Ofîsa Komîseriya Bilind ragihand ku di meha Tîrmehê de 38 kes li Îranê hatine darvekirin û got, “Hejmara kesên ku îsal hatine darvekirin gihîştiye 345 kesan û ji wan 15 jê jin in.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji destpêka sala 2024’an û vir ve nêviyê darvekirin ku hatine kirin ji ber sûcên hişbirinê ne.
Berdevka Komîseriya Mafên Mirovan a NY’ê Lîz Throssell li Cenevreyê daxuyanî da û got: “Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê Volker Turk ji van raporan gelekî bi fikar e.”
Throssell wiha berdewam kir: “Ev hejmara darvekirinê ya ku di demek kin de pêk hatiye mirovan dixe nava fikaran.”
Berdevkê Komîseriyê ev tiş anî ziman: ”Pêkanîna darvekirinên derveyî kuştinên qestî ne li gorî pîvanên mafên mirovan ên navnetewî ye.”
Throssell destnîşan kir ku Ofîsa Komîseriya Bilind jî ji ber “nebûna pêvajoyek dadmend û darizandinên adil” bi fikar e û got, “Di gelek bûyeran de, bêyî ku malbat an parêzerê girtiyan agahdar bikin gelek îdam pêk hatin.”
NY’ê gelek caran bang li Îranê kir ku bi cezayê îdamê rake û darvekirinan rawestîne.
Çalakvanên mafên mirovan bertek nîşanî bikaranîna cezayê darvekirinê ji aliyê Îranê ve weke amûreke tirsandinê li dijî serhildana Jin Jiyan Azadî tê bikaranîn, dan.
Di nava hefteyê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêçê ye diyar kir ku di 7’ê Tebaxê de li Kerec a nêzî Tehranê 26 kes bi awayekî komî hatine darvekirin û di heman rojê de 3 kes jî li girtîgehên din ên heman bajarî hatine darvekirin.