Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Gel. Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Karayilan re bi vî rengî ye:
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd 38 meh li pey xwe hişt. Herî dawî Wezareta Edaletê ya Tirk ragihand ku ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê hatiye dayin. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Destpêkê ez di serî de Rêber Apo, hemû berxwedêrên li zindanan silav dikim. Di roja me de pirsgirêka herî esas û girîng a Tirkiye û Kurdistanê, sîstema Îmraliyê ye. Yanî tecrîd û sîstema qirkirinê ya li ser Kurdistanê ye. Sîstema Îmraliyê, sîstema şer e. Îro tê zanîn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gel di nava xizaniyê de dijî, di nava birçîtî û hejariyeke giran de ye. Sedemê vê yê herî bingehîn şer e. Şer jî li ser bingehê sîstema Îmraliyê tê meşandin. Lewma sîstema qirkirin, êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, sedemê xizaniya gelên Tirkiye û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiye û Kurdistanê ye.
HETA KU ŞER NEQEDE, XIZANÎ NAQEDE
Binêrin; rejîma AKP-MHP’ê bi xwe jî êdî îtîraf dike ku pirsgirêkên ekonomîk pir giran bûne û dibêje ku saziyên dewletê wê polîtîkaya teserûfê pêk bînin. Lê mezaxtinên ji bo şer tevlî van mesrefên dewletê yên bên kêmkirin, nayê kirin. Yanî ji bilî mesrefên ji bo şer, wê yên din bên kêmkirin. Ji ber ku ev rejîm li ser bingehê şerê li dijî gelê Kurd hatiye avakirin. Tifaqa Ergenekon a AKP-MHP’ê li ser vê bingehê hatiye avakirin. Hemû dahatiya Tirkiyeyê ji bo şer diçe. Ji ber ku bi veşartî yan jî eşkere hemû dahatî ji bo şer tê veqetandin, îro gel birçî ye. Sîstema Îmraliyê çavkaniya vî şerî ye. Lewma ev pirsgirêk, pirsgirêkeke bingehîn e. Hindî ku li Kurdistanê şer hebe û li Îmraliyê ev sîstem bidome, li Tirkiyeyê ekonomî sererast nabe. Di heman demê de li Tirkiyeyê sîstemeke li ser esasê demokrasî û hiqûqê pêk nayê. Her tim qanûnên qirkirin, mêtingerî û şer wê serwer bin. Di vê rewşê de di qanûnan de çi were nivîsandin, bila were nivîsandin, li Kurdistanê wê her tim qanûnên şer esas bin. Lewma ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji vê xizaniyê rizgar bibin û li Tirkiyeyê dewlemendî pêş bikeve, divê beriya her tiştî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin û azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê pêk bê. Bi vî rengî gelên di nava sînorên Tirkiyeyê de, dikarin li ser bingehê wekheviyê bijîn. Yekane rê ev e.
TECRÎD DI ÇARÇOVEYA SIYASETA QIRKIRINÊ DE YE
Weke tê zanîn dewleta Tirk ji bo bêhiqûqiyê binixumîne, ketiye nava hewldanên cur be cur. Her kes jî dizane ku tam 38 meh in, agahiya ti kesê ji Îmraliyê nîne. Çawa ku di qanûnên Tirkiyeyê de cihê vê nîne, di ti qanûnên gerdûnî de jî cihê wê nîne. Yanî ew bi xwe qanûnên xwe binpê dikin. Her tim, di nava çendek mehan de dibêjin, ‘me biryar da, qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re heye’. Gelo we li ser kîjan bingehê biryar da? Bê guman evane hemû lîstok in. Qet pêwîst nake ku mirov behsa vê yekê bike. Ya girîng siyaseta ku tê meşandine. Îro li Kurdistanê siyaseta qirkirinê tê meşandin û ji ber wê yekê ev sîstema tecrîd û êşkenceyê jî dewam dike. Li dijî vê yekê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.
