Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzaffer Ayata: Em bi saya mîrateya Xeyriyan li ser piya man

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di pêvajoyên aştiyê de şîn tê girtin, ev li her derê cîhanê wiha ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê berxwedana jinê ya li Hindistanê silav kir
Jin

YPJ’ê berxwedana jinê ya li Hindistanê silav kir

YPJ'ê berxwedana jinên Hindistanî silav kir û got, "Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî rêya rizgariya ji feraseta mêr a destavêtin û zordariyê nîşan da."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî kuştina doktorekê li Hindistanê û çalakiyên jinê yên piştî vê êrişê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Li ser tevahiya cîhanê her ku diçe têkoşîna jinan a azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet berfirehtir dibe. Li beramberî vê lêgerînê, pergala kapîtalîst a mêrê desthiladar jî bi rêbazên tundî, destavêtin û qirkirinê êrîşê jinan dike û hewl dide serdestiya xwe biparêze.

Îro li Hindîstanê çanda tundî û destdirêjiyê di asta herî bilind û dijwar de di meriyetê de ye. Li hemberî bûyera giran a li bajê Kalkîtî ku jinek bijîşk rastî destdirêjiyê hat û bi awayekî hovane hate qetilkirin, di serî de jin, gelên Hindîstanê serî hildan û çalakiyên girseyî lidar xistin; bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ helwesta nîşan dan.

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em vê bûyera hovane şermezar dikin û bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan dikin ku li hemberî her cure zext, tundî, destdirêjî, zordestiya fîzîkî û derûnî ya li dijî jinan dengê xwe bilintir bikin. Divê teqez hesab ji kujer û tecawizkaran bê xwestin.

Weke YPJ me li dijî pergala zilamsalar a ku di şexsê DAIŞ û gurûbên din ên li herêma me dagirkerî, qirkirin, destdirêjî û talan pêk dianîn, têkoşîneke bê eman da meşandin. Di bin serweriya DAIŞ de bi awayekî hovane destdirêjî li ser jinan dihat kirin, jin di bazaran de weke kole dihatin firotin û ji her cure mafên xwe mehrûm dihatin hiştin. Ji xwe trajediya giran a ku jinên Êzidî rastî hatin di bîra tevahî mirovahiyê de ye. Me bi vîn, cesaret, bawerî û rêxistinbûneke xurt li hemberî van çeteyan şer kir, li ber xwe da û ew têk birin. Ji bo ku em jinên Êzidî, Xirîstiyan, Kurd û Ereb ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas bikin, me berxwedaneke mezin nîşan da. Îro jî dewleta Tirk a dagirker li herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên xwe yên hewayî jinên têkoşer, azadîxwaz, fermandar û şervanên me yên YPJ’ê dike armanc. Hi herêmên me yên hatine dagirkirin rojane leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan tecawuz, revandin û komkujiyan pêk tînin. Bêguman li beramberî van êriş û kiryarên hovane, em têkoşîneke piralî didin meşandin û hêza xwe ya parastinê xurtir dikin.

Em baş dizanin ku çanda destdirêjiyê ya pergala zilamsalar pergaleke cîhanî ye û xwedî dîrokeke kevnar e. Îro jî li Hindîstanê jin rastî destdirêjiyê tên, li Îranê jinên têkoşer tên darvekirin, li Iraqê jî zewaca zarokên keç bi qanûnan tê rewakirin. Li Afganîstanê jin ji hemû mafên xwe yên însanî bêpar in. Lewma têkoşîna li beramberî vê pergalê jî divê cîhanî, piralî û pir xurt were meşandin. Hemû jinên têkoşer, rêxistin û dezgehên civakî, ango tevahî civak divê li beramberî vê rastiyê bibe xwedî zanebûn û bi yek dengî li hemberî êrişan rabin. Bi qasî ku civakek rêxistinkirî be, wê ewqasî karibe hêza xwe ya parastina cewherî jî ava bike. Bêguman ji her kesî bêhtir pêdiviya jinan bi xwe parastinê heye. Ev jî di encama rêxistinbûnê de pêkan dibe. Jina rêxistinbûyî jina ku dikare xwe, tevahî jinan û civakê biparêze. Lewma hewcehî heye em weke jin hîn zêdetir xwedî li hev derkevin, bi hev re bin û palpiştiya hev bikin. Di vê wateyê de em rabûna jin û gelê Hindîstanê pir bi nirx û watedar dibînin. Heger ev rabûn veguhere rêxistinbûneke xurt, wê karibe dawî li vê pergala desthiladar a tecawizkar jî bîne.

Bêguman felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku Rêber Apo di encama ked û têkoşîneke giranbiha de diyarî me jinan kiriye, rêya xilasiya ji feraseta zilamê desthiladar û tecawizkar nîşanî me da. Weke YPJ, me ji destpêka têkoşîn û şerê xwe yê azadiyê ve ev felsefe ji bo xwe esas girt. Her ku çû ev felsefe mezin bû û di serhildanên Jîna Emînî de, di serhildanên jinên cîhanê de û vaye îro jî di serhildanên Hindistanê de ev dirûşim veguherî şêwazê têkoşînê û li her derê deng vedide. Li ser vê bingehê şoreşa jinê gerdûnî dibe û êdî dem hatiye ku em pergala jinan a konfederalîzma demokratîk ava bikin.

Li ser vê bingehê em berxwedana giranbuha ya jinên Hindîstanê silav dikin û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikin. Di vê wateyê de em bang li jinên Hindîstanê û hemû jinên cîhanê dikin ku têkoşîna xwe bi ti awayî nedin rawestandin û bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peymana parastinê ya navbera Awûstralya û Endonezyayê
Nûçeya Pişt re Kongreya Meclîsa Jinan a PYD’ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbol û Enqereyê daxwaza berdana girtiyên nexweş hate kirin

Di daxuyaniyên çapemeniyê ku ji bo girtiyên nexweş ên giran Hasan Ruzgar û Kerîm Boran…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandarê HPG’ê: Barzanî wê hesabê bidin

Fermandarê HPG'ê Piling Zerduşt got, "Malbata Barzanî ji bo her dema ku bûne sedema windakirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Senatoyê pêşî li Trump vekir: Daxwaza kêmkirina erkê nehate qebûlkirin

Li Senatoya DYE'yê komargeran pêşnûmeya ku li ser Serokê DYE'yê Donald Trump ferz dike ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Rojava ji bo şehîd Sîpan daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?