Êrişên dagirkerî û desteserkariyê yên dewleta Tirk a mêtinger faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê û destûra dewleta Iraqê dewam dikin. Têkildarî rola PDK’ê ya van êrişên dagirkeriyê her roj agahiyên nû derdikevin holê. Agahiyek li ser mijarê ji herêma Behdînanê hat.
Li qada Berê Silê ya li rojhilatê bajarê Amediyê ku qadeke tûrîstîk e, dewleta Tirk şantiyeya çêkirina çeperên ji beton ava kir. Di fermiyetê de ev der parkek e, navê xwe jî Parka Amediyê ye. Ev park li nava wê qadê ye ku di bin kontrola hêzên Zêrevanî de ye ku weke hêzên taybet ên PDK’ê têne naskirin.
Girê Amediyê li rojavayê Zapê ye. Di nava çar salên dawî de ku êrişên dagirkerî û desteserkirinê bi rengekî giran dewam dike, Girê Amediyê şahidî ji berxwedaneke destanî ya gerîlayên HPG û YJA Starê re kir. Mîna keleheke xurt li pêşiya dagirkeriyê sekinî. Artêşa Tirk a dagirker li vê derê windahiyên gelekî giran da û hîn jî dide. Bi taybetî çalakiyên hewayî yên yekîneyên Şehîd Axîn Mûş û Şehîd Dogan Zinar mehên havînê gelekî zor dan dagirkeriyê. Fermandarên di payeya yarbay de jî di nav de gelek dagirkerên payebilind bûn hedefa Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û hatin cezakirin. Rawestandina artêşa dagirker a bi vî rengî diyar e ku gelekî tehde li wan kiriye.
Ev qada ku heta niha ji aliyê gelê herêmê ve weke ‘seyrangeh’ dihate naskirin û şêniyên herêmê bi zarokên xwe pîknîk lê dikir, ji aliyê artêşa Tirk ve veguheriye şantiyeyê. Ev yek jî rûyekî din ê qirêj ê şerê li ser Kurdistanê radixe pêş çavan.
Nokerê ku îhaleya şantiyeya Parka Amediyê wergirtiye jî nokerekî ji Amedê Suleyman Odabaşi ye. Ev şîrketa noker ku weke Şîrketa Odabaşi Nakliyat ve Anonim tê naskirin îhaleya şantiyeya leşkerî ya li herêmê wergirtiye û çeperên amade ji artêşa Tirk re çêdike. Tê dîtin ku ev şantiye ji aliyê leşkeran ve têne bikaranîn û parastin. Tê gotin, her çepereke ji beton bi 2 metreyan bilind e û bi 9 tonan jî giran e.
Artêşa Tirk ji bo karibe xwe ji sendroma Zapê û rewşa xitimandî rizgar bike, berê xwe dide van çeperan. Bi rêya van çeperan hewl dide xwe ji derbên bejahî û hewayî rizgar bike. Çalakiyên bênavber ên gerîla yên li qadê nîşan didin ku ev yek jî wê nebe derman ji derdê dagirkeran re û sendroma Zapê wê lli nava artêşa dagirker bibe kabûsek.