Sêşem, 4 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê qeyûm werin vekişandin û girtiyên siyasî werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Li gel pêvajoyê jî budçeya şer zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Tevî zextan jî em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêber Apo azad nebe em azad nabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji aliyê sosyalîzmê ve komun: Mînakên Zapatista û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan dewam dikin: Mafê jiyanê tê binpêkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Cezayê li mamostayên Kurd hatî birîn ne mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê ku Şehîd Egîd Akgun jêdayîkbûye sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jîngehparêz Bêstûn Abdullah hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê astengiya kêfî ya serxweşiyê: Polîsan êriş kirin, alozî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew şoreşger, nûçegihan û evîndarên heqîqetê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kujerên Tahîr Elçî hatin beraetkirin
Rojane

Kujerên Tahîr Elçî hatin beraetkirin

Danişîna 11’emîn ango biryarê ya doza Tahir Elçî bi dawî bû. Şandeya dadgehê biryara beraeta 3 polîsên bersûc da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Danişîna 11’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Minara Çarling a Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû kuştin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 

Piştî parastinên hatin kirin, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê der barê her sê polîsên bersûc de biryara beraetê da. 

DOZA TAHIR ELÇΠ

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li pêşiya Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî dida hate qetilkirin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Elçî, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate meşandin û 4 sal û nîv piştre anku di 20’ê adara 2020’ê de hate temamkirin. Derheqê polîsên bi navên Sînan Tabur, Fûat Tan û Mesût Sevgî de ku di dema cînayetê li cihê bûyerê bûn û niha hêj li ser peywira xwe ne de bi sûcên “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirinê” doz hate vekirin. Ji bo bersûcê firarî Ugur Yakişir ku ji heman dosyayê tê darizandin jî bi îdiaya “Kuştina 2 polîsan û xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” doz hate vekirin. 

Lêkolîna cihê bûyerê 5 meh piştre hate kirin. Ji ber ku gule nehate dîtin, teqez nebû bê ka gule ji kîjan çekê derketiye. Lê belê kamerayên li kolanê saniye bi saniye kêliyên qetilkirina Elçî qeyd kiribûn. 

XWESTIN BÛYERÊ TÊXIN STÛYÊ PKK’Ê

Di danişîna dawî ya dozê de ku di 6’ê adarê de hat lidarxistin, gelek geşedan qewimîn. Şahidên ku di dema lêpirsînê de gotibûn; “Cînayeta Tahir Elçî ji hêla PKK’ê ve hatiye plankirin û guleya bûye sedema mirina wî jî ji hêla Mahsum Gurkan an jî Ugur Yakişir ve hatiye avêtin.” Lê belê van şahidan ev îfadeyên xwe di danişînê de red kirin. Şahid Recep Ozbek, wiha got: “Di dema cînayetê de ez di girtîgehê de bûm. Ji ber çendek liv û tevgeran min ji Mahsum Gurkan hez nekir. Min jî li ser wî îfade dan û got wî cînayet kiriye.” 

Şahid Denîz Ataş jî ji Dadgeha Cezayên Giran a Boluyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li dozê bû û got: “Dozger û polîsan ji min re gotin ku heke tu derheqê kuştina Elçî de îfadeyan bidî, em ê te berdin. Nexwe em ê te înfaz bikin. Ez jî tirsiyam. Min jê bawer kir. Ji min re gotin ‘tu dê îmze bikî.’ Min îfade nexwend û îmze kir. Ez nizanim Tahir Elçî kî ye û li ku ye. Min vîdeoya kêliya kuştna Tahir Elçî jî nekişandiye. Dixwazim biçim dadgehê û her tiştekî vebêjim.” 

Lê belê şandeya dadgehê daxwazên parêzeran ên derheqê her du şahidan jî jinedîtî ve hat. 

