Yekşem, 19 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Jinan ji Gemlîkê gul û name avêtin behrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gemlîkê banga ‘azadî û misogeriya hiqûqê’ ya ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran 20 girtiyên siyasî ji Evînê sewq kirin, hemû peywendiyên wan qut kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin gihiştin Gemlîkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknas Ezgî Sila Demîr: Êrişên li dibistanan nîşaneya tundiya civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî wê bênavber çalakiyan lidar bixe: Em banga piştevaniyê dikin
Rojane

DEM Partî wê bênavber çalakiyan lidar bixe: Em banga piştevaniyê dikin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku ew ê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li ber hemû şaredariyan çalakiya nobetê ya bênavber lidar bixin û banga piştevaniyê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li navenda giştî ya partiya xwe bi awayekî awarte civiya. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî civînê, civîna çapemeniyê lidar xist.

Koçyîgît destnîşan kir ku biryara tayînkirina qeyûm biryareke siyasî ye û diyar kir ku daraz bûye amûra siyasetê. Koçyîgît got: “Ji wezîfeyê girtin, xespkirina vînê û darbeya li dijî demokrasiyê ya bi çêkirina qanûnî yek ji sûcên herî tirsnak e ku vê sedsalê ji aliyê vê desthilatê ve hatiye kirin.”

Koçyîgît, îşaret kir ku bi operasyonên ferasetê civak tê manîpulekirin û wiha domand: “Tirkiye ji aliyê feraseteke partiyê ve tê birêvebirin ku xwe ji destûra bingehîn jortir dibîne. Desthilateke ku dema dixwaze hilbijartinê pêk bîne û dema dixwaze qeyûman tayîn bike Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Lê tiştek heye ku li ber çavan nagire. Ew jî rastiye ku gel demokrasî ji destê wan wergirtî ye.”

Koçyîgît, destnîşan kir ku gelê kurd di hilbijartinan de feraseta darbekar û qeyûm malaştin û avêtin sergoyî û wiha domand: “Bi biryara qeyûman re deshilatê dest bi hilanîna tola têkçûna di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji şaredariyên me girt. Ewilî tevî hevşaredarê me birêz Abdûllah Zeydan ê li Wanê hate hilbijartin mafên xwe yên memnu wergirtibûn jî kemînek li ber danîn û mazbetaya wî nedanê. Gelê Wanê xwedî li vîna xwe derket û tişta ku aydê wî bû paş ve wergirt.”

Koçyîgît, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm bi awayekî aşkere êrîşa li dijî vîna gel e û ev tişt gotin: “Ev hiqûqa OHAL’ê ye. Xespa vînê ya bi KHK’ê anîne îro bi darbeyên siyasî hêj weke polîtîkayên çewisandinê tên bikaranîn. An ku OHAL’a kurdan qet naqede, OHAL’a li dijî kurdan qet bi dawî nabe. Em çiqad di siyaseta demokratîk de israr bikin desthilat jî hewl dide em dest ji vê israra xwe berdin. Vir û derewên asayîbûnê bi rojan e didomin. Ev e asayî bûn? Ev e gava ewil a ji bo destûra bingehîn a demokratîk we avêtî? Îdiaya normalbûnê ya desthilata AKP’ê û MHP’ê têk çûye.

Îdiayên destûra bingehîn di bin kavilê qeyûm de ma, careke din derket holê ku îdiaya destûra bingehîn a nû û normalbûn kurdan nagire nava xwe. Hevalên me ji bo texrîbata qeyûmên di nava zewq û sefayê de dijiyan li pey xwe hiştine tamîr bikin milên xwe dane hev û ji çar milan ve dest bi xebatê kirine. Em hemû baş dizandin ku ji xwe siyaseta qeyûman têk çûye û qeyûman ji bilî bertil, nelirêtî, xwedîderketina alîgiran û dijminatiya li dijî kurdan pêvetir tiştek weke mîrate nehiştiye.”

Koçyîgît wiha berdewam kir: “Ev darbe li hemû hêzên demokrasiyê û azadiya dengdayîn û hilbijartinê hatiye kirin. Divê hemû rayagiştî têkildarî mijarê berteka xwe di asta herî jor de nîşan bide. Ji partiyên siyasî heta civaka sivîl, ji rewşenbîr û hunermendan heta hemû kesên dilê wan ji bo demokrasiyê lê dide divê li dijî vê bêhiqûqiya qeyûman deng derxîne. Divê nîşan bide ku li cem vîna gelê Colemêrgê ne. Heke em carekê destûrê bidin ku tiştên di hilbijartinên 31’ê adarê de winda kirine bi rêya qeyûman jinûve bi dest bixin; ne zehmete ku texmîn bikin ka dê êrişa li Colemêrgê dest pê kir û pêla xespê li ku encam bigire.”

Koçyîgît, hin biryarên di civîna MYK’ê de hatin wergirtin jî parve kirin. Koçyîgît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez radigihînim ku ji bo parastina demokrasiya bê navber, parastina vîna gel û parastina şaredariyên xwe, li dijî vê polîtîkaya qeyûm ku veguheriye amûreke rejîmê, em ê li ber hemû şaredariyên xwe dest bi çalakiyên nobetê bikin. Em bang li hemû gelê xwe, rêxistinên girseyî yên demokratîk û herkesên xwedî wijdan dikin ku di nobetan de cih bigirin û li cem me bisekinin.

Dîsa îro li Stenbolê hin rêze bernameyên hevseroka me ya giştî (Hatîmogûllari) hene. Sibê dê derbasî Colemêrgê bibe. Dîsa Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi şandeyekê re ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Em li bendê ne ku îro bigihin Colemêrgê. Ji bilî wê îro li her derê Tirkiyeyê li herêmê li her derê çalakî û aktîvîteyên ku em berteka xwe nîşan bidin ji aliyê rêxistinên me ve tên organîzekirin.

Îro saet di 18.00’an de li Şîşhaneya Stenbolê wê çalakiyek were lidarxistin. Hevseroka me ya Giştî Tulay Hatîmogûllari jî dê beşdarî daxuyaniyê bibe. Ji bo ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û hemû muxalefeta demokratîk tev li daxuyaniyê bibin ji vir bang dikim. Komîsyona Têkiliyên Derve dest bi xebatekê kiriye ku van bêhiqûqiyan li tevahiya qada navneteweyî ragihîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê bi berxwedanê bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk a dagirker’
Nûçeya Pişt re Gerîla li Qendîlê SÎHA’yek xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîmenê îmhakirina wesayita zirxî

Gerîla TV dîmenê çalakiya 5'ê Tîrmehê weşand ku di encamê wesayiteke zirxî ya bi tîpa…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de fikrên Rêberê Gelê Kurd hatin nîqaşkirin

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li Nepalê hate lidarxistin, fikir û felsefeya Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin

Li Aydinê di encama serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Jinan ji Gemlîkê gul û name avêtin behrê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Gemlîkê banga ‘azadî û misogeriya hiqûqê’ ya ji bo Rêber Apo hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran 20 girtiyên siyasî ji Evînê sewq kirin, hemû peywendiyên wan qut kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jin gihiştin Gemlîkê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?