BERPIRSYARIYA ME HEMÛYAN E KU LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN
Îro weke tê zanîn li dijî vê sîstema êşkencekar û qirker, pêngavek heye. Ev pêngav dewam dike. Di serî de dayikên Kurdistanî û hevalên ku li zindanan bi rêbazeke cuda berxwedana xwe didomînin, ez her kesê ku beşdarî pêngavê bûye bi rêzdarî silav dikim. Divê em têkoşîna xwe li dijî sîstema Îmraliyê hîn geştir û xurttir bikin. Ev berpirsyarî li pêşiya me ye û em hemû ji vê yekê berpirsyar in. Divê her kes jî têkildarî vê yekê berpirsyariya xwe bibîne û li gorî wê tevbigere. Îro sekna ku Rêber Apo li Îmraliyê raber dike û têkoşîna wî, têkoşîna gelê me û ya gerîla gihiştiye astekê. Di vê çarçoveyê de pêngav sîstema qirker-faşîst tengav dike. Ji bo veguherandin û têkbirina vê sîstemê, divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin.
Weke Tevger hûn meha Gulanê weke meha şehîdan pênase dikin û pir girîngiyê didinê. Bi vê boneyê hûn li ser rastiya şehîdan çi dibêjin?
Raste; meha Gulanê, Meha Şehîdan e. 18’ê Gulanê roja şehadetê ya hevrê Hakî Karer jî, Roja Şehîdan e. Ez hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê di şexsê hevrê Hakî Karer de bi bîr tînim, li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Soza ku me daye wan, car din dubare dikim. Em ê girêdayî soza xwe ya hevrêtiyê bin û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Ji bo ku em bîranînên wan di têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn, çi ji destê me were em ê bikin û heta dawiyê şopdarê wan bin.
Weke me diyar kirî, meha Gulanê weke Meha Şehîdan ji bo me girîng e. Ne tenê ji bo me, ji bo Şoreşa Tirkiyeyê jî mehekî girîng e. Ji tevgera şoreşgeriyê ya Tirkiyeyê, gelek pêşeng di vê mehê de şehîd bûn. Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgil û gelek şoreşgerên din ên pêşeng di vê mehê de şehîd bûn. Di dema Îttîhat Terakkî 6’ê Gulana 1916’an de gelek rewşenbîrên Ereb li Sûriye û Lubnanê hatin daliqandin û qetilkirin. Yanî meha Gulanê ji bo gelê Ereb jî girîng e.
XELEKÊN GIRÎNG JI ZINCÎRA ŞEHADETÊ
Helbet li Kurdistanê cihekî hîn taybettir ê vê mehê, heye. Gelek xelekên şehadetên girîng, di vê mehê de çêbûne. 1’ê Gulanê hevalê Abdulkadîr Çûbûkçû li Fîlîstînê şehîd bû. Dîsa, 1’ê Gulanê roja şehadeta Fermandarê Mêrdînê hevalê Sabrî (Mehmet Emîn Aslan) û Fermandarê Garzanê Celal Hoca (Ramazan Kaplan) e. 2’yê Gulanê roja şehadeta heval Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn e. Fermandarê Cûdî Hamza Emerînî û Fermandarên Amedê Azad Sîser, Çekdar Amed û hevalên bi wan re jî di vê rojê de şehîd bûne. 9’ê Gulanê li Rojhilatê Kurdistanê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan û Ferzad Vekîlî li ser sepa îdamê şehîd bûn. 11’ê Gulanê roja şehadeta heval Hozan Mizgîn e. 13’ê Gulanê ji Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim û çar hevalên wê li Bexdayê şehîd bûn. 16’ê Gulanê roja şehadetên Hewlêrê ye. Di şexsê Salih, Hêlîn û Ozanan de gelek hevalên me di vê rojê de li ber xwe dan û şehîd bûn. 17’ê Gulanê li Zindana Amedê roja şehadeta Çaran (Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner) e. 18’ê Gulanê weke me diyar kirî, roja şehadeta hevrê Hakî Karer û Rêzan Amed e. 19’ê Gulanê heval Halîl Çavgûn û Muslum Baran şehîd bûn. 20’ê Gulanê 5 hevalên di bin pêşengiya hevrê Sabrî Gozubuyuk û Hidir (Mehmet Yeşîller) de, li Bozovayê şehîd bûn. 25’ê Gulanê roja şehadeta heval Cemşît, Sari Omer û Sûltan Yavûz e. Dîsa di heman rojê de li Kayseriyê heval Êrîş û Andok çalakiya fedayî kirin û şehîd bûn. 27’ê Gulanê roja şehadeta Qasim Engîn û hevalên pê re ye. Bi kurtasî di meha Gulanê de gelek şehadetên me yên girîng hene. Di şexsê van hevalan hemûyan de, ez car din hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim.
