Girtiyê edlî Mecît Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin duh piştî aciz bû birin revîra girtîgehê. Yilmaz ê ku bijîjkên revîrê jê re gotin ku “tiştekî te nîne” û şandin qawişê, piştî demekî kurt krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Yilmaz ji bo karên otopsiyê birin morga Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Piştî kirariyan cenazeyê Yilmaz li goristana Taxa Îskele ya navçeya Tûşba ya Wanê hate veşartin.