Şahid Denîz Ataş, di 17’ê Tebaxa 2021’ê de ji Baroya Amedê re nameyek şand û got ku dema di 3’yê Adara 2016’an de hatî binçavkirin, rastî îşkenceyên giran û miameleya xerab hatiye. Ataş, da zanîn ku dozger Kenan Karaca yê li Edliyeya Amedê peywirdar hatiye cihê wî û jê xwestiye ku di cînayeta Tahir Elçî de îfadeyên xwe li ser Mahsun Gurkan û Ugur Yakişir de bide û wan sûcdar bike. Ataş, ev agahî dabûn: “Dozger ji min re got; ‘netirse, ez li ser şeref û namûsa xwe soz didim ku dê te berdim. Ji me re bibe alîkar ku em vê bûyerê bixin stûyê PKK’ê. Heke parêzer hatin qala vê sihbetê neke. Nexwe dê serê parêzerê te jî biêşe. Tu dê qet nekarî xwe xelas bikî.’” 

HÛRGILIYA DAVUTOGLÛ

Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê û serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû di 12’ê îlona 2021’ê de hate serdana Amedê û got: “Tahir Elçî bû qurbanê suîqesteke siyasî ye.” Di gelek qonaxên dozê de parêzeran xwestin ku li Davutoglû were guhdarîkirin. Dadgehê, di 15’ê hezîrana 2022’yan de biryar da ku li Davutoglû were guhdarîkirin. Lê demekî kin piştre ji vê biryara xwe lêve bû. 

Di tevahiya pêvajoya dozê de yek ji mijara herî zêde nîqaş li ser hatiye kirin jî, dîmenên kamerayên kargehan ên li kolana cînayet lê hatibû kirin bû ku hat îdiakirin “xerabe” ne. Di dosyaya cînayetê de delîla herî girîng bû hard dîsk a ku dîmenên kameraya dihat îdiakirin xerabe ye û dadgehê ji bo lêkolînê ji TUBÎTAK’ê re şandibû. Lê derket holê ku hard dîsk vala ye. 

Parêzer, li ser gumana ku dîmenên behsa xeberê hatine tunekirin sekinîni. Têkildarî vê mijarê tu nîqaş nehatin kirin. 

Kamerayên Şaxa PTT’ê ya Balikçilarbaşiyê jî cihê bûyerê didîtin lê dîmenên roja bûyerê nehatin peydakirin. Derket holê ku di dîmenên personelê Şaxa Foto Fîlmê kişandin de kêliya qetilkirina Elçî hebûn. Lê derket holê ku 12 saniyeyên van dîmenan ku dikariyan cînayetê ronî bikin, hatine jêbirin. 

Baroya Amedê, qeydên kamerayên ewlehiyê ji bo Forensic Architecture (Endezyariya Edlî) ya li Londonê re şand. Forensic Architecturetê têkildarî qetilkirina Elçî de raporeke teknîkî ya berfireh amade kir û ji çavkaniyên dîtbarî, deng û belgeyan sûd girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku her sê polîsên cihê bûyerê gumanbarên herî mezin in. 

Di raporê de hat gotin ku her sê polîs jî di xeta gulebaranê ya ber bi Elçî de ne û gelek caran gule berdane. Hat diyarkirin ku polîsek di xetekî wisa de ye ku bêyî astengî û yekser dikare Elçî hedef bigire. 

DOZGER DAXWAZA BERAETÊ KIR

Dozgerê dozê di mutalaaya xwe ya 25’ê Nîsanê de îdia kir ku Tahir Elçî ji hêla guleyeke nayê zanîn ji ku ve hatiye berdan hatiye kuştin û yek bi yek ji bo her sê polîsan daxwaza beraetê kir. Dozgerî, di danişîna îro de jî mutalaaya xwe dubare kir.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mêşvanên Demokrasiyê li Colemêrgê ne
Nûçeya Pişt re Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Erzîromê wesayitek ‘endamên şerê taybet’ hate şewitandin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku 'li dijî polîtîkaya şerê taybet û destdirêjiyê' li Erzîromê agir…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî wê li dijî tayînkirina qeyûm li Meclîsê çalakî li dar bixe

DEM Partiyê ji ber tayînkirina qeyûm biryar girt ku li Meclisê çalakî li dar bixe…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên HPG’ê: Dijmin wê ti carî bi ser nekeve

Gerîlayên HPG'ê Brûsk Şêrawa û Ronî Dêrik destnîşan kirin ku heta ew bi ruhê berxwedanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YPJ’ê şehadeta Zeynep Têkoşîn ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Cezayê li mamostayên Kurd hatî birîn ne mirovî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSDˊê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump gefa destwerdana leşkerî ya li dijî Nîjeryayê nû kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?