În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PKK: Li dijî êrişên faşîst divê xeleka ji govendê bê avakirin
Kurdistan

PKK: Li dijî êrişên faşîst divê xeleka ji govendê bê avakirin

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê bal kişand ser êrişên faşîst ên dema dawî yên li ser çand, ziman û hunera gelê Kurd û got, "Li dijî êrişên nijadperest-faşîst divê li her bajarî xeleka ji govendê bê afirandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên demên dawî yên li ser çanda Kurd da, ku ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve tê kirin û bang li her kesî kir ku beşdarî xeleka govendê bibin.

Daxuyaniya TEV-ÇAND’ê bi vî rengî ye:

“Li hemberî çand, ziman û hunera Kurdî ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve êrişên nijadperest-faşîst tên kirin ku li cîhanê mînakên xwe kêm hatine dîtin.

Her kesek pir vekirî û eşkere dibîne ku em bi rejîmeke qirkirinê re rû bi rû ne ku dijminê tiştên Kurdî ye.

Ji bo tenê hiştina gerîllayê ku bi lehengî li hemberî êrişên dagirkeriyê yên leşkerî li ber xwe dide dixwazin çavên gel bitirsînin. Ji ber ku têkçûna xwe ya di vî şerî de dîtin, di çarçoveya konsepteke taybet de li dijî nirxên çandî dest bi êrişan kirin.

Ligel ewqasî derfetên xwe ku di qada çand û hunerê de bi xwe ne bawer in, êrişî nivîsên Kurdî, stranên Kurdî, kesên govendê digerînin, dawetan, hunermendan dikin û bi zextên faşîzan hewl didin mafên gel ên herî xwezayî tune bikin. Bi van pratîkan dixwazin tevahiya hêzên azadî û demokrasiyê bêdeng bikin.

Ango sedemeke girîng a ewqasî êrîşkirina çand, ziman û hunera Kurdî jî ew e ku şahî û konserên ku dewleta Tirk bi armanca bişaftinê yên weke pratîkên şerê taybet dixe meriyetê çawa di mînakên Cizîr, Sefînê û li Berxbirê hate dîtin, di aliyê gel de bê bersiv man û encam nedîtin e.

Tiştên ku bi destê DAÎŞ’ê nikarîbûn bikin hewl didin ku bi êrîşên çandî pêk bînin. Rexmê ku bi hezaran Êzidî di qirkirinê derbas kirin gelê me yê Êzidî ji çand û baweriya xwe piçikekî jî tawîz nedaye. Îro jî çi tawîzeke çandî ku gelê Kurd bide nîne. Çand jîn e, exlaq e, rûmet e. Ji van tawîz nayê dayîn.

Bi milyonan mirovên ku qadên Newrozan dadigirin nikarin bavêjin girtîgehan; zindan, gef, zext nikare çand, ziman û hunera Kurdî asteng bike. 

Divê gelê Kurd bi tenê neyê hiştin!

Divê neyê ji bîr kirin ku yên ku tehemilî Delîloya Kurdan nakin sibeh ew ê li Horona Lazan, Tirkan jî heman êrîşan pêk bînin. Bila gumana kesî ji vê nebe. Ji ber ku ev êrîş karên Tirkîtiya Spî ne. 

Ev her cure çalakiyên kembax ên bi armanca bazirganiyê yan jî bi armanca şerê derûniyê têne kirin, ku mirov ji nirxên xwe yên cewherî û ji çanda xwe dûr dixe ku çi têkiliya xwe bi çanda Kurd an jî Tirkan re nîn e di bin navê hunerê de teşwîq dikin. Lê dema ku Rêber APO Manîfestoya Çareseriya Demokratîk îlan kir qala xwişk û biratiya Delîlo û Horonê kiribû. Îro li ser navê xwişk û biratiyê divê hemû gel li cem gelê Kurd be û helwestê nîşan bide.

Li welatekî ku kesên bi Kurdî stran dibêjin têne lînçkirin, qetilkirin û girtin her xebata ku li ser navê hunerê tê kirin hêja ye. Di pêvajoyekê bi vî rengî de em hunermendên bihest ên welatparêz û demokrat ên ku li hemberî êrişên çandî bersivan didin û helwesta bi rûmet a gelê me silav dikin. Em banga her kesî dikin ku teqez bi cil û bergên xwe yên Kurdî derkevin kolanan, qadan,  govendên azadiyê bigerînin û bi tîlîliyan stranên Kurdî berz û bilind bikin. Û em banga ku vê pêvajoyê bizivirînîne serhildana çandê dikin.

Bila dengê me heta Îmraliyê biçe, dîwarên Îmraliyê hilweşîne!

Divê em vê pêvajoya êrişên faşîzan bi ruhekî berxwedan û serhildanê ku bikaribe qirkirina çandî bi giştî ji holê rake pêşwazî bikin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Ozer: Li dijî çand û zimanê me polîtîkayên qirêj têne meşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qedexeya înternetê bandora herî giran li medya Kurd dike

Zextên li ser çapemeniya Kurd û sosyalîst, bingeha sansurkirina înternetê ye. Di raproa sansurê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Tirkiye li ber biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş rabû

Tirkiye li ber biryara binpêkirina maf a daîreya duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla Sîser: Bêrîtan ruhê serketin û azadiyê ye

Gerîlayê HPG'ê Aslan Sîser anî ziman ku sekna Bêrîtan a li dijî nokeran gelekî girîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?