Civîna Mekanîzmaya Ewlekariya Bilind a Tirkiye-Iraqê ya 4’emîn li Enqereyê hat lidarxistin. Piştî hevdîtinê Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên “ewlehiya leşkerî” nîqaş kirine û di navbera her du welatan de girteka lihevkirina hevbeş hat îmzekirin.
Li gorî daxuyaniyê, “Di navbera Tirkiye û Iraqê de ji bo têkoşîna bi terorê re wê li Bexdayê Navenda Hevbeş a Koordînasyona Ewlekariyê û li Başîqayê jî Navenda Hevbeş a Perwerde û Hevkariyê bên avakirin.”