Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kenan Bîlgîn hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser girtiyên jin û cezayên wan giran dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Polad hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng
Kurdistan

KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng

KONGRA GEL fermana 3'ê Tebaxê di salvegera 10'emîn de şermezar kir û ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hemberî xiyaneta Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk em bibin yek deng."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji ber salvegera 10’an a Fermana 3’ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek weşand û di destpêka daxuyaniyê de çeteyên DAÎŞ’ê, alîkarên wî yên sereke Erdogan û malbata Barzanî bi tundî şermezar kir.

‘RIZGARKIRINA JIN Û ZAROKÊN WINDA, ERKÊ WIJDANÎ YÊ HEMÛ MIROVAHIYÊ YE’

KONGRA GEL diyar kir ku gelên Kurdistanê vê komkujiyê ti carî ji bîr nakin û got, “Di Fermana 3’ê Tebaxê de hemû kesên ku hatin qetilkirin, em ji bo malbatên wan, ji gelê Şengalê û ji tevayî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Bi taybetî jin û zarokên ku hê jî windayî ne, birîneke mezin ya gelê me ye. Dîtin û rizgarkirina wan ji bo hemû mirovahiyê erkekî wîjdanî ye.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Bi wesîla 10. Salvegera Fermanê, gerîlayên PKK’ê yên ku weke brûskê çûn hewara gelê Şengalê, li hember komkujiya DAÎŞ’ê gelê Êzîdî parastin û şehîd ketin, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ser bingeha armancên wan em careke din soz didin ku Şengala xweser û azad wê her tim hebe.

PLANA DEWLETA TIRK, MALBATA BARZANÎ Û DAÎŞ’Ê YA JI BO TÊKBIRINA KURDÊN AZAD

Di pêvajoya şerê cîhanê yê seyemîn de ji bo têkbirina ‘Kurdên Azad’, di çarçova pîlaneke mezin de dewleta Tirk, malbata Barzanî û DAÎŞ’ê bi hev re îttîfaq çêkirin. Di pîlanên wan de gava yekemîn têkbirina Şengalê hebû, a duyemîn têkbirina Şoreşa Rojava bû, a sêyemîn jî bi giştî têkbirina Tevgera PKK’ê bû. 

Di gava yekemîn de ji bo Şengal têkbiçe û fermana li ser Êzîdiyan ser bikeve, partiya Barzaniyan di destpêkê heta dawî gor wê pîlanê hereket kir. Gelê Şengalê li hember êrişên DAİŞ’ê bêçek û bêparastin hiştin û Şengalê bi rev û rev terk kirin.

Lê belê wekî tê zanîn fedayiyên Rêber Apo gelê Şengalê bi tenê nehîştin. Bi tekoşîneke heybet pêşiya fermanê girtin. Li Şengalê bi têkbirina DAÎŞ’ê gava yekemîn a pîlana dewleta Tirk û Barzaniyan bêencam hiştin.

Wekî gava yekemîn di gava duyemîn de jî pîlanên dewleta Tirk û Barzaniyan heta roja îro jî serneketiye. Li hemberî Şoreşa Rojava ittifaqa dewleta Tirk, Barzaniyan û DAÎŞ’ê têk çû.

Ev tifaqa bêexlaq û ya dijminê Kurdên Azad ji bo ku bi temamî têk neçin, niha jî bi giştî li ser gelê Başûr û gerîlayên azadiyê, li ser Şengal û Mexmûr, bi êrişên berfireh dixwazin wekî pêngava sêyemîn ya pîlanên xwe encam bigrin.

‘TÊKÇÛNA TIFAQA DEWLETA TIRK-BARZANÎ Û DAÎŞ’Ê WÊ DESTKETIYÊN MEZIN JI BO GELÊ KURDISTANÊ BIAFIRÎNE’

Di pêngava yekemin û duyemîn de çawa têkçûn, ya sêyemîn de jî yê têk biçin. Lê belê vê carê encamên têkçûna tifaqa dewleta Tirk, Barzanî û DAÎŞ’ê, ji bo gelê çar perçeyên Kurdistanê yê destketên pir mezin çêbike. Ji ber ku têkçûna vê pîlanê, têkçûna siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk e, têkçûna xeta xiyaneta malbata Barzaniyan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku xelkê Şengalê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser şaxên neteweya demokratîk her diçe pergala şoreşa xwe ya civakî ava dike û hate gotin, “Em şoreşa civakî ya Şengalê pîroz dikin û serketinê dixwazin.

Ji bo 10. Salvegera Fermana 3’ê Tebaxê, sibê li hemû deveran çalakiyên protestoyê heye. Gelê me li her cihê kû lê ye pêwîste roja 3’ê Tebaxê bi girseyî tevlî çalakiyan bibin. Em li hember xiyaneta Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek deng.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li herêma Bêtkar a Qilêbanê rojane nêzî 700 ton dar têne birîn
Nûçeya Pişt re REPAK: Berxwedan û têkoşîn wê pêşiya komkujiyan bigire!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 3’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Serêkaniyê serdegirtina malan: Yek jê zarok 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê serê sibehê di serdegirtina malan de yek jê zarok du…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Dûmlûyê gardiyanê berpirsyar êrîş bir ser girtiyan

Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'emîn a Dûmlû ya Erzîromê gardiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

PYD: Hikûmeta Demkî berpirsê bûyerên li Kobanê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Divê tu kes destûr nede tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê: Divê berpirs hesabê bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên şehîdan û gaziyan têkildarî qetilkirina şehîd Sîpan banga edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?