Li Tirkiyeyê di serdema desthilatdariya AKP’ê de zêdebûna saziyên perwerdehiya olî dûrketina ji dersên manewî û exlaqî yên Îslamê bi xwe re anî. Bi taybetî di van 20 salên dawî de çawaniya perwerdehiya ku di van saziyan de tê dayîn bûye mijara nîqaşan, li şûna nirxên exlaqî û etîk yên Îslamê, hişmendiyeke olî ya dogmatîk û siyasî di nava ciwanan de hatiye avakirin. Ol ji rêbertiyeke manewî hatiye derxistin û bi veguherandina bîrdoziya siyasî û pêvajoya pêçbûnê dane destpêkirin. Endama Konferansa Îslama Demokratîk Hatîce Kavran ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di serdema hikûmetên AKP’ê de nirxên olî ji cewherê xwe hatiye derxistin û ev pêvajo di wateya olî de rê li ber pûçbûneke mezin vekir.
VEGUHERÎ MEKANÎZMAYA KU BERJEWENDIYÊN DESTHILATÊ DIPARÊZE
Kavran diyar kir ku li Tirkiyeyê pûçbûna di qada perwerdehî û olî de rê li ber zirareke mezin a civakê vekir û da zanîn ku ev pêvajo nirxên exlaqî yên civakê ji holê rakiriye û bûye sedema hilweşîna exlaqî û got, “Saziyên olî di parastina nirxên exlaqî û etîk ên civakê de xwedî roleke girîng in. Lê belê AKP’ê ev sazî veguherand amûrên siyasî û îdeolojîk. Bi vî awayî, ol ji rewşa ku civakê tîne ba hev derxist û veguherandiye mekanîzmayek ku berjewendiyên desthilatê diparêze.”
Kavran diyar kir ku AKP bi manîpulekirina pergala perwerdehiyê hewl da ku li gorî berjewendiyên xwe nirxên exlaqî û etîk ji nû ve pênase bike û wiha dewam kir: “Ev pêvajo bû sedem ku nifşên ciwan ji ramana rexnegiriyê dûr bikevin, çanda bîatkirinê belav bibe û civak her ku diçe ji hev dûr bikeve. Bikaranîna olê di siyasetê de baweriya civakê ya bi nirxên olî şikandiye. Ol êdî ji nirxeke hevgirtinê derketiye û bûye hêmaneke parçekirin û dubendiyê. Ev nêzîkatiya AKP’ê stratejiyeke ku zirarê dide aştiya civakî û nirxên exlaqî û manewî yên di bingeha olê de tune dike. Ev stratejî bû sedem ku pergala perwerdehiyê ji cewherê xwe dûr bikeve û tenê di çarçoveya îdeolojîk de nifşan mezin bike.”
Kavran anî ziman ku desthilata AKP’ê di bin navê perwerdehiya olî de bi rêya cemaetan pergala perwerdehiyê xera kir û wiha dewam kir: “Piştî ku AKP hat ser desthilatdariyê, li gorî rojeva xwe ya siyasî ev yek hîn berfirehtir kir û perwerdehiya olî xiste navenda pergala perwerdehiyê. AKP’ê bi vê rêbazê saziyên perwerdehiyê vala kir û di bin navê perwerdehiya olî de pergala perwerdehiya zanistî û rexneyî ji holê rakir.”
NASNAMEYA NIJADPERESTÎ Û DEWLETPARÊZÎ
Kavran destnîşan kir ku desthilatê bi gotina “avakirina nifşên muhafezakar ên neteweperest” nasnameyeke dewletparêz û îdeolojîk ava kiriye û wiha pêde çû: “Armanca li pişt vê gotinê ne perwerdehiya olî ye. Armanca hemû desthilatan ew e ku ji bo ewlehiya xwe bide xebitandin kesên nirxên xwe yên exlaqî wenda kirin, ji bo pere û meqamê têbihigîne. Di vê çarçoveyê de di bin navê oldaran de hewl didin vê rizînê bi civakê bide qebûlkirin. Ol ji bo piraniya civakê xwedî wateyek xurt û girêdayî ye.”
LI MEDRESEYAN ALIM DIHATIN PERWERDEKIRIN
Kavran diyar kir ku rêya herî hêsan a kontrolkirina civakê belavkirina cehaletê ye û wiha lê zêde kir: “Dema ku dîroka Îslamê tê lêkolînkirin ji roja ewil ve girîngî daye perwerdeyê û ayetên wekî ‘Bixwîne, bi navê Xwedê bixwîne, bê mirov çawa hatine afirandin bixwîne’ bal kişand ser girîngiya perwerde û fêrbûnê. Ji vê ayetê du peyamên mirov derxe pêş hene: Bi perwerdeyê fêrbûna heqîqetê û fêmkirina afirandinê. Her wiha Hz. Muhammed dibêje ‘Ez ji bo exlaqê xweş temam bikim hatime şandin’. Ev jî nîşan dide ku di Îslamê de perwerde û exlaq bê çiqas bi qîmet e. Dema ku di serdema destpêkê ya Îslamê de li mizgeft û malan perwerde dihat kirin, paşê medreseyan ev wezîfe girt ser xwe. Desthilatên ku medreseyên ji bo berjewendiyên wan nedixebitin zext û zodarî li wan dikir, mamosteyên wan sirgûn dikirin an jî îdam kirin. Lê tevî van zextan jî alimên di asta cîhanê de di medreseyan de hatine perwerdekirin. Di van medreseyan de ne tenê perwerdeya olî, huner, edebiyat, muzîk û ilmên pozîtîf jî dihatin dayîn. Alî Kûşçû, Îbn-î Sîna, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û bi sedan kesên din navên girîng in ku di van medreseyan de perwerde dîtin.”
KESÊN KU XWE OLDAR DIHESIBÎNIN
Kavran got, “Armanca yekane civakek ku xizmetê ji desthilatê re bikin û di bin kontrola xwe de ava bikin. Ev rewş tenê bi van 20 salên dawî re ne sînordar e, di dîroka komarê de çend kes di Diyanetê de xebitîne an jî ji beşên Îlahiyatê mezûn bûne fêdeya wan gihîştiye civakê? Mixabin, tuneye. Kesên ku bi exlaq û etîkê nizanin lê xwe oldar dihesibînin derketin holê. Ev rewş rê li ber berteka civakî ateîzmê û krîza baweriyê vekir. Di bin navê olê de tişta ku dijberên olê nedikarîn bi dest bixin, wan pêk anîn. Ol di destê desthilata çewt de ol dikare bibe mîna hişbirê. Rêxistinên wekî DAÎŞ, Boko Haram û Talîban mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne. Ji ber vê yekê rastiya olê ancax bi perwerdeyê hîn dibe.”
JI ÇAR ALIYAN VE ÊRÎŞÎ KURDISTANÊ DIKIN
Kavran anî ziman ku desthilatdarên ku nûnerên dewleta Tirk in, bi taybet li çar milên Kurdistanê tevdigerin, ji bo hesasiyetên olî yên Kurdan di bin kontrolê de bihêlin û bi rê ve bibin, bi her cûre civak û mezheban re hevkariyê dikin û wiha bi daw kir: “Ciwanên ku di cemaet û tarîkatên dewletê de tên perwerdekirin, tevlî nav rêxistinên radîkal ên mîna DAÎŞ’ê dibin. Bi teybetî ku herî zêde tevlîbûna di nava DAÎŞ ́ê ji herêmên Kurdistanê çêbû, ev jî nîşan dide ku sedema sereke ya tevlîbûna vê rêxistina xwînrêj pêvajoya mankurtkirinê ya ku di bin navê ́ perwerdeya olî de tê meşandine. Dewlet bi rêya saziyên perwerdehiyê hewl dide bi zextê wan di bin kontrola xwe de bihêle.”