Di êvara 30’ê Tîrmehê de li nêzî Beyrûdê di êrişekê de ku Îsraîlê li xwe girt, şefê leşkerî yê tevgera Şîa ya Lubnanê Hîzbûllahê Fûad Şukr hate kuştin. Piştî çend saetan roja Çarşemê jî vê carê li Tehranê lîderê siyasî yê Hamasê ya Fîlîstînî Îsmaîl Haniye di encama bombekirina mala lê dima hate kuştin. Piştî herdu sûîqestan fikarên li ser şerekî herêmî jinûve zêde bûn.
GELEK WELATAN BANGA ‘BITERIKÎNIN’ LI WELATIYÊN XWE KIRIN
Wezareta Karên Derve ya Fransayê 4’ê Tebaxê roja Yekşemê bang li welatiyên xwe kir ku ‘Di dema herî kurt de Lubnanê biterikînin’. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hate gotin, “Di rewşeke ewlekariyê ya gelekî kêm de, em bang li welatiyên Fransayê dikin, bi taybetî yên ji vî welatî derbas dibin ku bala xwe careke din bidin ser Fransayê, seferên balafiran ên bazirganiyê yên yekser hîn hene û ji bo di dema herî kurt de Lubnanê biterikînin ji niha ve amadekariyan bikin.”
Wezîra Karên Derve Spehane Sejourne pêr bi hempîşeyê xwe yê Emerîkî Antony Blinken re rûnişt. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hate gotin, “Fikarên têkildarî tansiyona li Rojhilata Navîn û Nêz hatin parvekirin” û “Ji bo pêşîgirtina li şewateke herêmî” banga “xwînsarî û berpirsyariyê” hate kirin.
Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê jî bang li welatiyên xwe kir ku bi ‘bilêta balafirê ya herî guncaw’ Lubnanê biterikînin.
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Lammy jî got, “Peyama min ji bo welatiyên Îngiliz zelal e. Lubnanê tavilê biterikînin.”
Swêdê jî ragihand ku wan sefaretxaneya xwe ya li Beyrûdê girtine û bang li welatiyên xwe kir ku Lubnanê biterikînin.
Kanadayê jî bang li welatiyên xwe kir ku ji ber fikarên li ser ewlekariyê neçin Îsraîlê.
HÎZBÛLLAHÊ RAGIHAND KU BI DEHAN FUZE AVÊTIYE
Hîzbûllahê jî îdîa kir ku êvara Şemiyê ji bo ‘piştevaniya’ bi Fîlîstîniyên li Xezeyê û bersiva li êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê ‘bi dehan’ roket avêtiye bakurê Îsraîlê.
ŞÎRKETÊN HEWAYÎ SEFERÊN XWE RAWESTANDIN
Şîrketa balafiran a Elman Lufthansa jî di nav de gelek şîrketên rêyên hewayî seferên xwe yên ber bi balafirgeha Beyrûdê heta 12’ê Tebaxê sekinandin.
DYE POZÎSYONA XWE YA LEŞKERÎ DIGUHERÎNE
DYE ku hevalbendê sereke yê Îsraîlê ye, roja Înê ragihand ku lih emberî ‘dibetiya rageşiya herêmî ya Îran û hevkarên wê’ DYE ji bo ‘başkirina parastina hêzên xwe yên çekdar’ û ‘ji bo zêdekirina piştigriya parastina Îsraîlê’, di ‘sekna xwe ya leşkerî’ de guhertin pêk aniye. Li gorî Pentagonê, DYE ji bo hebûna xwe ya li herêmê xurt bike, wê hîn bêhtir keştiyên şer ên ji ‘sîstemên parastina fuzeyên balîstîk’ û ‘fîloya balafirên şer’ li herêmê bi cih bike.