Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aşitî” nirxand û diyar kir ku însiyatîfa ku Rêber Apo girtiye dikare veguherîneke dîrokî û aşitiyekê bide destpêkirin. Sakik anî ziman ku daxwaza statuyê ya ji bo Rêber Apo ne babeteke kesane ye, tê wateya deynîbûna mekanîzmaya muxatabiya bingehîn a ku ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd şert e.
Sakik, heyama ku ji destpêkirina pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aşitî” ya li ser bangawaziya Rêber Apo dest pê kiriye û vir ve derbas bûye nirxand û wiha got: “Di meseleya Kurd a ku sedsalekê derbas kiriye de, em îro di asteke pir krîtîk de ne. Însiyatîfa ku Birêz Ocalan girtiye dikare veguherîneke dîrokî bide destpêkirin. Ev meyla nû ya ku meseleyeke asêbûyî, veguherîbû goka giran û di nav xeleka mirinê ya bi xwîn de asê mabû, bikişîne qada siyasî û sivîl, dikare ji bo her kesê li vê welatî bibe serdemeke ku her du alî jî qezenc bikin. Lê belê ez dibînim ku ev pêvajoya ku Birêz Ocalan bi girtina gelek rîskan pêşiya wê vekiriye, ji destpêkê ve ji aliyê hinek muxatabên wê ve bi tevahî nehatiye fêmkirin.
Ev însiyatîfa ku dema rojane derbas dike û amaje bi kêliyeke şikandina dîrokî dike, bi destê hinek navendên desthilatdariyê bixwe tê xwestin ku were biçûkirin û bêqîmetkirin. Heke girîngiya pêwîst bihata nîşandan, niha me gelek rê pênas kiribû; lê belê li vir xuya ye ku di nav dewletê de hinek navend hene ku bi temamî razîbûna xwe nadin vê pêvajoyê an jî girîngiya pêwîst nadinê. Aşitî wêrekiyê dixwaze; ne domdar e ku tenê aliyê Kurdan rîskê hilde ser xwe.”
PIRSGRÊKEKE KU NAVÊ WÊ NEYÊ DANÎN XIZMETÊ JI ÇARESERIYÊ RE NA, JI ÎNKARÊ RE DIKE
Sakik diyar kir ku nîqaşkirina pêvajoyê ya bi berdewamî li ser gotina ‘Tirkiyeya bêteror’, ji bo nepenîkirina aliyê siyasî û demokratîk ê meseleya Kurd e û wiha axivî: “Nêzîkatiya li vê pêvajoyê, di serî de di warê binavkirinê de, mixabin bi ciddiyeta pêwîst nayê destgirtin. Bi asêkirina pirsgrêkeke dêrîn a ku sedsalekê li pey xwe hiştiye di nav paranteza ‘terorê’ de, jixwe di destpêkê de şaşiyeke mezin hat kirin. Niha dibêjin, ‘hesasiyeta Tirkan heye’ hwd., nexwe hesasiyetên Kurdan? Heke bê parastin, divê hemû hesasiyet bi hev re werin parastin. Dema hûn meseleyeke di asta gerdûnî de ku bûye sedema êşên pir mezin û ziyanên mezin ên madî û manewî çareser dikin, hûn nikarin bi vê awayekî erzan nêzîk bibin; lê mixabin em nêzîkatiyên erzan dibînin.
Di cîhanê de bi dehan mînakên pêvajoyên aşitî yên serkeftî hene, divê ev mînak jî werin destgirtin û rê bête meşandin. Nexwe pêvajoyeke ku encamê bide nayê birêvebirin. Pirsgrêkeke ku navê wê neyê danîn, xizmetê ji çareseriyê re na, ji înkarê re dike.”
