

Rast e dikarin bêjin şiyarbûnek e. Xaleke ku divê em pê bigrin û binirxînin. Girêdayî vê li seranserî cîhanê hin rewş qewimîn. Li gelek cih piştî qetilkirina Jîna Eminî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî çalakî hatin lidarxistin. Kêmek jî be nêzî têkoşîna azadiya jinê bûyîn çêbû. Lêgerînek heye.  Dikarin bêjin pêvajoyeke ku azadiyê bi azadiya jinê ve girêdayî dîtin destpêkir.  Em nikarin yekser bêjin mêr jî azad bûn. Ev mijareke lêpirsînê ye.  Veguherîna mêr bi xurt rêxistinbûna jinê re têkildar e. Bi qasî jin azad bû, bû hêz û vîneke bi rêxistinî; mêr jî wê xwe biguherîne û veguhere.  Heta zexteke wiha çênebe – helbet ez di wateya serwerî de nabêjim– heta pîvanên red û qebûl ên jinê dernekeve pêş, heta nebe hêzeke bi rêxistinî û xweparastinê zehmet e ku mêr xwe biguherîne û veguhere.  Ji ber ku ew jî ji şerbeta desthilatdariyê zêde zêde vedixwe. Wek serdestiya mêr jî, mêr bi wir ve hatiye girêdan. Divê em wî ji wir qût bikin. Tişta ku wî ji wir qût bike jî têkoşîna azadiya jinê ye, hêza wê ya birêxistinî ye. Lewra jî, rast e li wir qelîştokek vebûye, şiyarbûnek destpê kiriye lê hîn bêhtir pêşxistina vê wê bi têkoşîneke bizana re çêbibe.

Em vê yekê dibînin. Gelek mêrên ku ji mêrîtiyê nerehet in hene.  Lêgerîneke pir zêde a azadiyê heye. Dema em di nav Tevgera Azadiyê de jî nameyên gerîlayên ku çalakiyên fedaî kirine dinêrin dibînin ku lêhûrbûn û pevçûneke kûr jiyane. Rexnedana wan a ji jinan re jî nîşan dide ku ew jî ketine riyeke wiha. 

Rêber APO bi wêrekiyeke ku kes nikare nîşan bide got “Ez tu car nebûm zilam. Min nexwast bibim zilam. Zilamtî mêrîtiya serdest e.” Her tim ji vê dûr ma, têkoşiya. Yek jî got “min zilamtiya di xwe de kuşt”. Vê gotinê gihand têoriya “kuştina zilam”. Helbet di wateya fizîkî de negot bawer im tê fêmkirin. Di wateya zîhniyet de got kuştina zilam. Ji bo jinê got ‘qûtbûna ji zilam’ lê mirov dikare vê ji bo mêr jî bêje. Divê mêr jî ji mêrîtiya serdest xwe qût bike. Ev têkoşîna ku Rêber APO ji xwe da destpêkirin têkoşîna me ya di nav partiyê de û têkoşîna me ya azadiya jinê ji bo hevalên me yên xort jî pêvajoya guhertin û veguherînê ava dike. Ji bo jinê têkoşîna azadiyê têkoşîneke dimeşe ye. Em nikarin bêjin azad bûne. Ev ji bo hevalên xort jî wiha ye. Lê helbet hevalên xort kêmek din ji paş de tên. Zilamtiyê kuştin zehmettir e.  Ji ber ku nakokî û qrîzên me zêdetir in, ji ber ku em dizanin em kole ne û vê yekê baştir hîs dikin em dikarin di têkoşîna azadiyê de hîn bi wêrek lêpirsîn bikin. Zehmettir e ku mêr ferq bikin ku ew jî koleyên pergalê ne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê IQ’ya zarokê 12 salî ji Eînsteîn û Hawkîng bilindtir derket
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser: Em ê tu carî ji bo parastina destkeftiyên xwe, gav paş de neavêjin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hilbijartinên Elmanyayê: Friedrich Merz serketina CDU/CSU’yê îlan kir û AfD bû duyemîn

Di hilbijartinên Elmanyayê de Olaf Scholz têkçûna xwe qebûl kir, Friedrich Merz serketina tifaqa CDU/CSU’yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê mayina DAÎŞ’ê teqiya: Zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li rojavayê Dêrazorê di encama teqîna mayineke çeteyên DAÎŞ’ê de zarokek jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 14’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?