Ajansa nûçeyan a ÎRNA’yê li gorî daxuyaniya endamê serokatiya meclîsê Mûctaba Yûsûfî nûçeyek weşand û diyar kir ku merasîma sondxwarinê ya Serokkomar wê 4 an jî 5’ê Tebaxê pêk were.
Pezeşkiyan piştre ji bo pêşkêşkirina dengdana pê baweriyê ya wezîran 15 rojên xwe hebe.
Piştî ku Serokkomarê muxafazakarê tund Îbrahîm Reîsî meha Gulanê di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, bi rengekî pêşwext hilbijartin hate kirin.
Tê payin ku Pezeşkiyan piştî ku ji aliyê lîderê olî yê Komara Îslamî Ayetûllah Alî Hamaney bi rengekî fermî hate erêkirin, wê merasîma sondxwarinê pêk bîne.