EM WEK GELÊ KURD MAFÊN XWE YÊN HATINE GASPKIRIN DIXWAZIN
Sakik bi awayekî şênber bal kişand ser daxwazên Kurdan ên di xala çareseriyê de û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd ji herî destpêkê ve wekî prensîb daxwaza welatekî wekhev, azad, demokratîk û dadwer aniye ziman. Bi girêdayîbûna vê prensîbê, dixwaze ku di qada giştî de bi zimanê xwe xizmetê wergire, zarokê xwe bi zimanê xwe tevlî perwerde û hîndekariyê bike, nasnameya wî bi qanûnî û destûrî were naskirin, dîrok û kultura wî were jiyandin û pêşxistin. Rêzgirtinê ji vîna xwe re dixwaze, dixwaze ku bi komkujî û êşên ku jiyane re rûbirûbûn pêk bête. Daweriyê daxwaz dike, hemû mafên xwe yên ku ji gelbûnê têne dixwaze. Ev daxwaz mafên me yên hatine gaspkirin û qedexekirin in. Em ne ciwaziya taybet, radestkirina mafê xwe yê gaspkirî dixwazin.”
HEKE KU AŞITÎ WERE PAŞXISTIN, BÊBAWERÎ ZÊDETIR DIBE
Sakik bal kişand ser rîskên dirêjkirina pêvajoyê ya di nav demê de jî û bal kişand ser van xalan: “Tabloya ku xuya dike ji me re nîşan dide ku çareserî tê derengxistin. Li vir xuya ye ku hêdîkirinek, li ber xwe dide heye. Nêzî 20 meh in ev pêvajo berdewam dike; PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, fesixkirin, paşvekişandin, danîna çekan hemû pêk hatin. Lê gavên qanûnî yên şênber nîn in û her wiha gelek siyasetmedarên hilbijartî yên wekî Demirtaş, Yuksekdag, Mizraklı jî nehatine berdan.
Di erdnîgariyeke wiha rîskdar de, û di demeke wiha rîskdar de hîna jî li beranberî aşitîbûna bi Kurdan re li ber xwe dan nayê fêmkirin. Kî kîjan hesabî dike û li ber xwe dide, xirabiyeke pir mezin li welat dike. Her ku aşitî were paşxistin lêçûna wê mezin dibe; her roja ku tê derengxistin bêbaweriya nû hildiberîne.”
REWAŞA OCALAN NÎQAŞEKE KESANE NÎN E
Sakik daxuyaniya Bahçeli ya derbarê “statu” û “rewaşa” Rêber Apo de jî nirxand û got: “Daxuyaniyên ku Bahçeli dane, ji derveyî qalibên asayî yên di siyaseta Tirkiyeyê de ne û bêguman bi baldarî tên şopandin. Lê belê em ne li ser kesan, li ser prensîb û gavên şênber diaxivin. Heke bi rastî lêgerîna formuleke nû hebe, nîşaneya vê ne gotar e, gavên eşkere ne ku dê di zemîna hiqûqî û siyasî de werin avêtin. Meseleya rewaşa Birêz Ocalan ne nîqaşeke kesane ye, bi wê yekê re têkildar e ka çareseriya demokratîk û siyasî ya meseleyê wê di kîjan zeminî de bête meşandin. Pîvana dilpakiya wan gavên şênber yên tên avêtin in, ne daxuyaniyan e. Heke ev daxuyaniya dawî ji bo pêşvebirina pêvajoyê be em piştgirî didinê; lê heke manewrayeke ji bo qezenckirina demê be, civak vê yekê jî dibîne.”
PÊVAJO BI NÊZÎKATIYA ‘TEMENÊ DESTHILATÊ DIRÊJ DIKE’ NAYÊ MEŞANDIN
Sakik anî ziman ku Heke pêvajoyên aşitî bibin qurbana hesabên teng ên siyaseta navxweyî, şansê serkeftinê namîne” û wiha domand: “Heke hûn li aliyekî bêjin ‘çareserî’ û li aliyê din opozîsyonê bixin bin zextê, qeyûm tayînî şaredariyan bikin, mirovên hilbijartî di girtîgehê de bihêlin, ev nakokî baweriyê ava nake. Aşitî lihevkirina civakî dixwaze; bi avhewaya tirsê aşitî nayê avakirin.
Bikaranîna pêvajoyê wekî amûrekî ku temenê desthilatê dirêj bike ne sincî ye û her wiha dibetiya çareseriyê jî qels dike. Aşitî ne taktîkek e, hişmendiyeke stratejîk a dewletê dixwaze. Heke mesele bi rastî pêşeroja welat be, divê ji bo her kesî zemîna demokrasî û hiqûqê were bihêzkirin.”

