Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    112 xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zexta ‘bidawîkirina çalakiyê’ li rojnamevan Şêrwanî tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa ber bi azadiyê ve: Li Sûrê meşa ber bi bîra kolektîf ve

    Ji aliyê Stêrk TV

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Rewşa tenduristiya Ecevît Pîroglû xirab e, jiyana wî di xeteriyê de ye’
Rojane

‘Rewşa tenduristiya Ecevît Pîroglû xirab e, jiyana wî di xeteriyê de ye’

Platforma Dengê Girtiyan wiha got: “Jiyana şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû yê ku ji aliyê dewleta Sirbîstanê ve hatî girtin, di xeteriyê de ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Platforma Dengê Girtiyan (TSP) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Jiyana şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû yê ku ev 3 sal in ji aliyê dewleta Sirbîstanê ve hatî girtin, di bin xeteriyê de ye. Dewleta Sirbîstanê ji bo ku Ecevît Pîroglû radestî dewleta Tirk a faşîst bike, hîn jî wî di girtîgehê de digire.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Duyemîn a ku Pîroglû di 12’ê Sibata 2024’an de dayî destpêkirin, gihişt asteke krîtîk. Pîroglû daketiye 48 kîloyê. Berê ji bo ku radestî dewleta Tirk neyê kirin, qasî 136 rojan greva birçîbûnê kir û bedena wî pir lewaz bûbû. Mafê tedawiyê yê Pîroglû jî hatibû astengkirin.

Dadgeha Bilind a Sirbîstanê biryar daye ku Pîroglû radestî Tirkiyeyê nayê kirin. Tevî vê biryarê jî Pîroglû ji Hezîrana 2021’an ve girtî ye. Pîroglû 12’ê Çileya 2024’an hate tehliyekirin, lê heman rojê ji aliyê polîsê Sirbîstanê ve dîsa hate girtin û bi bin navê ‘kampê’ de birin girtîgeheke din. Ev pêkanîn hem li dijî hiqûqa dewleta Sirbîstanê, hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e.

Ecevît Pîroglû ji dema hatî girtin û vir ve, di bin xeteriyê de ye ku di encama bazariyên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û Sirbîstanê de radestî dewleta Tirk bê kirin. Sedemê girtina wî jî daxwaza îadeyê ya dewleta Tirk e. Îadeya Pîroglû ya ji dewleta Tirk re di encama kampanyaya li qada navneteweyî hatî meşandin û berxwedana greva birçîbûnê ya Pîroglû de, hatibû astengkirin. Greva Birçîbûnê ya Pîroglû 136 rojan dewam kiribû.

Pîroglû yê ku di Greva Birçîbûnê ya Duyemîn de, 110 roj li pey xwe hiştin. Rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe. Lebetên wî yên hundir, gelek fonksiyonên xwe winda kir. Pîroglû gav bi gav ber bi mirinê ve tê birin.

Ji her rewşeke nerênî ya ku bi serê Ecevît Pîroglû were, dewleta Sirbîstanê berpirsyar e. Em dixwazin ku dewleta Sirbîstanê dest ji bazariyên qirêj ên bi dewleta Tirk a faşîst re berde, li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û demildest Pîroglû berde.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulseren Yolerî: Tecrîd dibe sedema nexweşiyan
Nûçeya Pişt re Civîna hevşaredaran: Xizmetên şaredariyê têne astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

Di 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Barcelonayê de, berxwedana gelê Kurd, azadiya jinê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Waliyê Silêmaniyeyê Ebubekir: Ji bo aştiyê ‘berxwedan’ şert e

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebubekir diyar kir ku yekbûna gelê Kurd û Kurdistanê li dora Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika Aştiyê Hediye Duman jiyana xwe ji dest da

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Duman li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wêneyên şervanên YPJ’ê li kolanên Çilaxayê hatin daliqandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?