ŞEHÎD ÇAVKANIYA HÊZÊ NE
Helbet mijara sereke ew e ku mirov çawa nêzî rastiya şehîdan bibe. Bêguman di dîroka her tevgerê de wateya şehadetê heye. Lê belê, li ba me xwedî cihekî taybet e. Tevgera me li ser esasê zindî hiştina bîranîna şehîdan, gihiştiye asta partîbûnê. Dema ku Hakî Karer şehîd bû Rêber Apo got, ‘Êdî xwîn rijiya, paşve veger nîne’ û ji bo bîranîna hevrê Hakî bernameya Partiyê amade kir. PKK bi vî awayî hatiye damezrandin. PKK’ê ji bo zindî hiştina bîranîna şehîdan hat avakirin. Ji ber vê yekê PKK bûye partiya şehîdan.
PKK ji bo ku têkoşîna şehîdan bidomîne, bîranînên wan zindî bihêle û armancên wan pêk bîne ava bû. Partiya Şehîdan bi vî rengî ava bû. Di tevahiya dîroka me de şehîdên me ti carî nebûn sedema qelsbûnê; Her tim bûne zemîna xurtbûnê. Bi kurtasî şehîdên me ji bo me çavkaniya hêzê ne. Tevgera me ji bo bîranîna her hevrêyek şehîd bûye, pêngavên nû daye destpêkirin. Mînak di serî de hevrê Halîl Çavgûn li Hîlwanê şehîd bû, lê li Hîlwanê berxwedaneke mezin û dîrokî li ser esasê wê şehadetê pêş dikeve. Dîsa li zindanan şehadeta hevrê Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Ferhat pêk tên; Li ser bingeha bîranîna wan biryardariya Pêngava 15’ê Tebaxê hîn bêhtir misoger dibe. Piştî şehadeta hevrê Egîd; ji bo bîranîna wî ARGK (Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê) tê avakirin.
RUHÊ FEDAÎ YÊ LI NAVA PKK’Ê GUR DIBE
Di esasê xwe de ji roja destpêkê heta roja me ya îro her tim wiha pêş ketiye. Dijmin her tim ji bo ku tevgera me qels bike êrîş kiriye û xwestiye şehîd çêbibin, lê tevgera me her şehadetek ji bo xwe kiriye xelekek a hêzê û li ser vê esasê derketinên nû kiriye bingeh. Ev di serî de wisa bû û heta roja me ya îro jî wiha berdewam dike. Niha çi li Herêmên Parastinê yên Medyayê be, çi jî li Bakurê Kurdistanê li ser çiyê û dîsa di şerên tunelan de bi heman ruhî têkoşînek tê meşandin. Di nava PKK’ê de ruhê fedaî bi vî awayî xurt bûye. Gelek caran cihê her şehîdekî ji aliyê kesekî ji malbatê yan jî civakê ve tê dagirtin; herî zêde jî di ruhê fedaî ya hevrêyên wan de xurtbûn çêbûye. Yanî di PKK’ê de şehadet bi vî awayî ye. Ji bo vê em dibêjin, “Şehîdên me paşeroj, îro û siberoja me ne” û em wan ji bo xwe weke çavkaniya hêzê dibînin. Ji ber vê yekê, meşa di xeta şehîdan de ji bo her hevrêyek û di heman demê de ji bo her welatparêzekî armanceke herî sereke ye. Çavkaniya hêzê ya tevgera me ev e. Divê em bi vî rengî nêzî rastiya şahidiyê bibin. Li ser vê bingehê hebûna şehîdên me, teqez dibe. Partiya me partiya şehîdan e. Şehîdên me di partiya me PKK’ê de heqîqetên ku dijîn e û ew her tim pêşengên me yên nemir in. Li ser vê bingehê ez careke din dibêjim ‘şehîd namirin’.
