Girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî ji bo girtiyên siyasî veguherîne êşkencexaneyê. Bi taybetî mirina girtiyan a dema dawî ya li girtîgehan, nîşan dide ku zexta îdareya girtîgehê ya li ser girtiyên siyasî dema dawî zêde bûye.
Endamê Komelteya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Abdullah Azad Gurbuz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Abdullah Azad Gurbuz got, “Girtîgeh ew deverên dewletê ne ku zext û nêzîkatiyên kêfî di asta herî bilind de ne. Lê belê dema dawî ev rewş hîn giran bûye. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin, her wiha li gorî gotinên malbatên girtiyan û hevdîtinên yekser ên bi girtiyan re, rewş cidî ye.”
Parêzer Abdullah Azad Gurbuz diyar kir ku girtîgeh cihekî tecrîd û îzolasyonê ye, bi rêya girtîgehan hewl tê dayin ku girtiyên siyasî ji civakîbûna xwe bêne qutkirin, bi tenê bêne hiştin, tol ji wan bê hilanîn û got, “Girtiyên siyasî jî her tim bi hilberînê bersiveke mezin dan vê yekê. Girtîgehên bi tîpa S û Y ku weke ‘Tîpa Bîrê’ jî tê pênasekirin, salên dawî hejmara wan zêde bûye. Bi rêya van girtîgehan dixwazin girtiyan ji civakê qut bikin, ji hev qut bikin, bi tena serê xwe di nava şert û mercên hîn giran de rabigirin.
Eger mirov bi kurtasî balê bikişînin ser şert û mercên li van girtîgehan; girtî rojê 22-23 saetan li hucreyên ji 12 metreçargoşeyî dimînin. Beşa bêhnwergirtinê ya li girtîgehên din ku serê sibehê bi jimartinê vedibe û heta jimartina êvarê tê girtin, li van girtîgehan nîne. Mafê bêhnwergirtinê ku rojê saeteke li hemberî gardiyanan li qade ku bi dîwarê ji 8 metreyî girtî ye, tê derbaskirin. Ji bilî vê derê ezmanan nabînin. Li hucreyan tenê paceyek mîna valahiya apartmanan heye.
TECRÎD Û BÊHIQÛQIYÊ LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ KIR
Bi kurtasî tecrîda li girtîgehan her roj bêhtir giran dibe. Dema ku mirov ji xwe dipirse, gelo mirov çawa dikare di nava van şert û mercan bimîne, yan jî şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehan hîn çiqasî dikarin bêne girankirin, bêguman Girtîgeha Girava Îmraliyê û Birêz Abdullah Ocalan tê bîra mirovan. Em careke din fêhm dikin ku tecrîd, bêexlaqî û bêhiqûqî li Îmraliyê hate destpêkirin û belav bû. Hîn girtîgehên bi tîpa S an jî Y tine bûn, heman tecrîd li ser Birêz Abdullah Ocalan dihate meşandin û hîn jî tê meşandin.”
Abdullah Azad Gurbuz ragihand ku li pêşiya rêveberên welêt 2 rê hebûn; ya wê li gorî pîvanên exlaqî-hiqûqî tevbigeriyan, bi gelê Kurd û gelan re bibe yek û jiyaneke demokratîk ava bikira, yan jî bi mejiyê neteweya serwer şert û mercên giran dewam bikira û got, “Rêveberan di her firsendê de yekperestî-otorîterî hilbijartin. Ji bo karibin pergala dixwazin pêk bînin, bêguman diviyabû dengên cuda û nerazîbûn ji nedîtî hatibûna, demokratî betal bikira. Ya ku niha tê kirin ev e. Lê belê divê were zanîn ku weke encama vê yekê jî li qada navneteweyî bi tenê hatine hiştin, hêzê winda dikin, dibin sedema kaoseke mezin û jiyan li welêt herimandine. Divê hîn bêhtir bê teşhîrkirin ku di oxira nenaskirina hebûna gelê Kurd gelên Tirkiyeyê xistine çi halî. Bi dîtina min divê têkoşîna demokratîk mezin bibe û dewam bike.”