Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstema edaleta civakî û mekanîzmeyên xweparastinê yên hatine avakirin re ji bo pêk hatina edalet û parastina mafên xwe, hîn bêtir bi rêxistin bûne. Rêxistinbûna ku pêşî bi Mala Jin dest pê kir ku cara yekemîn li Qamişlo di 20’ê Adara 2011’an de ji bo parastina mafên jinan hate avakirin, di 16’ê Mijdara 2018’an de bi Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê re gihîşt lûtkeyê.
Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Esed der barê rola Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê di xweparastina jinan de, mekanîzmeya edaletê çawa mafên jinan digire ewlehiyê û li ser kêmasiyên di sîstema edaletê de bersiva pirsên ajansa me da.
Mafên jinan ên xweparastinê di kîjan astê de ji aliyê sîstemên edaletê ve tê destekkirin û misogerkirin?
Ji ber ku di serdema rejîma Sûriyeyê de qanûn û edaleta ku mafê jinan biparêze û bigire bin ewlehiyê nebû, bi Şoreşa Rojava re ku weke Şoreşa Jinê tê pênase kirin, hin zehmetî çêbûn. Ji ber ku jin rastiya hebûna xwe nasnedikir, pirsgirêkên malbat û civakê derket holê û bi destwerdana bi xweparastina jinê re bû sedem ku hin lewazî derkeve holê. Der barê mafê jin wê çawa bên parastin, li dijî neheqiyê rê û rêbazek çawan wê bê meşandin, nezaniyek hebû. Di demên destpêkê de ji xwe qanûn tinebûn. Sîstemek li ser esasê zagonên rejîma Baas hebû. Pêşî weke alternatîfa vê sîstemê, Mala Jin ava bû. Sîstemeke ku mafên jinan diparêze, ji bo xweparastinê li cem wan cih digire, jinan bi rêxistin dike û jinê bi tenê nahêle, hat avakirin. Bi avakirina mala jin re gavên destpêkê yên xweparastinê yên jinan hatin avêtin. Bi berxwedan û têkoşîneke berfireh a li dijî zexta zîhniyeta kevneşop, mala jin hatiye avakirin. Xweparastina jinê pêş diket. Ev yek jî ji bo jinan rewşeke nû bû. Jin di aliyê wê çawan nêz bibin û mafê xwe bi dest bixin de, rastî gelek astengiyan hatin. Li dijî zîhniyeta serdest a civakê ku her cure tundî ji bo jinê rewa dibîne, Mala Jin têkoşîn kir. Navnîşana ku parastina jinan dikir û mafên jinan digeriya, Mala Jin bû. Mala Jin ji bo jin xwe nas bike, mafê xwe bi dest bixe xebateke berfireh meşand. Mala Jin bû dengê jinan. Berê dema jinek hatiba kuştin, di bin navê ‘namûsê’ dihat veşartin. Piştî ku têkoşîna parastina mafên jinan di civakê de gihişt astekê, diviyabû ev maf bihatana ewlekirin. Li dijî civakê têkoşîna takekesî ango parastina mafê jinan bi tena serê xwe, ji bo xurtkirina xweparastinê qels dima. Mînak, eger Mala Jin li bajarekî xurt û bi rêxistin bûya, lê belê li bajarekî din rêxistinbûyîna wê di asta ku tê xwestin de nebe, nikare bi temamî mafê jinan biparêze. Bi pêvajoya ku Qanûna Jin hat derxistin re, bi Qanûna Malbatê re mafên jinan jî hatin misogerkirin. Xweparastin bi Qanûna Malbatê re ku pêşî li zewaca zarokan digire, pêşî li pirzewacî digire û mafê jin diparêzê re hat xurtkirin.
Ji bo pêwîstiyên ewlehî û xweparastina jinê, qelsiyên mekanîzmayên parastin û piştgiriyê yên sîstema edaletê çi ne?
