În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ozer: Li dijî çand û zimanê me polîtîkayên qirêj têne meşandin
Kurdistan

Ozer: Li dijî çand û zimanê me polîtîkayên qirêj têne meşandin

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer got, "Ji ziman û govenda me ditirsin. Em ê bi govend, ziman û gotinên xwe aştiyê bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Xweranegirtina li Kurd û Kurdî ya dewleta Tirk dewam dike. Ji ber ku bi Kurdî stran gotin, govend gerandin an jî dirûşm qîriyan, di nava 15 rojên dawî de nêzî 50 kes hatin girtin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer êrişên li ser Kurdî û polîtîkayên faşîst nirxand.

POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ TÊNE MEŞANDIN

Ozer anî ziman, ku polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku sed sal in li ser ziman, çand û hebûna Kurdan tê meşandin hîn jî dewam dike û got, “Bi hinceta ku stranên Kurdî gotin ciwanên me, dayikên me, gelê me hate girtin. Têrê nekir li Wan, Amed, Êlih û gelek bajarên me nivîsên bi Kurdî yên ‘Pêşî peya’ hatin jêbirin ku şaredariyên DEM Partiyê ji bo hişyarkirina trafîkê li ser rê danîbûn. Ji her alî ve êriş li ser nirxên gelê Kurd têne kirin. Sê xwişk ji ber ku li dawetê li ber stranên Kurdî govend gerandin hatin girtin. Ev yek nîşanî me dide bê polîtîkayên nijadperestî yên li dijî Kurdan li vî welatî gihîştiye kîjan astê. Di sedsala 21’ê de hîn jî helwesteke nijadperest û faşîzan li hemberî gelê Kurd tê nîşandan. Desthilatdarî li hemberî ziman, çand, huner, xwezaya me polîtîkayên qirêj dimeşîne. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Em ê bi gelê xwe re li ber van polîtîkayan rabin.”

WÊ NIKARIBIN BITEPISÎNIN

Ozer diyar kir ku desthilatdarî ji ziman û govenda Kurdan ditirse û got, “Em baş zanin ku pirsgirêk ne tenê govend e. Êriş li ser destketiyên gelê Kurd tê kirin. Dixwazin gelê Kurd asîmîle bikin. Lê belê gerandina govendê, qîrîna dirûşman, gotina stranên Kurdî qedexe nîne. Bêguman di qanûnên wan de jî ev yek tê gotin, lê belê qanûnên xwe jî nas nakin. Bi rengekî kêfî mirov girtin. Ji ziman û govenda me ditirsin. Em ê bi govenda xwe, bi zimanê xwe, bi gotinên xwe aştiyê bînin. Bi ziman, çand û govenda xwe em ê bijîn. Çi dikin bila bikin Kurd wê dest ji govend, çand û zimanê xwe bernede. Weke partî jî em ê nerazîbûnên xwe dewam bikin. Ji roja destpêkê ve li qadan li dijî van polîtîkayan em bi dengekî bilind stranên xwe dibêjin, govenda xwe bi coş digerînin. Wê nikaribin me bitepisînin.”

EM ÊRIŞAN QEBÛL NAKIN

Ozer di dawiya axaftina xwe de got, “Nikarin zimanê gelekî tine bihesibînin. Zimanê bi milyonan mirovî Kurdî ye. Ti êriş nikare li pêşiya axaftina bi zimanê bi milyonan mirovî bibe asteng. Aliyekî hiqûqî yê vê yekê nîne, her wiha li dijî mirovî û exlaqî ye.”

Ozer destnîşan kir ku ew ti êrişan qebûl nakin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PKK: Li dijî êrişên faşîst divê xeleka ji govendê bê avakirin
Nûçeya Pişt re ‘Li dijî êrîşên dagirkerî û hevkariyê divê ciwanên Başûr tevlî nava refên gerîla bibin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Ewropayê serdana Kobanê kir

Şandeya Ewropayê ji bo şopandina rewşa herêmê û zehmetiyên ewlehî, lêkolînkirina rêbazên xurtkirina hevkarî û…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK’ê ji bo Rojava û Sûriyeyê banga têkoşînê kir

PJAK’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriyeyê, daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Desthilat kujerên jinan diparêze’

Jinên ku li Îskenderûnê meşa meşaleyî li dar xistin, diyar kirin ku desthilat kujerên jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Arzoxliyê nobeta li dijî projeya GES’ê di roja 15’an de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?