Doza Kûmpasê ya Kobanê bi encam bû û di nava raya giştî de tê nîqaşkirin. Dadgeriya Tirk bi sedan sal ceza li siyasetmedarên HDP’yî birî. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Weke ku tê zanîn, rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ji bo li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê pêk bînin mîna tifaqeke dijî Kurdan, derketin holê. Bi gotineke din, ji bo tevgera azadiyê bi temamî tasfiye bike û destketiyên gelê Kurdistanê ji holê rake, ev rejîma qirker-faşîst ava bû. Ji ber vê jî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê heye. Dîsa şerê berfireh ê li dijî gerîla bi vê armancê tê birêxistinkirin. Di sala 2016’an de meyla ber bi siyaseta Kurd a zagonî-demokratîk û pêla girtinê li ser heman bingehê pêk hat. Li ser vê bingehê hevserokên HDP’ê, parlementer, hevşaredar, gelek rayedarên HDP’ê û sosyalîstên Tirkiyeyî yên piştgirî dane doza azadiyê ya Kurdan kirin hedef; Hemû avêtin zindanê. Bi vî rengî xwestin gelê me jî bêdeng bikin. Ev girtin di esasê de ji bo vê hatin kirin. Eger hûn bala xwe bidinê, ev çend sal in îdîaname nehat amadekirin û bi tiştekî nehatin sûcdarkirin. Pêşî girtin, piştre jî sûc li dijî wan hilberandin. Li ser vê bingehê Doza Kobanê ji bo wan weke sûc dîtin. Tê diyarkirin ku di wan bûyeran de bi giştî 37 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên HDP’yî ji ber kuştina wan hatin sûcdarkirin. Ji bo vê jî plan kirin ku 38 cezayên giran ên muebbetê bidin her yek ji wan.
CEZAYÊN KU PLAN KIRIN NEKARÎN BIDIN
Eger rejîma AKP-MHP-Ergenekonê bigihişta armanca xwe, yanî eger karîbûna tevgera azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikirana; Eger bikarîbûna sekna Rêber Apo û hevrêyên li zindanan, berxwedana gerîla û helwesta gelê me ji holê rakirana, wê cezayê girantir bidana girtiyên HDP’yî. Lê çi bû? Nekarîn Tevgera me ya Azadiyê têk bibin; Êrîşên pir mezin pêk hatin. Li dijî wê sekna Rêber Apo ya bi biryardar, berxwedana gerîla ku bi ruhekî fedaî pêş ket, sekna gelê me ya di xeta welatparêziyê de û ji ber nekarîn tevgera demokratîk a zagonî ya Kurd û tevgera demokrasiyê ya çep a li Tirkiyeyê qels bikin, pêşî li plana tasfiyeye hat girt. Rejîma ku negihişt armanca xwe ket nava valahiyekê. Êdî nekarîn wan cezayan bidin.
Parastinên bi bandor hatin kirin, rewşeke ku wê cezayê bide nîne; Eger qet ceza nedabana ew jî nedibû. Ji ber ku nexwestin bêceza jî bihêlin, ev yek tê wateya qebûlkirina têkçûnê. Ji bo vê jî cezayên bêbingeh li rêveberên HDP’yî birîn ku ne xwedî bingeheke hiqûqî ye. Mînak, ev mirov di serî de bi çi hatin sûcdarkirin? Gotin, ‘We mirov kuştine’. Lê belê ji ber kuştina mirovan, ceza li wan nehate birîn. Mijar birin û anîn gotin ‘hûn endamê rêxistinê û hwd.’ û derbarê rêveberên HDP’yî de biryar dan.
DIVIYABÛ ERDOGAN BIHATA CEZAKIRIN
Bi rastî eger hiqûqeke bêalî hebûya, diviyabû ne Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û rêveberên din ên HDP’yî berovajî diviyabû Erdogan ji ber bûyerên 6-8 ‘ê Cotmehê bihata cezakirin. Çima? Ji ber ku Erdogan bi xwe hat Dîlokê û got, “Kobanê ket, wê bikeve.” Van gotinan di nava civakê de acizî çêkir û civak daket kolanan. Ji ber ku civak dixwest li dijî êrîşên DAÎŞ’ê piştgiriyê bide gelê Kobanê. Ji bo vê jî ji Tirkiyeyê xwestin ku dawî li siyaseta ambargoyê bîne. Bi kurtasî, ji bo şermezarkirina DAÎŞ’ê û destekkirina berxwedêran, gel daket kolanan. Lê belê vê carê Erdogan ferman da polîsan û got ‘gule berdin wan û bikujin.’ Yanî hem yê sûcdar û hem jî yê tawanbarkir Tayyîp Erdogan e. Hem bi xwe rojev ava kir û hem jî gava gel daket kolanan got, ‘li wan bixin’. Yê fermana kuştinê da ew bi xwe ye. Rêveberên HDP’yî ne tevlî pevçûnan bûne û ne di wê pêvajoyê de cih girtin û ne jî fermana vê yekê dane.
