Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê der barê şer û pevçûnên di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de ku zêdetirî 9 meh in didomin, nirxandinên dawî kir.
Li gorî rapora ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniyên nexweşxaneyan yên heta 9’ê Tîrmehê, ji 8’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve di pevçûnan de 466 kes mirine, 1433 kes jî birîndar bûne. 507 kes ên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Rojnameya Lubnanê L’Orient-Le Jour jî roja Pêncşemê da xuyakirin ku di şerê li Lubnanê de 488 kes hatine kuştin ku 369 ji wan şervanên Hîzbûllahê ne û 75 jî sivîl in.