Nerazîbûna li hemberî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê mezin dibe. Hiqûqnas Ercan Kanar li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku tayînkirina karmendekî navendî li qada xwecihî tenê di nava rejîmên asîmîlasyon, zordar û mêtingeriyê de dibe.
Ercan Kanar bi bîr xist ku dema Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hate dûrxistin têkildarî wî biryareke misoger a mehkûmiyetê tine bû, lê belê piştî ku ji wezîfeyê hate dûrxistin bi bayê bezê ceza lê hate birîn.
Kanar anî ziman ku bi vê kiryarê re hiqûqa bûrjûvayê jî hate binpêkirin û got, “Tayînkirina karmendekî navendî li qada xwecihî tenê di rejîmên asîmîlasyon, zordar û mêtingeriyê de dibe.”
Kanar işaret bi girîngiya rêveberiya xwecihî di nava demokrasiyê de kir û got, “Rêveberiyên xwecihî rehê esasî yê demokrasiyê ye. Eger rêveberiya navendî zexteke bi vî rengî li rêveberiyên xwecihî bike hingî mirov nikare qala D a demokrasiyê jî bike. Ev yek rêbazeke rêveberiyê ye ku neteweya serdest bi cih tîne. Ji kîjan alî ve dinirxînin binirxînin ev yek li ser îradeya gelê Kurd despotî ye. Desteserkirina mafê hilbijartinê û îradeya gelê Kurd e.”
Ercan Kanar cezakirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş a ji dozên kûmpasê jî nirxand û destnîşan kir ku dema mijar dibe Kurd û çepgir, hingî hiqûqa şer a li dijî dijmin dikeve dewrê.
Kanar anî ziman ku normal divê dozên qirkirina siyasî yên mîna ‘KCK’ê derbasdar neyê hesibandin, lê belê têne qebûlkirin û diyar kir, di dema AKP’ê de cografya hiqûqa şer a li dijî dijmin hatiye berfirehkirin.
Encan Kanar got, “Di dema Nazî de hiqûqvanê sereke yê Elmanya Nazî Carl Schmîtt bû. Li gorî teoriya Carl Schmîtt ji bo dewletek karibe li ser piyan bimîne divê timî dijminekî ji xwe re biafirîne û nabe ku qanûna ceza ya welatiyan li hemberî muxalîfan bi cih bîne. Divê qanûna ceza ya dijmin bi cih bîne. Karîneya bêgunehiyê ya muxalîfan nabe. Pîvana Non bîs în îdem (Nabe ji heman sûcî du caran bê darizandin) bi cih nayê anîn. Yanî di nava rejîmên zordar de hemû mafên mirovan ên bingehî ji muxalîfan tê stendin. Em ji vê re dibêjin hiqûqa şer a dijmin. Di dema AKP’ê de hiqûqa şer a dijmin hîn giran û berfireh bû. Berê muxalîfên bi biryar dihatin darizandin, niha her kesên muxalîfê AKP’ê weke dijmin tê dîtin. Dema ku AKP bû desthilatdar 49 hezar kes girtî bûn, niha 330 hezar kes girtî ne.”
Ercan Kanar destnîşan kir ku li dijî desteserkirina îradeyê ne tenê Kurd, divê her kes helwestê nîşan bide, naxwe ev bêhiqûqî wê hîn bêhtir belav bibe.
Ercan Kanar diyar kir ku niha qala ‘nermbûnê’ tê kirin, lê belê hişkbûn dewam dike û got, “Di vir de şaşitiyên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî hene. Dibêje hevdîtin erênî derbas bûn. Halbûkî tiştekî erênî nîne. Di 1’ê Gulanê de mirov têne girtin, qeyûm têne tayînkirin, dadgeh bi dosyayên dozan tijî bûne. Yanî partiya muxalefeta bingehîn wezîfeya xwe pêk nîne.”
Ercan Kanar destnîşa kir ku dadgeriya herî xerab dadgeriya niha ye û got, “Divê mirov bi rengekî topyekûn li ber vê bêhiqûqiyê rabin. Divê mirov gotina ‘Bêdeng nebe, tu bêdeng bibe wê dor were te’ ji bîr nekin.”