BEŞA TÊKILDARÎ HÎZBÛLLAHÊ TARÎ YE
Mijareke din jî derketina Hîzbûllahê ya wê demê ye. Çima û çawa derketin holê; Gelo hinek li wan xistibû; kî yên li wan xistine teşwîq kir; Kê ferman da Hîzbûllahê ku bi çekan dakeve kolanan? Ev jî mijara lêkolînê ne. Ji ber ku, bi qasî ku em dizanin niyeta kesî nebû ku Hîzbûllahê bike hedef. Di esasê de mirovan xwestin destekê bidin Kobanê. Armanca gel ev bû. Lê kî ew tehrîk kirin û çima ew bûyer pêk hatin; Ev alî nehatiye ronîkirin.
ERDOGAN BI RENGEKÎ EŞKERE DEREWAN DIKE
Dîsa li hin cihan cerdevan daketin kolanan û gel gulebaran kirin. Hin şehadet ji ber van êrîşan pêk hatin. Dîsa di encama êrîşa polîsan de jî gelek şehîd çêbûn. Her ku polîsan mirovên me qetil dikir, gelê me yê welatparêz jî bi hêrseke mezintir daketin kolanan. Mirovên me bi vî awayî hatin şehîd kirin. Ez hemû mirovên me yên di wê berxwedanê de şehîd bûne, bi rêzdarî bibîr tînim.
ALIYÊ KURD TANSIYONA BILINDBÛYÎ KÊM KIR
Lê belê berpirsyarê van hemûyan rejîma AKP’ê û Erdogan bi xwe ye. Bi xwe sûc kirine, lê dixwazin bi vê dozê re endamên HDP’ê sûcdar bên nîşandan. Çend roj berê Tayyîp Erdogan got, “Ew li dijî dewletê serî hildane, sûcdar in.” Bi awayekî eşkere derewan dike. Tiştekî bi vî rengî tine bû.
Baş e wê demê kî ev tansiyon xist? Di encama hewldanên Rêber Apo de ev tansiyon hat xistin. Dîsa tevgera me û endamên HDP’ê di vî alî de ketin nava hewldanan. Ji ber ku wê demê ji aliyekî ve berxwedana Kobanê hebû, li aliyê din jî pêvajoya muzakere û diyalogê hebû. Ji ber vê yekê aliyê Kurd tansiyona ku bilind dibû, kêm kir. Tayyîp Erdogan bi xwe jî bi vê dizane, lê niha rastiyan berovajî dike û bi gotina ‘ew li dijî dewletê derketine ji ber vê yekê wisa bûye’ derewan dike. Lê belê ew dizane ku rewş ne bi vî rengî ye.
YÊ KU SÛC KIR REJÎM BI XWE YE
Di esasê de ji bo tesfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tasfiyekirina hemû destketiyên gelê Kurd, her wiha ji bo çavtirsandina gel, ji bo careke din kes qala Kurd-Kurdistanê neke û têkoşîna demokrasî û azadiyê neke, plan kirin ku cezayên giran li rêveberên HDP’yî bibirin. Lê belê plana wan bi ser neket û ji bo vê jî niha xitimîne. Her kes dizane ku cezayên dawî yên dane ti bingeheke xwe ya hiqûqî nîne û ev ceza jî qet ne adil in. Di rastiyê de bi vî rengî rejîmê xwe da der. Berxwedana gelê me û xurtbûna têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, planên rejîma faşîst têk bir. Yên ku ev sûc kirine, ne endamên HDP’ê û gelê Kurd in; Ev rejîma faşîst bi xwe ye.
Wê dewam bike…