Şoreşa Rojava bi agir û ronahiya xwe dilê gelek mirovan germ kir, çavê gelek mirovan vekir ku bi derewên jiyana sîstemê hatibûn xapandin. Ferha Hacî (Agirî Azadî) sala 2016’an dema ku bi ronahiya vî agirî hesiya yekser berê xwe da wî alî. Her ku xwe nêzî agir kir, mîna ku di eynikê de li xwe dinihêre hestên wê digihîşt asta herî bilind. Dema ku navê Rêber Apo bihîst hîn bêhtir xwest xwe nêzî vî agirî bike û lezand. Gava ku nêzî agir bû, pê hesiya ku şaneyên jiyana sexte ya ku sîstema serwer li nava mirovan bi cih kiriye, ji hev tê xistin. Tevî ku têkildarî fikrên Rêber Apo xwedî agahiyeke kûr nebe jî di nava wê de hêzek hebû ku ew ber bi jiyana Rêbertî ve dehf dida. Ferha ku hêza xwe ya manewî ji agirê şoreşê werdigirt, dema ku dest bi têkoşînê kir navê xwe kir Agirî Azadî.
Her roj hîn bêhtir ji fikrên Rêber Apo hez dikir. Rûpelên parêznameya wî bi baldariyeke mezin diqulipand, gotin bi gotin, hevok bi hevok bi baldarî dixwend û hewl dida fêhm bike. Ji bo karibe van pirtûkan rast fêhm bike, baş fêhm bike û derbasî her qada jiyanê bike, gelekî hewl dida. Bêhman berhemên van hewldanan jî werdigirt. Didît ku di nava PKK’ê de çiqasî guheriye, bi pêş ketiye lê belê ev yek têra jineke welê nedikir ku xwedî armancên mezin bû. Ji ber vê her tim ji xwe re dikir armanca sereke ku xwe bigihîne kesayetiya jin a azad. Gerîla Agirî gelekî jîr û jêhatî bûu, carna dibû helbestvan û bedewiya jiyana gerîla û şer dianî ziman, carna dibû wênevan û tabloyên herî bedew ji jiyana hevrêyên xwe, xwezaya xwe diafirand. Û mîrateyeke gelekî hêja, belgeyeke dîtbarî ji dîrokê re hişt. Bi fedakarî tevlî her karî dibû, lewma bi dilnizmî û ruhê xwe yê hunermendî yê sekna xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.
JI BO KARIBE ARMANCA XWE PÊK BÎNE LI HERÊMA SERHEDÊ ŞER KIR
Şoreşgera xeta Apoyî Agirî Azadî ji bo karibe li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şer bike di sala 2019’an de pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Beriya ku biçe Bakur tevlî perwedeya îdeolojîk û leşkerî bû. Weke jineke Rojavayî ji bo gerîla Agirî kêfxweşiya herî mezin bû ku li ser rêya azadiyê bimeşe û di nava şert û mercên herî giran de ji bo gelê xwe têbikoşe. Ji ber vê salekê di nava koman de ma, şev û roj li xwezaya herêma Serhedê fikirî û çand û cografya xelkê Serhedê nîqaş dikir. Ji xwe re dikir armanc ku derbên giran li dijmin bixe.
Gerîla Agirî ku asta xwe ya îdîa û biryardariyê hîn mezin kir, piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, bi coşeke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Agirî tevlî koma Serhedê bû, her çend ev herêm berê nedîtibû jî, zor û zehmetiyên vê erdnîgariyê ji bo Agirî Azadî zêde girîng nebû. Agirî Azadî li Agirî ku kiribû navê xwe, li derdora Gilîdaxê gerîlatî kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, çalakîger, kesayetiya xwe ya dilnizm û têgihiştî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Agirî ku ji aliyê çêkirina wêneyan ve jêhatîbû, dema ku li Serhedê bû wêneyên hevrêyên xwe destpêkê li dilê xwe, piştre jî li ser kaxizan neqişand.
Gerîla Agirî êşa her hevrêyên xwe yên şehîd bûn kir hinceta tolhildanê, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber vê jî tiliya wê timî li ser tetîkê bû. Gerîla Agirî ku da ser rêya azadiyê, ji Rojava heta Garê, ji Gagrê heta Serhedê bi mehan meşiya. Di her gav û kêliyê de bi armanca jiyaneke azad û exlaqê herî bedew tevgeriya. Gerîla Agirî 5’ê Cotmeha 2023’an tevî hevrêyên xwe Serxwebûn Rêvan (Sûat Ozel) û Harûn Cûdî (Mecîd Delayîmîlan) li qada Kirê Halaç a Gilîdaxê di êrişa dijmin de şehîd bû. Gerîla Agirî Azadî di vî şerê de bi ser ket, ji ber ku koletiya serî li ber rejîmê ditewîne qebûl nekir. Ew bû kedkar, fedaî, şervan, berxwedêr û lehenga gel û welatê xwe.