Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) derbarê êrîşa dewleta Tirk ya li ser rojnamevanên çapemeniya azad, daxuyaniyek belav kir. RAJIN’ê di kesayeta şehîd Gulistan Tara de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û got: “Li ser vê bingehê emê têkoşîna Gulistan û hemû şehîdên çapemeniya azad bikin bingehê xebat û têkoşîna jiyana azad û wekhev. Têkoşîna wan wê ji bo me bibe ronahiya hêz, bawerî û heqîqetê.”
Daxuyanî wiha ye:
“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî Kurdê azad di rastiya ragihandina azad de îro jî dewam dikin. Hevreyên me Gulîstan Tara û Hîro Behadîn jî bûn hedefa êrîşan. Hevrê Gulistan Tara ji sala 2000’an ve weke kedkara çapemeniya azad li gelek qadan têkoşîn da meşandin. Ji sala 2018’an ve jî li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe domand. Li Başûrê Kurdistanê her kêliyeke xwe ji bo ku rewşa jinên Kurd, li Başûrê Kurdistanê, rastiya êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê kurd û tevgerên dagirkeriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne pêşxistin, rastiya îxanet û gemariya nokeriya ku di şexsê PDK’ê de tê jiyan kirin bi hemû kar û xebatên xwe ve hewil da ku vêna ji raya giştî re eşkere bike.
Hîro Behadîn jî weke rojnamevaneke ciwan di ragihandinê de xebat dida meşandin. Ev her dû hevalên me îro bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk û şehîd bûn. Ev buyer me pir xemgîn kir û em di destpêkê de sersaxî ji bo malbatên wan, hevalên wan yê rojnemvanên ragihandina azad û gelê kurd dixwazin.
Têkoşîna azadiya jinê di qonaxeke girîng re derbas dibe. Li aliyê din pergala kapîtalîst û serdestiya mêr bi tundî êrîşî jinan dike. Erka çapemeniya azad a jinê ye ku li dijî van êrîşan têbikoşin û zîhniyeta dewleta mêr derxîne holê. Gelek hevalên me yên rojnamevanên jin di demên herî dijwar de bi têkoşîna azadiyê bersiv dan êrîşên qirkirinê, îro jî divê em vê erk û berpirsyariyê bi cih bînin. Rêheval Guistan Tara û hemû şehîdên çapemeniya azad ji bo ev têkoşîn bidome û bigihêje serkeftinê dest ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Em weke çapemeniya azad a jinan îro li ser şopa wan vê têkoşînê dimeşînin.
Hevala me Gulistan Tara ne tenê rojnamevan bû, di heman demê de ew di rastiya rojnamegeriya azad de xwedî sekneke şoreşger bû jî. Rojnamevanên ku bi berjewendiyê gelê xwe difikire û di oxira heqîqeta azadiya gelê xwe de rojnamegeriyê dike elbette di heman demê de dibe şoreşger jî. Weke çapemeniya azad emê jî weke hevreyên xwe yê ragihandina azad li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê derkevin. Em weke çapemeniya azad a jinan weke Gulistan Tara, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û gelek hevreyên me yê ku di vê oxirê de şehîd bûne li hemberî vê bê rûmetiyê bêdeng namînin û emê tekoşîna xwe bidomînin.
Li ser vê bingehê emê têkoşîna Gulistan û hemû şehîdên çapemeniya azad bikin bingehê xebat û têkoşîna jiyana azad û wekhev. Têkoşîna wan wê ji bo me bibe ronahiya hêz, bawerî û heqîqetê. Di têkoşîna çapemeniya azad de wê ti carî ji êrîş, zext, girtin û hewldanên bêdengkirina wê venegere. Em vê helwestê ji têkoşîna Gulistan fêr bûne û emê vê helwestê bidomînin. Bi hêvî û baweriya wê têkoşîna azadiyê ya jinê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ wê bi ser bikeve û em ê têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.
Bi vê baweriyê em ê bîranîna Gulistan Tara û hemû şehîdên çapemeniya azad zindî bihêlin. Em careke din rêheval Gulistan Tara bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin.”