Ji başûrojhilatê bajarê Sirakuza yê Sîcîlyayê êvara Şemiyê ji keştiyekê banga alîkariyê gihîşt rayedaran ku koçberên ji Sûriye, Misir û Bangladeşê tê de bûn.
Rayedaran ragihandin ku ewlehiya peravê boteke dewriyeyê û balafirek şandine herêmê û piştre xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dane destpêkirin. Hate gotin, “Dema bota dewriyeyê nêz bû, kesên di keştiyê de ketin nava avê.”
Li gorî daxuyaniya ewlehiya peravê, 34 kes hatin rizgarkirin û sewqî Syracusê hatin kirin. Lê belê, ji koçberan yek di dema gihiştinê de yek jî piştî sewqî nexweşxaneyê hatî kirin, jiyana xwe ji dest dan.
Ewlehiya peravê ev tişt jî got: “Piştre di keştiya noqî avê bûyî de, ji bo kesekê winda li behrê xebatên lêgerînê dewam dikin.” Tê lêkolînkirin ka koçber dema nêzî keştiyê bûne, çawa ketine nav avê.
Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, di çaryeka destpêka îsal de herî kêm 384 koçberên hewl didan xwe bigihînin Îtalya û Maltayê li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan.