Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 zarokên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurekî wê hatin girtin, çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Meclîsê daye destpêkirin, berdewam kir.
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re li ser pêlekanên Deriyê Şerefê yê Meclîsê rûniştiye û pankarta “Edalet” vekiriye wiha got: “Dayikek bi mendîla spî ya di destê xwe ve edaletê dixwaze. Di pêkanîn edaletê de Wezareta Edaletê lewaz ma. Em ji bo di vê dozê de edalet were pêkanîn, hatin li pêşiya Meclîsê. Karê Meclîsê ne tenê çêkirina qanûnan e. Karê Meclîsê lêkolîn û venêrîn e. Heke Meclîs di vê mijarê de ji dil be, bila Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê bicivîne û vê komkujiyê lêkolîn bike.”
Şenyaşar da zanîn ku yên edaletê pêk neynin jî di bi tewanbariyê de dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin rayedar karê xwe bikin. Îro ji rêveberiya Meclîsê vegerek li me çêbû. Bi şêwirmendekî Serokkomar re hevdîtin pêk anîne. Anku dê bi Serokkomar re hevdîtinek were plasazîkirin. Vê yekê ji me re gotin. Lê belê ev gotin me îqna nekir. Heke dê randevuyek were dayîn divê dîrok were zelalkirin. Dema dîrok zelal bû em ê çalakiya xwe bi dawî bikin.”
XWESTIN ÇALAKIYÊ ASTENG BIKIN
Dema malbat çalakiya xwe didomand Sekreterê Giştî yê Meclîsê Talîp Ûzûn hat li cem malbatê û xwest malbat çalakiya xwe bi dawî bike. Ûzûn ê bi Emîne Şenyaşar bi Kurdî axiviye got ku çalakî zirarê dide daxwaza hevdîtina ya bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re. Ûzûn piştre bi Ferît Şenyaşar re bi taybetî hevdîtinek kir. Ûzûn diyar kir ku Serokkomar Erdogan dê roja Duşemê were li Enqereyê û xwest Şenyaşar heya roja Duşemê navberê bide çalakiya xwe. Ûzûn got ku heke ew hevdîtinê pêk neynin jî Şenyaşar cadin dikarin werin li cihê çalakiyê rûnin.”
Tevî daxwazên Ûzûn dayik Emîne Şenyaşar ji cihê xwe ranebû. Dema Ûzûn ji cihê çalakiyê dûr ket vê carê reyedarên Meclîsê xwestin Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bi darê zorê ji cihê rûniştine rakin. Di van kêliyan de dayik Şenyaşar komkujiy li wan hatiye kirin vegot. Dayik Şenyaşar tevî hemû israran, cihê çalakiyê neterikand.