Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Hevşaredarê Geverêw Şoreş Dîrî anî ziman ku ji bo xisara qeyûman li navçeyê kirine ji holê rakin, ew bi berfirehî dixebitin û got, “Şaredariya me çavkaniyên xwe hemûyan ji bo gelê xwe bi kar tîne.”
Zaroka 16 salî ku li Mêrdînê 3 kesan dest avêtin wê, di encamê de ducanî ma, eşkere bû ku ji mirina pitika mirî ji dayik bû berpirsyar hate nîşandan û hate giritn. Gulîzar Îpek got, “Dewlet berpirsyaran diparêze, mexdûran ceza dike.”
Samiya Xelîl tevlî koma xwendin û nîqaşkirina berhema Sosyolojiya Civakî ya Abdullah Ocalan bû û anî ziman ku wê kûrahî û girîngiya têkoşîna jinê hîn bi berfirehî fêhm kiriye.
Şoreşgerê Kurd Che Guevara sala 2015’an ji bo li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê têbikoşe berê xwe da Rojava. Li Rojava 3 salan têkoşiya piştre jî biryar da ku li dijî rejîma AKP-MHP’ê şer bike ku piştgirî dida DAÎŞ’ê. Bi vê armancê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.