Gava ku jinek di aliyê aborî, civakî, psikolojik û fîzîkî de zehmetî bijî, helbet wê di mekanizmaya edaletê de kêmasî derkevin holê. Tevî ku Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê mafê jinan diparêze, ji bo ewlehî û xweparastina jinê her tişt dike jî, mînak jinek ku di aliyê aborî de zehmetî dijî, di têkoşîna jiyana xwe de dibe ku bixitime, ango sekneke xurt nîşan nede û mehkûmê tabloya heyî bibe. Ji ber vê yekê, ji bo mekanîzmaya edaletê bêhtir kar bike, divê ji komunan heta meclîsan xebateke aktîftir bê meşandin. Pêdivî bi hewirdorên ku jin bikarin xwe lê îfade bikin, qabiliyetên xwe nîşan bidin û îradeya xwe derxin holê, zêdetir heye. Di vê rewşê de hevgirtina jinan a xurt jî bandor dike. Hebûna mekanîzmayên ku jin wê bi jinê re hebe, bi civakî bibe û di çarçoveya çareseriyê de nêzî pirsgirêkan bibe, dê di mekanîzmaya edaletê de yekser bi bandor be. Her wiha Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ji bo jineke ku di pozîsyona sûc de ye, ji bilî cezakirinê divê rê û rêbaz peyda bike ku ew kes ji nû ve tevlî civakê bike û vegerîne cewhera wê. Rêbaza ferzkirina cezayan ji bo sûcekî têrê nake. Li dijî van pêkanînan pêwîst e mekanîzmayên guherîn û veguherînê bê avakirin.
Ji bo vesazkirina qanûnên der barê mafên xweparastinê ya jinan, bi perwerdehiya xebatkarên sîstema edaletê û perwerdehiya jinan re çawa bê xurtkirin û di vê pêvajoyê de divê kîjan gav bên avêtin?
Ji bo edalet pêk were, qanûn rast bên fêmkirin û rast bikeve meriyetê, em perwerdehiya demdirêj didin parêzer, dadger û dozgeran. Her wiha di 4 salên perwerdehiya hiqûqê de sîstema edaletê bi tevkariyên wan xurt dibe. Di navbera salên 2015-2016’an de di bernameyên me yên perwerdehiyê de pirsgirêkên cidî hebûn. Sîstema edaletê di encama nîqaşkirina medeyên ku Qanûna Jinê û Qanûna Malbatê nava xwe de dihewîne, hat avakirin. Di heman demê de ji bo avakirina sîstema edaleta civakî pêwîstî bi avakirina şoreşeke civakî heye. Şoreşa civakî jî ancax bi avakirina zîhniyeteke nû dikare pêk were.
Zehmetiyên ku jin di lêgerîna edaletê de dijîn, têkiliyek wê ya çawa bi xweparastinê re heye?
Gelek jinên ku bi zelaliya edaleta civakî bawer in, ji bo parastina mafên xwe ji Mala Jin heta dadgehan têkoşîna xwe didomînin. Li dijî zilmê, zextê û tundiyê ji bo mafê xwe bi dest bixe, li ber xwe dide. Ji ber ku ev berxwedan ne bi awayekî topyekûn e, bê guman zehmetî tên jiyîn. Ev zehmetî nepêkan e ku di demeke kurt de bên çareser kirin. Pêkhatina şoreşeke zîhniyetê, bi avakirina civakeke exlaqî û polîtîk re dikare bê xurtkirin. Li aliyekê jinên ku ji bo mafê xwe bi dest bixin hene, li aliyê din jî jinên ku ji zexta civakî, mêr û malbat ditirsin jî hene. Bi jina rêxistinbûyî re, avakirina jinek bi hêz a ku xwe diparêze pêkan e. Eger xwe û zayenda xwe nas bike, xwedî îrade be û serî li ber zexta civakî netewîne, wê xweparastina jinê xurtir bike. Bi vî awayî edaleta civakî jî pêk tê.
Şoreşa Jinê ya Rojava di aliyê edaleta civakî de çi guherîn çêkir?
Di bingeh de, ji ber ku jin mafên xwe bi dest xistin, misoger kirin û rêxistinbûneke xurt avakirin, Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê deng veda. Ji ber vê yekê zemîneke ku edaleta civakî li ser xurt be, hat avakirin. Eger xweparastina jinê di qada leşkerî de xurt nebûya, xweparastina civakî jî wê xurt nebûya. Mala Jin ji aliyê hin aliyan ve biçûk dihat dîtin. Lê Mala Jin bi çîrokên bi hezaran jinan dagirtî ye. Navendên ku jin bikaribin êş û hestên xwe lê vebêjin, hatin avakirin. Bi vê yekê re sînordar nema, qanûnên ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatine nivîsîn avêt aliyekê û qanûnên nû hat avakirin. Ji bo avakirina malbateke demokratîk bi rêya Qanûna Malbat û Jinê têkoşîna xwe didomîne. Dawî li serdema darizanida jinê, weke sûcdar dîtin, hebûna wê jinedîtî ve hatin û di bin navê ‘namûsê’ de kuştin anî û têkoşîna vê berdewam dike. Şoreşa herî mezin bi danîna bingeha şoreşa edaleta civakî pêk hat û hê jî dewam dike. Bidestxistina wekheviya zayendî di warê edaleta civakî de gava herî girîng bû. Bi têkoşîna civakî û qanûnên hatine derxistin re, me karî bi civakê bidin fêmkirin ku jin û mêr xwedî mafên hevpar in û ji bo malbateke demokratîk teqez divê esas bê girtine. Ji ber vê em dibînin ku pirsgirêkên civakî her sal kêmtir dibin. Li hemberî pirsgirêkên mezin ên ku mîna volkanê diteqiyan, îro li ser esasê çareseriyê nêzîkatî heye. Me jiyaneke wiha ava kir. Guherîna herî mezin jî avakirina hawireke nîqaşê ye. Jin û mêr tên ba hev û pirsgirêkên xwe nîqaş dikin, eger nekaribin çareser bikin bi Mala Jin re dişêwirin û piştgirî dixwazin.
