Şewata ku li qada navbera navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê destpê kir bi 17 gundan ket. Ji ber şewatê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn.
Tîmên arkujiyê yên şaredariyê nekarîn şewatê vemirînin. Şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.
Banga ji bo destwerdana ji hewayê ya ji bo vemirandina şewatê hîn jî bêbersiv maye.