TIL TEMIR
Bîranîna li Til Temirê bi pêşengiya Kongra Star hat organîzekirin. Di bîranînê de nameya şehîd Zîlan hat xwendin. Endama Rêveberiya Kongra Starê Ronak Zeyneb şehîd Zîlan û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku çalakiya Zîlan a li dijî dewleta Tirk bersivek li komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ronak Zeyneb destnîşan kir ku bi çalakiya Zîlan dilsoziya wan a bi Abdullah Ocalan re û amade ne ku ji bo welata canê xwe feda bikin.
HELEB
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Şehîd Zîlan û Sema Yuce ya ku di 21’ê Adarê de li zindana Çanakkaleyê agir berda bedena xwe û di 17’ê Hezîranê de bû, hatin bîranîn. Li Meclisa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiye sînevîzyona li ser têkoşîna her du şehîdan hat pêşandan. Her wiha nameyên Zîlan û Sema Yuce jî wê li Weqfa Jina Azad bên xwendin.
KANTONA EFRÎN-ŞEHBA
Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Zîlan li kampa Serdemê ya koçberan a Kantona Efrîn-Şehbayê semîrek li dar xist. Endama Kongra Starê Henîfe Mihemed ku moderatoriya semînerê kir, bal kişand ser têkoşîna Zîlan.