Weke Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê, hûn xwedî rêxistinbûneke çawan in?
Li hemû bajaran Mala Jin, Komîteya Lihevanînê û Dîwana Edaletê hene. Ya ku van saziyan tîne ba hev, bi rêxistin dike, perspektîf dide, tevkariyê li pêşxistina xweparastina jinan dike Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Meclîsa Edaleta Civakî û Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê xebateke kolektîf dimeşînin û edaleta civakî mîsoger dikin. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê çiqas nûnertiya îrade û rengê jin bike jî, ewqas bi civakê re mûxatebe û di her mijarê de xwedî mafê gotinê ye. Sîstema rêxistinî ya li 7 kantonan hatiye avakirin, haya wan ji hev heye û bi awayekî wekhev xebatên xwe dimeşînin. Qanûnên tên derxistin ji aliyê civakê ve hatiye diyar kirin û erêkirin. Ne qanûnên ku bi biryara çend kesan hatine girtine. Ji ber vê qanûn divê pêk were. Her çend ji ber baweriya bi şerîetê tenê li herêmên ku gelê Ereb lê dijîn zewaca zarokan û pirzewacî di asta tê xwestin de nehatibe derbas kirin jî, mirov dikare bibêje heta astekê di aliyê kevneşopî û edat de guhertin çêbûne.
Weke Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê hûn bi zehmetiyên çawan re rûbirû dimînin?
Li Mala Jin tenê jin xebat dimeşandin. Lê belê bi avakirina Meclîsa Edaleta Civakî û pêre avakirina Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê re, derbasî pêvajoyeke xebatê ya kolektîf hat kirin. Bi vê yekê re, di nava xebatê de ji ber zîhniyeta serdest a mêr, ku jin biçûk dibîne, di her şert û mercê de sûcdar dike, mafê jin ji nedîtî ve tê, nakokî derdiket û şerê zihnî çêdibûn. Di encama perwerdeyên bi demê re destpê kirin de guhertin çêbûn û her du zayend, ji parêzeran heta dadger û dozgeran bi hev re xebitîn. Bê guman divê em girîngiya qanûnên hatine danîn ji bîr nekin. Li dijî zîhniyeta mêrê serdest, bi qanûnên hatine derxistin mafê jinan hatin parastin û têkoşîn hat meşandin. Her wiha têkoşîna ku tê meşandin ne têkoşînek e ku tenê girêdayî Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ye. Divê her jinek xwedî li doza xwe derkeve, îradeya xwe xurt bike da ku karibe mafên xwe yên ku jê hatine dizîn ji nû ve bi dest bixe.
Di dawiyê de hûn dikarin behsa armancên xwe bikin?
Eger civak piştgirî bide sîstema edaletê, wê dawî li pirsgirêk û êşan were. A rastî wê dozên ji bo darizandinê çênebin. Bi vî awayî dê ne sûc û ne jî ceza hebe. Eger her kes doza mafên xwe bike û ji bo mafên xwe têbikoşe, wê karekî dadgehê nemîne. Civakek ku alîgirê demokrasî, wekhevî, edalet û heqîqetê be, bi demê re wê bigihêje pozîsyona ku pirsgirêkên xwe bixwe çareser bike, edaleta civakî pêk bîne û hewcehiya wê bi dadgehan nemîne. Armanca me ya sereke avakirina civakek bi vî awayî ye. Ji bo pêşxistin û avakirina vê yekê, bê guman pêwîste sîstema me ya perwerdeyê û xweparastinê hîn bêhtir bê xurtkirin.