TEV-ÇAND Ewropayê bi boneya salvegera koça dawî ya Aram Tîgran ew bi bîr anî û di daxuyaniya de destnîşan kir ku hunermend Aram Tîgran mînaka pira dostaniya gelê Ermen û Kurdan e.
Daxuyaniya TEV-ÇAND Ewropayê bi vî rengî ye:
“Di xewnên şevan de min qet bawer nedikir
Bi çavan bibînim bajarê Diyarbekir
Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir
Em hatin te bibînin, te derî li me vekir
Îro 15’emîn salvegera koça dawî a hunermend Aram Tîgran e. Em mamosteyê mezin bi rêzdarî û bi hesret bi bîr tînin.
Rêber Apo hin hevaltiyên dîrokî bi pêş xistin. Bi rêya wan nirxan di navbera Kurdan û gelên cîran de pirên saxlem hatin avakirin. Mamoste Aram Tîgran jî mînaka pira dostaniya Ermenî û Kurdan e. Her wiha ew mînaka hunermendiyê ye jî.
Mamoste Aram di 19 saliya xwe de di sala 1953’yan de bi awayekî profesyonel dest bi muzîkê kiriye. Heta roja koça dawî 435 stran tomar kirine. Ew, hunermendekî berhemdar bû. Wî bi sedan helbestan muzîk çêkirine. Di helbestan de zimanekî sade esas girtiye. Stranên xwe bi meqamên qedîm ên Kurd û Ermeniyan gotiye. Bi rêya stranan şehîd, hezkirina welat û gel, têkoşîn, çiya û zozanên Kurdistanê aniye ziman.
Gelê Kurdistanê gelekî ji stranên wî hez kirin û hê jî lê guhdar dikin. Mamoste bi hunera xwe moral dida civakê. Derdê civakê îfade û sivik dike. Nirxên manewî zindî dike. Wî bi rêya hunerê zimanê me parastiye û hezkirina muzîka me di nav gel de zêde kiriye. Mîna ku di dilê wî de kaniya muzîkê hebû. Dema helbesteke xweş û sade ditiye, di cih de hewl daye ku melodiyek jê re biafirîne û diafrîne jî. Wî ev taybetmendiya xwe diyarî gelan kiriye.
Her wiha em dostaniya Aram Tîgran û Rêber Apo jî ji bîr nakin. Di nav wan de dostaniyek mînak hebû. Rêber Apo di ciwaniya xwe de li ser radyoyê Aram Tîgran guhdarî kiriye. Ew pir bandor bûye û dibêje: “Divê ev deng nemire, her tim azad bimîne.”
Di salên 90’î de hevdu nas dikin. Rêber Apo her tim rêz û qadir daye Mamoste Aram Tîgran. Dema ku li zindanê agahiya koça dawî a Mamoste dibihîze Rêber Apo peyameke nivîskî dişîne û wiha dibêje: ‘Dengê Aram dengekî dawûdî û zîz bû. Dengê wî ez dibirim Kurdistanê. Ez nikarim bibêjim ku Aram miriye. Ew şehîd e. Têkoşîna azadiyê bi kurahî jiyan dikir û bi kelecan bû. Lewma ez ji bo wî dibêjim şehîdê mezin’.
Em jî weke TEV-ÇAND Ewropayê Mamosteyê mezin û nemir Aram Tîgran careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin: Ew ê bi stranên xwe her tim bi me re bijî.”