Di demekê de ku li Îranê lîderê siyasî yê Hamasê û li Lubnanê jî fermandarê leşkerî yê Hîzbûllahê hatin kuştin û Îranê û hevkarên wê soza bersivdayinê dan, li başûrê Lubnanê êrişên beramber dewam dikin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li dijî Gundê El Cebel ê li ser sînorê Îsraîlê du kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fermî (ANI) ragihand ku yek ji kesê hatin kuştin endamekî Komeleya El Rîsala ya girêdayî Tevgera Amal a hevkarê Hizbullahê ye.
Gundê El Cebel ê du kîlometreyan nêzîkî sînorê Îsralê ji destpêka şerê beriya deh mehan û heya niha bi bombebaranên dijwar re rû bi rû maye û gund ji aliyê niştecihên wê ve hatibû terikandin.
Wezaretê ragihandibû ku li Hûla ya li başûrê welêt di encama ‘êrîşa Îsraîlê ya dijminane de’ du kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hizbullahê roja Duşemê ragihand ku wan bi bikaranîna balafirên bêmirov yên tije teqemenî herêmên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kirine hedef.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser Celîleya Jor a Lubnanê de du leşker birîndar bûne.
Ji meha Cotmehê heya niha li Lubnanê 549 kesan di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan ji endamên Hizbullahê pêk tên.
Li gorî rayedarên Îsraîlê jî li Îsraîl û Girên Golan ên dagirkirî 22 leşkerên Îsraîlê û 25 sivîl hatine kuştin.