Girtiyê nexweş Bekir Yollu li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Tevî ku demê xwe yê înfazê yê cezayê 30 salan, qedandiye jî bi hinceta “halê wî baş nîne” nehate berdan.
Yollu di sala 1993’yan de hatibû binçavkirin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hate darizandin. Dadgehê bi îdîaya “yekîtî û hevpariya dewletê xira kiriye” cezayê muebedê lê birî. Yollu di Kanûna 2023’yan de înfaza xwe qedand. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê 2 caran berdana wî taloq kir.