Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê tenê li ser girtîgehan nake, bûye krîzeke ku bandorê li tevahiya civakê dike. Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê şert û mercên girtiyan her ku diçe girantir dibe û bi taybet şert û mercên jiyanê yên girtiyên nexweş zehmet dibe.
Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat li ser rewşa girtiyên nexweş, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bandorên kûrkirina tecrîdê ya li ser gel ji ANF’ê re axivî.
Kerem Canpolat diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welat dibe sedem ku roj bi roj rageşî û kaos zêde bibe û got: “Şert û mercên dibe sedema tecrîdê hemû gelên welat eleqeder dike. Em dibînin ku hemû rewşên xirab ji ber vê ye. Em dibînin ku krîza herî mezin ku tecrîd dibe sedem, krîza aborî ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin, hemû pêvajoyên pevçûnan dewam dike. Eger ev pirsgirêk were çareserkirin, li Tirkiyeyê asayîbûnek çêbibe, butçeya ku ji bo şer tê xerckirin ji bo berjewendiya gel were xerckirin, wê ev krîz jî ji holê rabin. Lê kûrkirina tecrîdê û girtina deriyên demokratîk rê li ber mezinbûna krîzan vedike. Em bandorên neyînî yên tecrîdê dikarin li girtîgehan bibînin. Kampanyayên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hatin destpêkirin û bi taybetî li girtîgehan, li her derê ku Kurd lê ne, di çarçoveya vê kampanyayê de çalakî hatin kirin.”
TECRÎD BANDORÊ LI HEMÛ ALIYAN DIKE
Canpolat anî ziman ku li girtîgehan zext li girtiyên di çalakiyên greva birçîbûnê de ne tên kirin û wiha got: ““Jixwe zext û areste her tim hene; lê bi çalakiyan re zext zêdetir bûn. Ev jî ji ber hiqûqa dijminatiyê ya li ser Kurdan e. Gelek pêkanînên weke dermannekirina girtiyên nexweş, sirgûnkirina girtiyan li cihên ji malbatên wan dûr mijara gotinê ne. Tê fikirin ku bi tenê Kurd tecrîdê hîs dikin, lê ne tenê Kurd hemû gel bandorên tecrîdê hîs dikin. Bi hemû aliyên xwe ve bandorê li ser gel dike. Li hemberî berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê û çalakiyên wan ên bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê, rêveberiyên girtîgehan û hikûmetê pergala hiqûqa dijminatiyê dixin dewrê. Polîtîkaya tolhildanê tê meşandin. Em bi taybetî vê li ser girtiyên nexweş bi zelalî dibînin. Girtiyên nexweş ku ji mafê xwe yê herî bingehîn e dermankirinê bêpar dimînin, terkî mirinê tên kirin. Girtiyên nexweş ku pêwîste bên dermankirin, ji bo nexweşxaneyê piştî çend mehan şûndê randevû tê dayîn. Girtiyên nexweş ku pêwîstî bi dermankirina lezgîn heye neçar dimînin ku bi mehan di şert û mercên giran ên girtîgehê de benda dermankirinê bimînin. Dermanên girtiyan yan nayên dayîn an jî dereng tê dayîn.”
Canpolat destnîşan kir ku piştî ku rewşa girtiyan pir giran dibe nû sewqî nexweşxaneyê tên kirin û wiha pê de çû: “Mixabin em dibin şahid ku girtî jiyana xwe ji dest didin. Ti daxwazên ji bo berdana girtiyên nexweş nayên bicihanîn û li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran dibe, li ber mirinê tên berdan û li bendê dimînin ku ne li hundir ji derve jiyana xwe ji dest bidin. Dema ku em hesabê girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest didin, dipirsin bersiva, ‘ne li girtîgehê bû’ digirin. Her girtiyên ku jiyana xwe ji dest didin, kuştinên girtîgehê ne. Ev mirin ne mirinên xwezayî ne, kuştin in. Divê desthilatdarî û rêveberiya girtîgehê jî hesaba van kuştinan bide. Ji bo ku êdî darbest ji girtîgehan dernekevin, divê hemû aliyên demokratîk di vê mijarê re hestyar nêz bibin û bêdeng nemînin. Ev pêkanîn hemû nîşan didin ku hiqûqa li Tirkiyeyê di çi astê de ye.”
Canpolat anî ziman ku divê em çalakiyên girtiyan ên li girtîgehan weke rexneya li ser civakê bibînin û got: “Pirsgirêka me ya ku em nikarin pirsgirêkên girtiyên li girtîgehan bi têrkerî ragihînin. Di vî warî de hemû beşên civakê xwedî erk û berpirsyariyeke mezin in.”